Karnasekî aborî yê rêjîmê yê bi navê “Elî Qenberî” ragihand ku egera derbasbûna nirxa Enfilasiyonê ji %50 li îsal de heye û goşt û derman ji şiyana kirîn a malbata derdikeve û nikarin wan hewcehiyên xwe dabîn bikin
Navbirî ragihandiye bi rohnî tê dîtin ku kirîna goşt ji aliyê malabatan ve gelek kêm bûye û bi kêmî kiryarên goşt hene ku sedema vê, neşiyana malî ya malbatan e û herwisa îşare kiriye ku bi sedema bilindbûna nirxan, kirîna dermanan jî êdî ji şiyana malbatan derdikeve û gelek ji nexweşan nikarin dermanên hewce bikirin.
Herwisa diyardeya kirîna xwarinan bi qist roj bi roj li Îranê de berfirehtir dibe û gelek caran heta dana wan qistan jî bo hejaran gelek dijwar e, ji aliyê din ve hinek kewirtiraşên taybet bi çêkirina kêlên goran, dest avêtine firotina bi qist a kêlan, ev yeka dide xuya ku hejarî li Îranê de bi qasek dijwar bûye ku dabînkirina xercê biaxspartinê jî bo hejaran bûye qeyran û malbat û kesûkarên miriyan neçar dimînin bi qistî kevir û kêlên bo ser gora miriyê xwe, bikirin.