Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qebarê şikestina Kurdî

10:27 - 8 Kanûna Paşîn 2023

N: Sabri Rasoul

Gelek çavkaniyan nîşan didan ku piştî têkçûna barê aborî, dê rejîma Sûriyê di paşerojeke nêzîk de ber bi têkçûneke siyasî biçe, ev yek bû sedem ku hevalbendên rêjîma Sûriyê, Rûsiya û Îran bi cidî bifikirin ji bo dîtina çareseriyeke bilez ji rêjîma Sûriyê re.

Lîreya sûrî li hember diravên biyanî, wek dolar û euro bi awayekî kêmwêne ji nirxê xwe hate xwar, û ev yek nîşanek aşkere bû li ser bilindbûna asta wermandina darayî "Inflation" bi awayekî bêhempa her ji destpêka qeyrana Sûriyê ya berdewam ji sala (2011) ve.

 Li vir em dikarin amaje bi hin hokaran bikin ku bûn sedem bo peydakirina seqayeke guncaw bo rizgarkirina rêjîmê ji hilweşînê, ku ev yek bo mana rêjîmê li ser desthilatê wekî derfetekê hatin:

 - Şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê, ku keşûhewayek siyasî û aborî bo nêzîkbûna Rûsya-Tirkiyê çêkir, û herwiha rola taybet ya Erdogan di navbera du aliyên dijber Rûsya û Rojava de, ku herî zêde sûdê ji her du aliyan wergirt di warê aborî û herwiha jî di warê siyasî de, û bikaranîna vê çendê bo pêkanîna projeya xwe di Bakurê Sûriyê de ya ku jêre bûye wekî kabûsekî.

 - Şoreşa Cemawerî li Îranê, ku dê bibe egerê çengokirina baskên rêjîma Îranê û qutkirina destwerdanên wê di karûbarên welatên cîran de, û dê bandora wê kêm bike, û valahiyek dê peyda bibe, da ku piştre ji aliyê Tirkiyê ve were dagirtin, û qada Sûriyê yek ji wan qadên bazirganiyê ye bo avakirina hevalbendiyên nû di bin navê “dijberiya terorê” de, hevdem ku rejîmên van sê welatan li gor pîvanên yasayî û siyasî rêjîmên herî zêde terorîst têne pejirandin.

-  Lawazbûna dengê Amerîka di pirsa Sûriyê de li vê dawiyê ku rola wê bi tinê maye li ser sepandina hin sizayan li ser rêjîmê wekî yasaya Qeyser, û herwiha serpirştiya Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê.

-  Palpiştiya Komên "Rikberiya Sûriyê" li ser helwêsta Tirkiyê yê necêgîr û ku Tirkiyê şoreşa Sûriyê û pirsa koçberan wekî karta "Joker" li hember dawazkariyên Ewropî derbarê rewşa navxweyî û pirsa kurdî bikar tîne, û gefan li Ewropa dixwe bi penaberên Sûriyê û ji aliyek din ve vê yekê bikar tîne bo berfirehkirina dagîkariya xwe di nav xaka Sûriyê de bi behaneya şerê li dijî terorê.

Civîna di navbera wezîrên berevanî û ewlekarî yên Sûriyê, Tirkiye û Rûsyayê de ya li ser daxwaz û keftelefta Tirkiyê, di serî de li dijî "Rêveberiya Xweser" e, ya ku ji aliyê PYD ve li bakurê rojhilatê Sûriyê li sala 2013an hatibû ragihandin, ku Tirkiyê dixwaze nîşaneyên nû li ser hebûna metirsiyeke mezin li ser hebûna PKK bide, û pêwîstiya kontrolkirina sînoran û metirsiyên ewlehiyê li ser Tirkiyê, ku ev yek ji projeyên Erdogan yên siyaseta wî ya derve ye bo bidestxistina hilbijartinên bê.

Ji aliyê xwe ve, rêjîma Sûriyê dixwaze xwe wekî serketî di şerê li dijî miletê xwe de nîşan bide, û amaje bi "keftelefta hin rêjîman dike ji bo dirustkirina pêwendiyan digel wê", û vegerandina navçeyên berfireh yên ne di bin desthilata wê de, ku serkeftina wê bi awayekî mezin girêdayî êş û azarên xelkê Sûriyê ye.

