Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îhsan Aydîn: “Di vê erdhejê de, bi dehan gund û navçe hema bêje bi giştî kavil bûne.”

12:05 - 20 Şibat 2023

Me li derheq rewş û çawaniya erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê digel rêzdar Îhsan Aydîn, Endamê Rêveberiya PAKê hevpeyvîn pêk anî û navbirî got: “Mixabin, dewleta Tirkîyê ku gelek caran tûşî karesatên bi vî rengî bibû. Dîsa jî tu amadekarîyên ku bikare mudaxeleyên afatekî bi vî rengî bike tunebû.”

Hevpeyvîn: Hesen Mukerem

P: Rêzdar Îhan Aydîn bi giştî xisarên erdhejê li Bakûrê Kurdistanê çi qas e û kîj bajar girtine?

B: Ev erdhej roja Duşemê 6ê Sibata 2023yan di berbanga sibê de di demjmêr 04.17ê de bi erdhejeke mezin a bi hêza bi 7.7 pileya rîxterê ku navenda wê navçeya Pazarcix a Mereşê li Bakûrê Kurdistanê bû, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê jî da berxwe. Di heman rojê da nîvro di demjmêr 11.00an de erdhejeka din a bi hêza 7.6 pileyê rîxterê navçeya Elbistan a Mereşê dubare hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Semsûr, Kilîs, Amed, Dîlok, Riha, Meletî, Efrîn, Cindirês, Heleb, Hatay, Osmanîye û Edeneyê jî kir, û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina zêdetir ji 46 Hezar kesan û birîndarbûna bi 150 hezaran kesên din. Li gor pisporên vî karî, tê pêşbînîkirin ku jimara mirîyan bigihîje 100 hezarî û ya birîndaran jî bigihîje 300 Hezarî.

Di vê erdhejê de, bi dehan gund û navçe hema bêje bi giştî kavil bûne. Bi hezaran xanîyên bi gelek tebeqeyan hatine xwarê û herwiha bi sed hezaran xanî jî dereceya ku lê man qedexe ye xisar dîtine.

P: Rêzdar Îhan pêragihîştinên dewleta Tirkiyê û pêka alîkariyên cîhanî bo mexdûran çawa ye?

B: Mixabin di warê afatekî bi vî rengî de em dikarin bêjin tu amadekarîyekî birêkûpêk a dewleta Tirkîyê tunebuye. Herdû rojên pêşî xelk bi xwe lê dixebitî ku kesûkarên xwe ji bin kavilan derxin.  Birînên xwe bixwe bipêçin.

Mixabin, dewleta Tirkîyê ku gelek caran tûşî karesatên bi vî rengî bibû. Dîsa jî tu amadekarîyên ku bikare mudaxeleyên afatekî bi vî rengî bike tunebû.

Piştê du rojan ku alîkarî ji welatên din hatin, karîn mirî yan jî sax,  mirovan di bin kavilan de derxin.

45-50 dewletên cîhanî hem fîzîkî û hem jî aborî alîkarîya xwe gîhandine dewleta Tirkîyê û mexdûrên erdhejê.

Ev felaket ewqas mezine ku, li gel alîkarîya ewqasa dewletên navnetewî jî, hêj jî bi deh hezaran mexdûr bê nan û av, bê şûn û war, bê derman û çadir û pêwîstîyên mirovî  li kolanan dijîn. Piranîya mirîyan bê kefen û di gorên bikomel de têne definkirinê.

P: Gelo ev gotina ku dibêjin dewleta Tirkiyê hawar xelkê Kurd yên erdhej lêdayî de naçe an jî kêm hawara Kurdan diçe ev gotinên han çiqas rast in?

B: Dewleta Tirkîyeyê, bi taybetî  di 2 rojên ewil da, ne bes li bajarên Kurdistanê, herweha li Hetay a ku bajarê Tirkîyeyê jî di nav da, Dewleta Tirkîyeyê hema hema  li tu cîhên erdhejê da tunebû.  Ji bo felaketên bi vî rengî  Dewleta Tirkîyeyê ne xwedîyê tu amadekarîyên cidî bû. Piştî erdhejê jî, Dewleta Tirkîyeyê rê neda ku ji derveyî dezgehên girêdayî wan in, tu dezgeh û kes alîkarîyan bigihînin mexdûrên erdhejê.  Ev herdu xeletî û helwest bû sebeb ku  hejmara mirî û birîndaran û zerar û mexdûrîyet zêdetir bibin.

