Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Êzdiyatiyê de wate û pîroziya çarşemê û cejna çarşema serê nîsanê

12:31 - 10 Kanûna Paşîn 2023

N: Kemal Tolan

Li gorî ez ji Êzdîyatiyê fahm dikim, “Xwedê ji ber nûra xwe Tawisî-Melek di rojeke çarşemê, ya ku ketiye bîstûpêncê meha kanunê(meha 12 gorî mîladî) de afirandiye. Nûra canê min bi gorî Tawisî Melek, bi heyiya Xwedê di yekemîn çarçema serê meha nîsanê(li gorî salnama me ya rojhilatê-şerq) de dahirbuye, dinya pê sor (ronayî) buye û giyan ketiye ser û binê erdê.

Lewma em Êzdî hêjî li gorî gera rojê û salnama rojhilatê îd û arafatên xwe çêdikin. Roja çarşemê di Êzdiyatiyê de roja herî pîroz e û Êzdî hêjî hersal cejna çarşema serê nîsanê(çarşema sor) pîrozdikin“*.

Nemir rahmetiyê Pîr Xidir Suluyman jî di çend peyvên xwe de li ser „wate û girîngî yê“*2 gotiye:

“ Erê Êzidî ji kengî were vê cejnê diken? Piştî me zanî ku, eve serê sala nûye û Xûdê mezin (ÊZĪ) melekekî ji her heft milyaketa di hinêrte erdê da karûbarê dinyayê wê salê birêve bibet û serûguha lê biket, herwosa eve cejna sirûştî ye, cejna vejîn û bûjandina canewera ji dirext û pez û dar û dewen û hemî giyandara..

Dibêjim her wekî gelek dizanin, heke bi duristî nizanîn serhildana vê cejnê li cem wan kengî bûye, lê ew dibêjin: ((kevintirîn û pîroztirîn cejna me sersale)).

Em ji mêjûyê di zanîn miletêt Mîsopotamiya berî çar pênc hezar sala nexasime Babiliya û paşî wan Aşûriya cejneka hosa hebû û herweha miletêt Arî cejna sirûştê û sersalê wa heyî û ji kevinde bi çavekî pîroz berê xo didenê mebest cejna Newroza pîroze.

Vêce cejna sersala Êzidiya êkser wan di înte bîra me, nexasime rêz û qedirgirtina Zerdeştiya bo xak û çandinê û xudankirina pezî, berî wan jî Aşûrî û here wêvetir Babiliya.. noke jî em bi çavekî bilind temaşeyî kelepûr û mêjûya xo diken û tiştê hêja vedjînîteve dibînî li bin saya şoreşa tîrmehê li sala 1969z û hêrve êk ji wan tîtala hate saxkirin (mîhrecanêd beharê) li şarê Mûsil, belê ya ber gotinê dikevit ewe Êzidî her li ser ya berê ev tîtale cejne ne şemirandibû, dibit gihorînek li dîf tiyûrê pêşveçûna şaristaniyeta mirovayetiyê bi serda hatibit, belê wan her parastiye.

Ev cejne heke dûr û kûrtir mirov li pê biçit, dibêjim ev cejne û hindek kiryar û danûstandinêt dî û komkirin û şirovekirina kelepûrê wan dê tîrêjeka ronahiyê li hindek kûjiyêt tarî ji ol û mêjûya Êzidiya ket.

Rê û resmên cejna sersalê 

Çarșembûya êkê ji nîsana Şerqî destpêdiket, ji ber vê çendê roja yekem çarşembûya vê mehê cejna sersalê ye, cejneke bi şaz û girre, sirr û seqema dinyayê bi duristî dişkêt, qîjêniya nivroyêd havînê hêşta bi serda ne hatiye, dinyaye hûn û fênik û xoşe, neye sare û ne ye germe, koka werzê beharê ye, deşt û der, çol û beyar, girik û dol, bi kesketiyê û nefelê, kulîlik û penîrotik û qîvar û giyayîk. kengir û karî û sîrik û nêrgiz û rîhanotka ye razandî û xemilî ye..

Heyva nîsanê meheke pîroze di nav heyvêt salê da heta vê gavê jî Êzidî daweta di vê mehê da naken, jina na înin û dibêjin:((Nîsan bi xo bûka heyva ye, MELEK ZÊN di vê mehê da tête xwarê, deng diket li beharê, ne li hêre bigre heta bi çiyayê şingarê)).

