Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevbendî an jî şopandin

11:34 - 27 Şibat 2023

N: Kerîm Perwîzî

W: Hesen Mukerem

Li Îranê şoreşa Jînayê dimeş e, herçiqas ku rejîm lez û bez dike ku nîşan bide her tişt sekiniye û bêje Îran bûye biheşt û bêdengî zal e! Lê, her carê wirda wêrda denge dengek bilind dibe û nîşan dide ku şoreş, bilind û nişîvên xwazaya xwe dipîve.

Şoreş di welateke pir netewe weke Îranê de, ku desthilateke koloniyalîstî û mafyayî bi ser de zal e û hevahengkirina tev pêkhateyên civakê kevtine digel şoreşê, dijwariyên xwe hene û dem hewce ye ku bigihîjin bi vî asta hevahengiyê ku bihev re hêzê bidin bi herifîna vê sîstema gendel û tawanbar.

Yek ji faktorên girîng yên berdewamiya serhildan û serkevtina şoreşê, wiha ye: Bêzariya xelkê ji sîstema niha û hilweşîna rewa ya vê sîstemê li hizra taken civakê de, ku di niha de bi agir berdana tev sembolên vê desthilatê û heta bi agir berdana Huseyniyan û Feyzeyan û peykerên pasdar û kirêgirtiyan, ew hilweşîna di hizra taken neteweyên Îranê de cih girtiye.

Xala piştî vê wiha ye: Li pêxema resimandina paşerojek ku xelkê ber bi paşerojê hand dide.

Di şoreşê de bo geşkirina çirûskên xebatê, kerib vebûna xelkê li rejîmê esas e, lê bo berdewamî dan bi serhildanê dîmenên hevpar girîngtir in. Bi vê wateyê ku bo berdewamî dan bi serhildanê hewce ye xelk bo paşeroja xwe mînakek li berçav hebin ku bizanin li hundr de jiyaneke asûdetir û baştir dê hebin û dubare tûşî bêbexiyên weke niha nabin.

Yaku hêvî û paşerojê çê dike wiha ye: Li gotin û şirovekirin û herwisa kiryarên wan kesan in ku dibin rêberê xelkê an dixwazin bibin bi rêber û rênîşanderên xelkê, bi vê wateyê ku hin mirov bas ji azarên xelkê dikin û rêya drust bona vêde dana azaran nîşanî xelkê didin û dermanê paşerojê dest nîşan dikin û çareserbûna birînên civakê û piştire jî rihetiya jiyanê dixin ber çavên xelkê, û dikarin bibin rêniwîn û rêberê xelkê, lê bi vê mercê ku azarên rast yên xelkê bas bikin û di kiryarê de jî bidin selmandin ku digel xelkê rast bêjin!

Her pêka vê yekê, eger hin mirov hewla rêniwînî û rênîşanderiya xelkê didin, dibe pirsgirêkên sereke yên civakê nas bikin û bas ji astengiyên rast bikin. Li civaka Îranê de rêber dibe bikarin pêkhateya rast ya civakê nas bikin û bas ji rastiyan bikin û cudahiyan bi fermî nas bikin, heta ku bikarin nerînên xelkê bo aliyê xwe rabikêşin.

Di civaka pir netewe û pir reng a Îranê de, dibe rastiyan qebûl bikin da ku pêkhateyên civakê rêniwîniyan qebûl bikin. Nabe hebûna cudahiyan înkar bikin û bi zimanê birîndarker bi xelkê re biaxivin û çavnhêr jî bin ku xelk piştevanê wan bin!

Mirovên wisa dikarin li Îranê dengê xelkê bikin bi piştevanê xwe ku, pir netewe bûna Îranê biselmînin û vê yekê qebûl bikin û rêçare pê bin bo paşerojê ku ev pir netewe bûna çawan bi hevre rêk dikevin.

Di Kurdistanê de, ev çendîn dehkin ku dengê şoreş û serhildanê bilind e û di çend qonaxan de jî çepera azadiya hemû Îranê bûye û di şoreşa Jînayê de jî bû rê xweşker û bi hêviyekê hat temaşe kirin, û ev yeka jî ji ber vê hatiye gorê, çimkî li Kurdistanê li ser bingeha xast û daxwazî û êşên gel birêve çûye, nek hewla tekireviyane û bo sepandina hejmoniya biyanî û sepandina sîstema serweriyê!

