Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma biaxspartina têkoşereka Hizba Dêmokrat li Biljîkê de bi rê ve ço

11:29 - 2 Çirriya paşîn 2025

Roja Pêncşemî 30ê Çiriya Pêşîn, li bajarê “Êvir” li welatê Biljîkê, ji aliyê Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve rêûresmek bi şan bo biaxspartina termê têkoşera dêrîn û mandînenasa Hizba me xatûn “Helîm Qadirî” bi rê ve ço.

Mixabin xatûn “Helîm Qadirî” bi sedema nexweşiya Şêrpencê û piştî berxwedanek demdirêj digel nexweşiyê, li roja Şemî 25ê Çiriya Pêşîn, koça dawiyê kir.

Xatûn Helîme, keça rêzdar Qadir Qadirî û xatûn Pûreşemê, li sala 1379 a Zayînî li malbatek têkoşer û Kurdpewer a xelkê Pîranşarê, li bajarê Qeladzê de ji dayîk bibû.

Heta qonaxa Fakulteya Perwerde li beşa Civakî de bo salekê xwendin berdewam kir û li sala 2005 a Zayînî de jiyana hevpar digel rêzdar “Dara Natiq” pêk anî.

Cihê gotinê ye ku xatûn Helîme Qadirî, 4 xwîşkên hene ku jiyana hevpar digel pêşmergeyên Hizbê pêk anîne û dilsozî û xemxweriya vê malabata serbilnd bo Hizba me cihê rêzgirtin û pêzanînê ye, xatûn Helîm birayek bi navê “Hesen” hebû ku ew jî li welatê Swêdê de koça dawiyê kir.

Xatûn Helîm, çendîn salan endama Birêveberiya Komîteya Zagrosê, endama Birêveberiya Yekîtiya Jinan, endama Birêveberiya Yekîtiya Ciwanan û endama Birêveberiya Komîteya Hizbê li welatê Biljîkê de bûye û heta dawî demên jiyana xwe, bi asteke herî bilind a disoziyê, li xizmet bi Hizba xwe de berdewam bû.

Xatûn Helîm, jinek dilsoz û li serxwe û cihê baweiyê bû û li karê Hizbî de gelek micid bû û bi sehkirina berpirsayetiyê karên xwe bi rê ve dibirin.

Xatûn Helîm Qadirî, li sala 2022 a Zayînî de Kurdistan bi cî hişt û li welatê Biljîkê de cihgîr bû, her li wir jî wek li Kurdistanê, dest bi kar û tekoşîna Hizbî kir û li asta herî bilind a dilsoziyê de karên xwe bi rê ve dibirin û bilî endametiya li Komîteya Hizbê li Biljîkê, endama Komîteya Jinan li Biljîkê bû.