Herdu tîniyê dîtina hev in, her yek ji wan dixwaze xwe li ser qada xwe pêgeha xwe bihêz bike, lewra herdu jî dixwazin HSD lawaz bikin.

Serokomarê Tirkiyê yê Esed bi "qatil" bi nav dikir niha nizanî kengî wî himbêz bike, bi armanca dûrxistina hêzên HSD 30 kîlometran ji sînorên xwe, ku bi vê yekê dê hejmongeriya Amerîka bi tinê li ser navçeyên "kêlgehên petrolê" bimîne.

Waliyê Şamê jî ketiye lez û bezê bo pêşwazîkirina dagîrker axa welatê xwe, û bi wî re serkeftina xwe li ser xelk û miletê xwe ragehîne.

Di vê hevkêşeyê de her sê alî heta asteke mezin digehêjin armancên xwe, ku serokê Sûriyê kontrola xwe li ser welatekê (dirav şikestî û milet mişext û derbider) xurt bike, û sînorên bakur bi garantiya Tirkiyê misoger bike, û tiştê ku Tirkiyê jî nikarîbû bi şerên leşkerî bidest bixe, bi hêsanî bidest xist, ku wê bikaribe êdî heta (30 kîlometran) derbasî nav xaka Sûriyê bibe), Rûsya ji têgihîştinê razî ye, ji ber ku li nik wê şerê li ser Ukraynayê giraniya xwe heye, hevdem ku naxwaze ti hevalbendên xwe jidest bide.

Kurd bi tinê qurbaniya vê Sînyaroyê ne, hevdem ku di gelek bûyerên dîrokî de bûne qurbanî, tişta ku îro bi serê me tê duh, par û pêrar bi serê me hatibû, ku têgihîştina Tirkî-Sûrî-Rûsya wekî Rêkeftina Cezayîrê û têkbirina xewna Kurdî ye, tevî ku “Rêveberiya Xweser” ya PYD wekî markayeke bazirganî li ser navê Kurdan hatiye tapukirin, lê PYD bi xwe ne nûnertiya îradeya Kurd dike û ne jî derbirînê ji mafên Kurdan dike, ji ber ku bi rêya aliyên derve li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin, û derbirînê li gelê kurd nake ne li ser asta neteweyî û ne jî li ser asta nîştimanî,  tevî qurbanîdana mezin ya gelê Kurd (zêdeyî 12 hezar şehîd û zêdetirî 25 hezar birîndar), lê çarenivîsa vê Rêveberiyê  û xwîna hevqas şehîdan ber bayê diçe!.

Partiya ku kar û barên herêma kurdî "Rojava" ji Qendîlê birêve dibe, berî niha jî dûpişkê Şamê ve hatibû jehrdan, gava serokê wê li ser zexta Tirkiyê ji Şamê qewitand, ev jî tê wê wateyê ku her têgihîştina siyasî û nesiyasî bi desthilatdarê Şamê re bê wate ye, heger di destûra bingehîn de nayê nivîsandin û parastin. 

Li vir, di demê niha de dîtina rêyeke aram gelekî zehmet e û bi baweriya min ew demê bi nakokiyan hatî derbaskirin bi dawî bûye û êdî ji kurdan re ti hêviyek nemaye ji bilî daqurtandina vê tehliyê, ev tehlî ya ku gelek caran me di dîrokê de daqurtandiye û bi sal û zemanan li hember derdeseriya wê me sebir kişandîye.

Kurd bi jidestdana firsendên zêrîn navdar in, çiqas di hunera leşkerî û wêrekiya xwe de serkeftî jî bin, lê serkeftinên wan yên leşkerî bêhûde diçin ji bê tifaqî û nebûna nêrîna siyasî, hebûna nakokî û berjewendiyên kesayetî û girêdana bi nehez û neyarên hebûna gelê Kurd, û dîrok bi Kurdan û bêyî Kurdan timam dibe.

Ev gotara li hejmara 437`an ya Rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.