
Dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Têhranê bi tohmetên çewt û bê hebûna ti belgeyek serast, bi tohmeta “sîxurîkirin û hevkarî digel dezgehên ewlehî yên Îsraîl û firansê” li dosyeyek hevpar de 63 sal girtîgeh bi ser 2 giriyên xelkê Firansê yên bi navên “Sîsîl Kûlir û Jak Parîs” de sepand.
Pêka rapora nûçegihaniya Mîzan a ser bi dezgeha dad a rêjîmê bê ku ti îşareyek bi navê wan girtiyan bike nivîsandiye, yek ji wan girtiyan bi tohmeta sîxurîkirin bo dezgehên ewlehiya Firasê “6” sal girtîgeh, bi tohmeta kombûn û hewldan bo encamdana tawan li dijî ewlehiya Îranê, “5” sal girtîgeh û hevkarî digel dezgehên ewlehî yên Îsraîl wek muharibe “20” sal girtîgeh li durxistinê de sepandiye.
Herwisa girtiyê din bi tohema sîxurîkirin bo dezgehên ewlehî yên Firansî “10” sal girtîgeh, bi tohmeta kombûn û hewldan bo encamdana tawan li dijî ewlehiya Îranê “5” sal girtîgeh û beşdarbûn li hevkarî digel Îsraîlê “17” sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
Barimtegirtina xelkê welatên Rojavayî, beşek ji siyaseta bingehîn a rêjîmê bo birêvebiriya îdeolojiya wehmî û kawilkera rêjîmê ye.