Piştî vê helwesta Dewleta Tirkîyeyê, di raya giştî ya Kurdan da fikare û fikrek  xurt belav bûye ku, Dewleta Tirkîyeyê vê erdhejê ji bo guhartina demografîya Bakurê Kurdistanê ji xwe ra bike wek firsendekê. Ji ber ku tarîxa Dewleta Tirkîyeyê di vê derbarê de bi gelek nimûneyên guhertina demografîya Kurdistanê ve dagirtî ye , helbete ev jî ne tiştekî weha ye ku, meriv bibêje nabe.

P: Rêzdar Îhsan Aydîn hin vîdyo belav bûne dibêjin ku ev erdheja dest çêkriye an heman piroja Harpe ye, hûn bizanin dewleta Tirkiyê bizanebûn ev kiryara encam dabe, û eger encam dabe dibe ji ber hilbijartina be an girêbesta Sicepico be?

B: Ez bixwe nizanim ka gelo bi teknîka pêşketî ya îro meriv dikare erdhejekî wiha organîze bike? Lê, ez pê nebawerim ku teknîk gihîştîye wî astî.

Li vir meriv dikare bêje ku dewleta Tirkîyê guh li gotinên gelek pisporên vî karî girtîye. Ku bi dehan pispor ji bo rêvebirên dewleta Tirkîyê gotine ku, xeterî, metirsîyekî mezin heye ku dikare her dem bûyerekî bi vî rengî li vî xeta ku erdhejîya ye û deverên din jî erdhej pêk werin. Lê, rêvebirên dewleta Tirkîyê wek pêwîst guh nedana van gotinên pisporan. Xwe kerr kirine û li gor pêwistîyê tevnegerîyan e. Amadekarîyan nekirine.

Li gel vê rastîyê tiştekî esasî jî heye ku, di eslê xwe da erdhej mirovî nakuje; avahîyên ku ne li gorî prensîbên endazyarîya jeolojîyê û bînasazîyê û ne li gorî rastîya erdhejê hatine ava kirin mirovî dikuje.

P: Rêzdar Îshan ev alîkarî gihandina Herêma Kurdistanê bo xelkê Başûr çi bandorek li ser pêwendiyên dinavbera Kurdan û Tirkiyê de heye?

B: Helbet em dikarin bêjin li nav welat û li diyasporaya Kurdistanî bi hestên birayetîyê û hemwelatîyê çi Partîyên sîyasî, çi dezgeh û sazîyên medenî û çi kesên welatperwer û mirovhez her yek ji alîyê xwe ve li gor qeweta xwe xîret kirin û li kes û karên xwe yên mexdûr xwedî derketin. Eva cîyê teqdîrê, cîyê serbilindî û cîyê kêfxweşîyê ye.

Lê, dema ku meriv bi hişmendîyekî netewî bifikire, dibê pêşî meriv bi serbilindî texdîr bike ku îdareya Hikûmeta  Herêma Kurdistanê û Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî bi erkekî xwe yê mezin û hem di astê cîhanî û herwiha di hestên biratîyê de ya herî pêşî ku xwe gîhande birayên xwe yên mexdûr, Îdareya Herêma Kurdistanê û Weqfa Xêrzwazî ya Barzanî bû. Dibê her kurdekî bi vêya fexir be û şahnaz be.

Helbet ev helwest û kiryar di navbeyna her çar perçeyên Kurdistanê de, di hişmendîya neteweyî de, di hestê biratîya neteweyekî de, û ya herî girîng di xwedîyê desthilatbûnê de bandoreke erênî pêkhanîye. Hestê biratîyê, hişmendîya yek neteweyîtîyê, û ya herî girîng fikir, hişmendî û daxwaza azadîyê germtir û bihêztir kir.

Îhsan Aydin

Endamê Meclîsa Partîya Azadîya Kurdistanê- PAK

Û Endamê Rêveberîya PAK Ewropa