Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li Îranê de berdewam e

18:16 - 15 Çirriya pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî, 3 welatiyên Lor ên xelkê bajarê “Kûhdeşt”ê ser bi parêzgeha Loristanê yên bi navên “Emîrriza Qubadî, Mecîd Hatemî û Secad Hatemî”, ku bi tohmeta muharibe sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li sibêdeha roja Çarşemî 15ê Çiriya Pêşîn li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li roja Sêşemî 14ê Çiriya Pêşîn, girtiyekî Kurd ê temen 25 salî yê bi navê “Îmad Mergan” ê xelkê gundê “Sist”ê ser bi bajarê Îsferayin li bakûrê parêzgeha Xurasanê ku bi tohmeta kuştina bizanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsferayinê de hate bidarvekirin.