Bereya Yekgirtiya Kurd bi hilkefta 21`ê Şibatê salroja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê, peyamek belav kir.
Di beşek ji vê peyamê de hatiye:
Gelê Kurd bi sebeba perçe perçe bûn û bin destiyê nekariye zimanê xwe di bin givaş û zordariyê de der bixe. Tevî wan hemû berbestan û bi dana baca zêde, gelê Kurd kariye zimanê xwe biparêze û geş bike, lê ev yeka bi vê wateyê nine ku serdestiya zimanên din bi taybet li warê perwerdehiyê de, bandoreke neyînî tune be.
Mixabin li heyama sedsalên derbasbûyî de, piştî çêbûna çemka dewlet û netewe û wekhevîkirina zimanê perwerdehiyê bi sûda zimanê neteweya serdest û bi zirara zimanê neteweyên din û dinavbera wan de zimanê Kurdî bûye, û ev zimana yek ji zimanên herî zirar berketî bûye.
Hejmoniya 3`ê zimanên Farsî, Erebî û Tirkî û êrîşa wan li her alî de, zor li zimanê Kurdî kiriye û piraniya deman li ser saykolojiya takê Kurd jî bandoreke kûr hebûye û xwe bikêm zanîn di hundrî takê Kurd de çê kiriye. Ji bo vê ku takê Kurd, xwe an zaroka wî bikarin di nav neteweya serdest de cihê xwe bike, neçar bûye dev ji ziman û kultûra xwe berde û rê, şêwaz û zimanê neteweya serdest weke amûreke pêşkevtinê werbigire.
Lê, di cîhana îroyîn de, bi hebûna amûrên ragihandinê, ji hev haydarbûn û têgihîştinê re, her çend givaş û pîlan bo jinavbirin û mehandina zimanê Kurdî li gorê de be; her bi wî astî û heta zêdetir bersivdan û hewldan û têkoşîn bo geşe dan bi zimanê Kurdî li gorê de ye. Zehmet e gelê Kurd rê bi jinavçûna zimanê dayîkê yê xwe ku weke nasnameya wî ya dîrokî ye bide.
Ev yeka di halekê de ye ku, bi pîvera hemû yasayên navxweyî û navdewletî, erka desthilatê ku bi asta zimanê hevpar bo zimanê neteweyên din jî hêla perwerde û hînbûnê biafirîne, mixabin heta niha desthilatê berewajî reftar kiriye.