
Duyemîn roja mangirtin û nerizayetiya girtiyên benda 2 a girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê, bi durûşma “Ne bi darvekirinê” li derheq bidarvekirinên li peyhev li Îranê, berdewam bû û wan girtiyan bo roja 2ê girêva birsîbûnê bi rê ve birin.
Girtiyan bi hilgirtina hinek destnivîsên xwe yên bi durûşma “Ne bo darvekirinê” bilind kirine.
Herwisa malbataên girtiyan li rûberûyê bînaya girtîgeha Qizilhisarê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Rêjîma Îranê bi awayekî hovane, bi lezgînî û gelek caran bê hebûna belgeyên hewce û yasayî, sizayên giran bi taybet sizaya bidarvekirinê bi ser girtiyan de disepîne û li heyamek kurt de wan sizayên sepandî bi rê ve dibe.