Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heta Edebxanê tixûbê we ye

12:52 - 12 Çirriya pêşîn 2025

N. Serbest Urmiye

 

Rûreşiya dîplomatîk, berhema sîstema tepeserkar

Di cîhana siyasetê de, şermezarkirina Serok Komarekê di asteke bilind a cîhanî de bûyereke asayî nahê hesab kirin. Dema ku parêzerên ewlehiyê û di civata cîhanî ya Serok Komarên cîhanê li “New York”, ji Serok Komarê Îranê û şanda wî re dibêjin: "tixûbê hatin û çûna we tenê heya edebxanê ye," ev ne şaşfêmkirineke asayî ye, belku nîşaneya bê hitbarbûna navneteweyî ya sîstemekê ye ku bi destên xwe hitbar û rûmeta xwe ya exlaqî, dîplomatîk û mirovî di heyamê desthilatdariya xwe de torandiye. Rejîma Îslamî ya Îranê, ku hebûna xwe bi dirûşma "Serxwebûn, Azadî û wekheviyê" destpêkir, îro gihîştiye xalekê ku di asteke herî bilin a cîhanî de, Serok Komar û hevrêyên wî ne wekî nûnerên welatekê, belku wekî mêvanên nexwestî û bargiranî tên mêze kirin.

 

Ji xewle ketinê ve bo bêhitbarbûn di cîhanê de

Dirûşma "Ne Rojhilat û ne jî Rojava" her di destpêkê de, Komara Îslamî xiste çepera hevrikiyê bi cîhanê re. Lê rejîmê li şûna avakirina pergal û moraleke serbixwe û gelhez, welatek ava kir ku hem ji hêla Rojava ve hate dûrxistin, û hem jî li Rojhilatê hate bêrûmetkirin.

Bo nimûne, di wan salên dawiyê de, heta welatên mîna Çîn û Rûsyayê - ku Tehran ji wan weke "hevçeperên xwe yên stratejîk" nav tîne - di civatên navneteweyî de xwe ji dengdanê bi qazancê Îranê diparêzin. Çînê di Konseya Ewlekariyê de gelek caran helwesteke qeçine li dijî Îranê girtiye  û Rûsyayê jî çi dema ku ji cezayên li dijî Îranê sûd wergirtibe, qet gavek nehavêtiye da ku mafên mirovan di  Îranê de biparêze.

Ev bêhitbarî encama karnameya sîstemekê ne ku tu welatek nikare paşguh bixe:

Ji piştevaniya eşkere ya komên çekdar û şerxwaz di Rojhilata Navîn de bigire heya tepeserkirina  hovane ya xwepêşandanên nerazî ji siyasetên rejîmê. Di dîplomasiya cîhanî de, welatek ku bi guleyan bersiva welatiyên xwe bide, nikare hêvî bike ku di koşkên navneteweyî de bi rûmet ve were hembêz kirin.

 

Siyaseta tepeserkirinê di hindur de, dengvedana cîhanî li pey tê 

Rezîlkirina Serok Komarê Îranê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de encama siyaset û kiriyarên rejîmê ne bi gel re.

Dema ku wêneyên kuştina Jîna Emînî û bi sedan xwepêşanderên din li herçaraliyên cîhanê hatin weşandin, wêneyek ji rejîma Îranê di raya giştî de xemilandin ku êdî bi dîrok û çanda gelên Îranê re hev ne digirtin. Medyaya navneteweyî li dor jinên wêrek ên ku serpoşên xwe havêtin nivîsandin û ji hikûmetek mêran axaftin ku Jinan bi sûçê azadîxwaziyê tepeser dikin.

Di rewşeke wilo de, çi serokeke cîhanê ne amade ye ku bi rûmetekî geş li kêleka nûnerê hikûmetekê bisekine ku hêj ji bo parastina desthilatê ji qemçû, girtin û darvekirinê mifahê werdigire.

 

Rûreşiya dubare bo dîplomatên rejîma Îranê

Eva ne cara yekem e ku nûnerên Komara Îslamî ya Îranê di asta navneteweyî de bêne şermezarkirin.

Sala 2019`an, Wezîrê Derve yê wê demê Mihemed Cewad Zerîf dema ku bo beşdarbûnê   dikonferansek ewlehiyê gihîşte bajarê Mûnîxê, bi fermî nehate pêşwazîkirin û bê vê hindê ku çi civîneke fermî bi nûnerên welatên din re hebin, wegeriya Îranê.

Di heman salê de, dema ku Mihemed Cewad Larîcanî di Konseya Mafên Mirovan a NY`ê  de berevanî ji yasaya darvekirin û tepeserkirina xwepêşandanan kir, nûnerên Ewropayê ji hola civînê derketin û jê guhdarî nekirin .

Di sala 2022an de jî, Îbrahîm Reîsî, Serok Komarê wê demê yê rejîmê, dema beşdarbûnê di  Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li “New York” ê, bêy ku çi hevdîtinek bi berpirsên payebilind ên Rojavayî re hebin wegeriya û di heman demê de jî di medyaya Amerîka de ew weke dijberê  hov yê mafên mirovan hate bi nav kirin.

Di rastî de, şermezarkirina vê dawiyê li “Washington” ê jî bi hêceta wan rûreşiyan e ku rejîmê bi siyasetên xwe yên hovane li dijî gelê Îran û cîhanê di karnameya xwe de tomar kir.

 

Ji tirîbûnên berevanîkar ve ber bi bêdengiya neçarî

Heyamekê Komara Îslamî di tirîbûnên cîhanî de bi navê parastina bindest û hejaran, bangewaz didan û diqîrand, lê îro di komcivînên navneteweyî de mafê axaftinê jî  jê hatiye sitandin.

Di rastî de dema ku di pêgeheke cîhanî de tenê destûra çona destavê ji Serok Komarê Îranê re tê dayîn, wate ew rastiye tê ragihandin ku te mafê biryardanê di asta cîhanî de nîne. Ev hevok ji rewşa heyî ya rejîmê re metaforeke tal e, wate sînûrdarbûn, bêhitbarî û şermizarî.

 

Encam

Şermezarkirina Serok Komarê Îranê di civîna cîhanî de, ne komploya dijminên bîhanî ye, belku encama siyasetên Komara Îslamî bi xwe ye.

Hikûmetek ku li şûna  gotûbêj û li hev têgihîştinê, sansûr û tundûtûjiyê hildibijêre, û li dewsa bawermendiyê gefan bike, bê guman dê rastî zext û givaşan were.

Pirsgirêk ne di navbera gelên Îranê û cîhanê de ye, belku di navbera cîhan û  pergalekê de ye ku tepeserkarê gelan e .

Heta ku arîşeyên di navbera wê rejîmê û gelên Îranê de nehên çareserkirin, çi yek ji Serok Komarên rejîmê di cîhanê de ji bilî şermezarî û sînûrdarkirinê tiştek din qazanc nake.