Li beşên din yên Îranê de ku, cihê jiyan û rûniştina neteweyan e, xebata neteweyî kêm û zêde birêve çûye û li hinekan de Kurdistan weke mînak ji xwe re dibînin û xasta mafxwaziyê di wan beşan de bilindtir bûye.

Her ji ber vê yekê ye ku, rêçare û rêyek tekrevî û sîstemek navendiçî, nikare êşên gelan pê be û her ji ber vê yekê ye jî ku bas ji vê tê kirin ku sîstemên takperestan û sîstemên hatinî cerbandin yên şikestxwarî bo paşeroja Îran rêçare nin in.

Li ser esasa wan heqîqetên ku partiyên Kurdistanê û bitaybet Partiya Demorkat çi berê û çi jî niha di şoreşa Jînayê de dibêjin û digel hemû aliyên siyasî gotûbêjan pêk tînin, bo vê ku ji wan re bêjin paşeroja Îranê bi bê liberçavgirtina heqîqetên di nav Îrana paşerojê de baş nabe û ewlehî jî tuna be. Ji bo vê ku rêya drust ku bihevre jiyana hevterîba hemû neteweyan bi neteweya Faris re jî hilbijêrin.

Her di vê pêxemê de, digel aliyên cuda civiya û gotûbêj encam da û encam dide, lê hevbendî û hevkarî, vî demî tê gorê ku aliyek pêngavek ji qebûnkirina daxwaziyên neteweyên Îranê bê pêş û heqîqetan bibîne.

Bi vê mînaka ku li derheq meydanên siyasî li Îranê berçav dikevin, pir dijwar e ku hemû girûp û aliyên siyasî xwe di bin yek platforma hevpar de bibînin, çimkî dîtingeha wan bo niha û paşeroja civakê yek nin e.

Emê Kurd me bas ji dîtinehên xwe kiriye û sîstema serwerî û îdolojîk û hizra faşîstî û şovenîst û zêdexwaziya Îranşehrî red dikin û li hemberî her cure dîtingeke înkarê  de radiwestin.

 

Di nav girûpên siyasî de jî girûpên wiha hene ku bi şanazî bas ji serkevtinên serdemê Rizaxan û kurê wî dikin û her cure baskirin ji parvekirina desthilatê di nav neteweyan de weke hêla sor dizanin û tohmeta rizî ya sedsalî li ser wî xelkî de didin sepandin. Digel girûpek wiha de neku alîkarî nayê kirin, belku çavnhêriyeke pêkenok a dîrokî ye ku eger kesek wisa bizane ku dibe di navbera diz û maltalankirî de hevbendî çê dibe.

Girpên Farsan jî, cudahî û hinek caran jî dijberiya wan jî pir zêde ne û eger bo mînak Mocahid û Paşaxwaz îmkana bihevre bûna wan nine, lê girûpek din heye ku li dijî her du ji wan e! Her ji ber vê yekê ye ku di yek platformê de cihê wan nabe.

Neteweyên wan, girûp û partiyên xwe hene û hinek ji wan di çend yekîtiyên weke Kongireya Neteweyan û herwisa Şêwireya Yekgirtî bo Demokratsiyê hene û her di nav girûpên siyasî û kesên çalak di şoreşê de li nav neteweya Fars de jî hene kesên ku hizra demokratîk a wan heye û dîtingeke vekirî jî hene û bi nêzîkbûn bi wan re dibe ku rêçareyeke hevpar digel wan bê darêtin.

Eşkere ye tişta ku di paşerojê de çê bibe dê bibe bingeha pergala paşerojê, ji ber vê yekê dirûşma neaxivitina li ser paşerojê û gotina dirûşma "Îro tenê yekîtî" di serdema şoreşa gelên Îranê de, ku Xumeynî û destûpêwendiyên wî berhema şoreşê dizîn û bi vê diruşma ku bas nekirina paşerojê û tenê îro yekitiyê bike!

Hevbendî û nêzîkbûna girûpên siyasî û çalakvan ên navdar di şoreşê de li ser bingeha nerîn û xeyaleke hevbeş çê dibe. Diyar e hevbendî bi wateya şopandinê nine, belku wateya xalên hevpar û bi hev re di rêwîtiyek di heman rê de pêngava havêjin. Lê, em vê yekê dizanin ku her gava ku em bavêjin ji bo berjewendîyên me yên netewî ye û em bi bîr tînin ku Kurdistan û Kurd li me temaşe dikin!