Pêka raporên belavbûyî, rewşa tendirûstiya “Zeyneb Celaliyan”, girtiya siyasiya Kurd a xelkê bajarê Makoyê li girtîgeha rêjîmê li bjarê Yezdê de baş nîne û ji mafê destpêregihîştin bi çareseriya pizîşkî jî hatiye bêparkirin.
Zeyneb Celaliyan pêştir neştergeriya “Ambolîzasiyona Fîbrom”ê li ser hatibû kirin lê piştî 24 demjimêran li halekê de ku hewcehî bi man li jêr çavdiriya pizîşkî û dawîhatina devreya dermanî li nexweşxanê de hebû, bo girtîgehê hatibû vegerandin û devreya dermankirina vê bi tevav nebibû, niha rewşa tendirûstiya vê rû bi xiranbtirbûnê ve çoye.
Zeyneb Celaliyan li sala 1388 a Rojî de bi tohmeta endametî li yêk ji partiyên siyasî yên Kurdistanê, hate girtin û sizaya bidarvekirinê bi ser de hate sepandin lê li sala 1390 a Rojî de ev sizaya sepandî bo girtîgeha hetahetayî hate guherîn.