Nîsan bûka xemilî ye, çû bûkêt ciwantir û qeşeng û şepaltir di ser xora nabînit, vêca cejneke hosa pîroz divêt ew heyamek bit berî hingî xo bora karkiribin, di bînî kabaniyêd nav mala çaxê di gehne hev basê hêka û xirvekirina wan diken, eve dibêjit min li ber bû îsal geleka komkem belê pa mêvanêt me diboşin.

Malxoyêt mala bas her basê serbira ye, eve dibêjit min berixkekî hosa yê raçavkirî û êdî dibêjit ma me ji sersalê pîroztir heye çi bikeyîn hêşta ye kême..

Hêvara cejnê ankû sêşembûyê dorêt nîvro kabanî di bezine kiloska û hêka di înine der û core giyayekî di înin û hêka di nav da di kelînin û paşî bi dermanka sor û zer û kesik û renga û reng dikin..

Malxoyêt mala jî serbirêt xo vedkujin û di giron û berhev diken, her li wê rojê core nanekî dipêjin di bêjin Sewik kû bi rûnî dipêjin..

Ye fere her malek hêvara cejnênanekîyan dûya bo her malekê ji malêt gundî bibet û heke bora nebir ankû jêyî zîz û qeherîne..xo heke bora birin nîşana dilxoşî û pêkhatinê ye, şeva çarşembûyê hêşta bedleka şevê mayî ji xewê radibin, kur û kiç qesta dol û girka diken kûlîlik û beybûna diçinin û di înine mal berî bikefte nîsanê hemûya hindek axa ji axkolka berhev kirî çunke meha nîsanê çê nabit erdî bikolin gunheye erdî avise, demê şînbûnê ye, kabanî jî şîrarka di havêne pişta xo û qesta bêrê diken da piçeke şîrî bidoşin û bibite hêvên bo sale hemûyê diçin bi lez û bez her bêrîvanek dû sê pezeka di doşit û dizivirne mal, şivan û berixvan ji ber xatira sala nû pez û berxik û kara têkel diken da sava maka bi mêjin ew jî dilxoş bin. Sibeykê şebeqê kabanî kulîlik û beybûna li derê male diden û her xaniyekî ji xaniyêt male jî dû sê qevdêt kulîlka bi serderê ve diken û hîka dişkînin û qaçkêt renga û reng kirî li ser diden çinkû cejine cejna sala nû ye behare divêt hemu tiîştî xemilî bit..

Sibeykê her malek ji mala kotkeke mastî di destê zarokekî xo diket û bo mala dibet belê dest vala na zivirit, her maleka bora mastî bibet çend hîkeka didetê..

Roj roja zarokaye, ne ya wan û bes, roja kiç û kura û lawaye, roja pîremêr û pîrejinaye, vê rojê hemû di destûr dayîne ji xora yariya biken. Çend terzêd yariya diken (Hêkanê, Mêşkanê, Kabanê). Hêkanê ewe: her êk ji xora hîkeka qayîm û mukum hildibijêrit û dikete deqê xo û hîkanê diken, her çîyê hîka wî şikest dibit pişka hevalê wî, vêca heke êkî hêkeka qayîm hebit bo xo koşeke hîka dibet. yariya Mêşkanê: ewe çend kurek her êk hîkekê dê danine erdî û her çîyê mêşkekê li ser hîka wî dana hemû dibine behra wî.. vêca wê rojê hemû di çine pîrozbaya êk û dû mal bi mal di gerên û her çî mala biçinê dê hîka li ber wan danên û dest bi hîkanê ken.. belê pa şivan û berixvanêd li deştê li ber pezî, pez û xudankirina wî şivankarî cihekê diyarkirî di dan û sitandin û bîr û baweriya wan da wê heyî şivanêd xo ji bîr naken, doruberê nîvro bêrî her êk û xwarneka qeder hale xo lêdnên û xelatekî digel xo hildigirit û diçine pezî.. serkerî (pezê wî ji hemûya bitire) jî digel pirkoya (bêrîvanêd dî pezê wan kêmtire) çaxê nêzîkî şivanî dibin, şivan bi serê pezekî digirit û di înite pêşiya wan pêşkêşî bêrîvana diket, ew jî xwarina înayîn radxên û xelat û diyariyêd înayîn di dene şivan û berixvanî bi keyif û xoşî, yarî û laqirdî û dîlana diken.. hêvarî di zivirne male, hêvarî hindek xort û law ji kiç û kura qesta deştê diken da pez û berxika jêk cûda ken û dizivirne mal.. belê yarî û rabwardin û xoşî bi vê çendê xilas nabin belkû ji nû şemalik têne hilkirin ji nû hingava êkê ye ev keyif û xoşî nêzîkî meh û nîveka vedkêşin û dibine Tiwaf û her înyekê yan çarşembûyekê li gundekî dibine mêvan.

