
Piştî agirbesta Xezê, hêzên Hemasê li şeqamên Xezê, li ber çavên xelkê, dest bi kuştina xelkê Felestînê kirine û ev bi cinayetkar û hevkarê Îsraîlê binav kirine, ev yeka li halekê de ye ku Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê bi tekezî û rohnî ragihandiye ku dibe Hemas bê çekkirin û hekî hemas dest ji çekên xwe bernede, dê Amerîka bi zorê wan çek bike.
Pêka girtevîdyoyên belavbûyî, hêzên Hemasê, 7 felestînî li şeqamekê de li ber çavê xelkê rêz kirin û gullebaran kirine.
Herwisa hêzên Hemasê êrîş kirine ser rêyên hatina alîkariyên mirovî û ev xistine jêr kontrola xwe û hewla kontrolkirina dubare ya Xezê didin.
Li vê derheqê de Reutersê ragihand ku ji roja 14ê Çiriya Pêşîn ve hêzên Hemasê dehan kes li Xezê de kuştin e û hewla kontrolkirina dubare ya Xezê didin.