Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê de berdewam e

10:08 - 2 Çirriya paşîn 2025

Pêka dawî raporên belavbûyî, 2 girtiyên xelkê Efxanistanê ku nasnameya wan nehatiye zanîn û “Emîrhusên Zahidî, Mîlad(Emîn) Kûbiş, Mecîd şahpewsendî, Mistefa Efşar, Melik Elî Emînî, Hebîb Xanî û Nasir Mahîdeştî”, li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Meşhed, Gunbed, Zencan, Kerec, Melayir, Nehawend û Qezwîn”ê de hatine bidarvekirin.

Tevî huşdarîdanên navnetewî bi rêjîma Îranê bo sekinandina bidarvekirinan û herwisa hilveşandina sizaya bidarvekirinê, rêjîma Îranê ji destpêka îsal ve zêdetir ji hezar kes li girîgehên xwe de bidar vekirine.

Rêjîma Îranê sepandina sizaya bidarvekirinê û herwisa bidarvekirina girtiyan li girtîgehên xwe de wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet gelên Kurd û Belûç bi kar tîne.