Gelek sipas ji bo mamoste Kovan Xankî, ku ewî ev gotara mamoste Pîr Xidir Silêman, li ser pêşniyariya wî ji tîpên erebî wergerande ser yên latînî!“*2

 

„EV JÎ BEYTA ÇARŞEMBÊYE :

" Beyta Çarşembûyê (Beyta nesîhetêt çarşmbûyê )

 1- Çarşembû rojeka fadile
Melik fexredîn afrandibû ji eşiq û dile
Nasnedikir ruhêt çû xafile ……


2- Çarşembû rojeke bi hisabe
Ji ba wan meleka hatî ev cewabe
Derîyêt xêra divekirîne ji rojhelat heta rojave ……


3- Çarşembû perî kirase
Ji mera dana esase
Nabî xo ji tokê bikî xilase ......


4- Çarşembû rojeke xase çarşmbûyê çarşmbûyê
Hincî mêrê sê rukina bo xo ji îmanê biket esase
Tawisî Melek yî qadire wê ruhê ji agirê dojê biket xilase ......


5- Çarşembûyê xoşkir jîyan
Kesik kir deşit û çîya û zevî û zozan
Ew jî bi kerema pedşê minê êzdan ......


6- Çarşembû ji mera geleke
Çendî heyne si’ûd û feleke
Hemû bi destê Tawisî Meleke ......


7- Dema çarşembû têt ji sipêde
Ebadetê bike ji Xudêra bi ta’et û zêde
Tawisî Melek li te diête fêde ......


8- Dema çarşembû roj hiltêye
Hincî mêrê zû rabit ji xewa berê subêye
Medih û sena bi ket bo navê Xûdêye
Du’a Tawisî Melek ye lêye ......


9- Tawisî Melek yî rêbere yî serwere
Ew melekê her û here
Ew dizanit li vê dinyayê çend qender ax û av û agir û bay û bere ......


10-Ya Tawisî Melek tu melekê axretê û dunyayê
Tû bideye xatira çarşembûyêt her duwazide mehayê
Tû me li fecrê rakey ji xewê da bikeyin ebadetê û du’ayê ......


11- Ebadet li me ye fere
Piris biken ji derwêşan û qelendere
Ka çarşembû çend bi xatire ……


12- Derwêş û qelenderêt safîne
Ji îmanê bi ronahîne
Li çarşembûya di serdayîne ……


13- Hatin serdayîn li çarşembûyan
Daxiwaz kirin ji maleke rehman
Ruhêt zalima bêxne dojê û devê maran ……


14- hincîyê navê Tawisî Melek bîne
yefere çarşembûyê bisediqîne
TawisîMelek dê wê ruhê ji qeda û bela sitirîne ……


15- Hincîyê wacibê çarşembûyê bînte cîye
Borê xo hefsarket li hemû cîye
Înşelahh TawisîMelek jê razîye……


16- Wacibêt çarşêmbûyê li me fere
Neken li çarşembûyê çu zîyan û zerere
Dê cehwer den li dîwan û mehdere......


17- li mehderê deng bi ke
Çarşembûya serê nîsanê reng bike
Emelê xo safî bike......


18- Çarşembûyê emel xoş tê
Ji xêrê ji xilmetê ji xîretê ji ebadetê
Xozka wê ruhê bi cî bînit vê nisîhetê......


19- Hat çarşembûya sore
Nîsan xemilandibû bi xorra
Ji batinda ye bi more......


20- Hat çarşembûya sor û zere
Behar xemilandibû ji kesik û sor û sipî û zere
Me pê xemilandibû seredere......

 
21- Hincîyê serederê bi xemilîne
Bila pisyar ket ev ji ber çîne
Eve xelatêt Tawisîmelek û sultan êzîne
TawisîMelek ewê malê ji qeda û bela di sitirîne......


22- Bêjime we gelî sûnîye
Hîvîya li çarşembûyê zor hîvîye
Hincîyê ferzêt heqîqetê bînte cîye......


23- Bêjme we gelî sûnetê
Li şeva çarşembûyê nefsê nebe şehwetê
Ji ber xatira axretê......


24- Heke hûn digirin axretê
Li çarşembûyê neken xeletê
Da we bixûnin li baxê cinetê ......


25- Dibêjme we ji heqîqetê
Hûn sist nebin li ebadet û me’rîfet
TawisîMelek dê dete we qewetê......


26- Qewete ji îmanê , îmane bi nîşane
Tok û meftûl ,simbêl û girîvane
Evne di ferin bo mêrane......


27- Hincîyê bi îmanê xo nas kir
Li çarşembûya serê nîsanê daxiwaz kir
TawisîMelek ew ruh xelat kir ......


28- Hat çarşembûya ewilî
Durr bi renga xemilî
Ev dinya pê di kemilî......


29- Hat çarşembûya faxirî
Ya TawisîMelek her tû yî qadirî
Te pîranî dahir kir û kire rukin ji ewilî ......


30- Ya Tawisî Melek te ev dinya bi pîranî kir
Karê pîranî te qebûl kir
Karê bê pîranî te hez ne di kir .......


31- Hat çarşembûya qere
Du’a ji melekê ekbere
Karê pîranî bi çite sere......


32- hat qere çar şembûya qere
Hincîyê girîvanê heqîyê li bere
Tawisî Melek jêra mefere......


33- Hat çarşembûya qere
Xelat ji melekê ekbere
Bo ruhê , ji îmanê gurrî diken çira……


34- Çarşembû rojeke xuyane
Ev dinya temam bila pê bizane
TawisîMelek ji merra şehde û îmane......


35- Çarşembû rojeke pake
Hincîyê farîqe bû ji make
Xaliq hemûya dê wefake......


36- Çarşembû rojeke bi nîşane
Hîncîyê bi girit qedrê dayik û babane
Dayim dayim merkeba wî li behrêt giran ye melevane......


37- Çarşembû rojeke emîne
Ezîz Tawisîmelekê min nav şirîne
Bi navê melik Şerfedîn , ji merra bûye dîne ......


38- dîne û şik tê nîne
kesê di bêjit we nîne
melik Şerfedîn surra enîya wî distîne ......


39- ya melik Şerfedînê minê her û herî
Tû bi deye xatira erid û ezman û dar û berî
Tû li me nekeye tengavî , zû li banga me werî......


40- Tû li banga me werî Lalişê
Li çar şembûya serê nîsanê
Melek li adî ( Hadî) diqarit enkara bînte ser rêya îmanê ......


41- Enkar di şikdarin
Xafil di kifarin
Li axretê di bê zarin
Cîyê bo wan vejwartî li axretê dojeye û narin ......


42- Enkar çendî bi enkirit
Û xafil çendî bi kifirit
Li axretê cor û ezaba wî zêde di kitirit ......


43- Hûn binêrine heqîqetê
Ye tijîye ji ebadetê û me’rîfetê
Mixabin hûn xo bidene alî ji ber navê we tê ......


44- Çarşembû roja sulhetê
Hincîyê bo xo bibîne edretê
Her çarşembû roja şefaetê ......


45- Heke te bivêt ser xo rakey core
Zadekî li çarşembûyê bide dore
TawisîMelek yî xefûre , ew nûre li ser nûre ......

46- Çarşembû rojeke girane
Hincî ruha bi ol û edeb û erkane
Ew dê hola xo bete ser holane ......


47- Di bêjme we gelî êzidîyane
Xelatêt TawisîMelek bi gelek rengane
Xîreta dînî serê hemûwane ......

Temametî li navê Xudê û TawisîMelekê mêrane.......*1

 

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê 

 

*Çavkanî :

1        Kemal Tolan, Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 1- 2021 izmir, rûp.: 146-154

2        Pir Xidir Sulayman-  https://www.facebook.com/pir.xidir/posts/2898228686940181