Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 77emîn Salvegera Komara Kurdistanê da Pêşewa Qazî Mihemed Bangî Kurdên Cîhanê Dike

20:19 - 5 Şibat 2023

N: Mustafa Ozçelîk

Komara Kurdistanê, 77 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê hate îlan kirin.

Piştî tecrubeyeke 11 mehan, dewletên mezin, ji ber berjewendîyên xwe rê danê ku Dewleta Îranê di roja 17.12.1946an da Komara Kurdistanê birûxîne.

Serokomar Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Je-Kaf, a ku paşê navê xwe guhertibû bi navê PDK Îran berdewam kiribû, pêşengê damezrandina Komara Kurdistanê bû. Lê Komara Kurdistanê  ne tenê komara kurdan bû, herweha komara hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yên li Rojhilatê Kurdistanê bû. Komara Kurdistanê ne  bes Komara Mehabadê û ya çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê  bû; Komara hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Komara Kurdistanê bi beşdarîya nûnerên ji hersê perçeyên din ên Kurdistanê hate îlan kirin. Nûnerên perçeyên din ên Kurdistanê jî,  bi bîr û bawerî û hişmendî û hest û helwesteke neteweyî, nîştimanî, kurdistanî tevdigerîyan, li Komara Kurdistanê xwedî derdiketin.

Hêza Pêşmerge, Alaya Kurdistanê, sirûda neteweyî Ey Reqîb, nirx û sembolên neteweyî, nîştimanî yên Komara Kurdistanê bûn. Zimanê Kudî zimanê fermî û zimanê perwerdeyê bû.

Komara Kurdistanê bi hişmendîya ku ji bo hemû hemwelatîyan ra bingehê sîstemeke hiqûqî, demokratîk ava bike, wek yekem dewleta  Kurdan a bi şiklê komarî hatibû damezrandin.

Di dema îlan kirina xwe da, Komara Kurdistanê, li Rojhilata Navîn a ku di bin zordariya dewletên deshilatdar û dagirker da bû, bibû nimûneyeke azadî, demokrasî û nûjenîyê.

Belê Komara Kurdistanê destkeftin û serbilindîyeke hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê bû.

Komara Kurdistanê ya ku bi Serkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed hate îlan kirin, xwe  wek Komareke Otonom pênase dikir, lê di eslê xwe da, bi hişmendîyeke neteweyî û niştimanî,  bingehê dewletekê ava dikir.

Jiyan, helwest, şexsîyet, wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê, di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî û wazîfeyên me yên netewî û dîrokî pêşkêşî me dikin.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me ra dibêjin ‘’Li Alaya Kurdistanê xwedî derkevin; dibêjin hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastina mafê çarenûsîya miletê Kurd bila bingeha sîyaseta we be’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me ra dibêjin, ‘’Dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin; dibêjin hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebin; dibêjin rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê  bangî hemû  serok  û rêvebirên Başûrê Kurdistanê û gelê me yê başûr dikin û dibêjin ‘’Ew nakokî, pirsgirêk û nexweşîyên xwe yên navxweyî deynin alîyekî; hemû dezgehên dewletbûnê yên leşkerî, aborî, îdarî, ewlekarî yên li Başûrê Kurdistanê bikin yek; bila azadî, demokrasî, edalet ji hişmendîya we kêm nebin. Li himberî Bexdayê û hemû dewletên cîhanê yek deng bin; ji bo ku madeya 140î  bê bicîhanîn destbidin hev’, xebateke berfireh bimeşînin’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê bangî  50 milyon Kurdên cîhanê dikin û dibêjin ‘’Wekî ku me bi xwîşk û birayên xwe yên ji her çar perçeyên Kurdistanê, li Mehabadê, Komara Kurdistanê îlan kir; hûn jî li destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin; rêze li hikumranîya Parlemento, Hikûmet, Serokatî û Hêza Pêşmergeyên  Başûrê Kurdistanê bigirin. Li destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê hene xwedî derkevin’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me ra dibêjin ‘’Li  Rojavayê Kurdistanê Mitabaqata  Dihokê pêk bînin, îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî , dîplomatîk damezrînin. Rêya statuyeke sîyasî, milî ya li ser erdnîgarîya Rojavayê Kurdistanê bi tifaqa nevxweyî xurt bikin; dibêjin, azadî, demokrasî û edaletê ji xwe ra bikin rêbaz,  bi kiryarên totalîterî,  nebin wek wan dewletên ku  Kurdistan dagir kirine’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me ra dibêjin ‘’Li Rojhilatê Kurdistanê yekgirtin, tifaq û raperîna gelê me ya piştî qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî, dikare wekî sala 1946an rêya firsendeke dîrokî bîne  ber derîyê gelê me. Bi tifaqeke xurt, berfireh ya neteweyî, nîştimanî, bi sîyaseteke ku hûn li Îranê û li cîhanê dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin,  hûn dikarin pêşewazîya vê firsendê bikin. Û ez hêvî dikim û bawerim ku, bi xebat û hevgirtina we, di demeke ne dûr da, vê carê ew Alaya pîroz dê ji Meydana Çarçira ya azad ve neyê xwarê’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me ra dibêjin ‘’Divê li Bakurê Kurdistanê hûn bîr û bawerî û hişmendîya Kurdistanî xurt bikin, li zimanê kurdî xwedî derkevin’’.  Dibêjin ‘’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan li ser nirxên netewî û Kurdistanî pêk bînin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê da bin; yên nikarin di nav dîyalogê da jî bin, bila dijminatîya hev nekin’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me ra dibêjin, ‘’Li Bakurê Kurdistanê îro hûn çi mafên xwe yên milî bikaribin bidestbixin, ji wê derê destpê bikin, bêyî ku hûn armanca xwe ji bîr bikin, ji bo her mafekî xwe  bixebitin. Bidestxistina her mafekî biçûk ê neteweyî, dê rêya  azadî û serxwebûnê xweştir bike’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me ra dibêjin ‘’Li dîasporayê, li ser hişmendîyeke neteweyî, nîştimanî dest bidin hev; dezgehên bi yek armancê hatine damezrandin, yên wek hev, nêzî hev bikin yek; yên nikaribin bibin yek, bi hevdu ra bixebitin; dîplomasîyeke xurt bimeşînin; li dîasporayê li ziman, kultur, dîrok û nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me ra dibêjin, ‘’Îro şerdên Kongreyeke Neteweyî tune be jî, hûn dikarin di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên dîasporayê da, Navendeke  Koordînasyonê li dar bixin da ku hûn bibin alîkar, piştgir, hevalbendên hev û hûn zerarê nedin hevdu’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji serok, rêveber û endamên hemû partîyan ra dibêjin ‘’Ne serokatîya we, ne rêveberatîya we, ne navê partîyên we ji doza azadîya Kurdistanê, ji xwîna şehîdên Kurdistanê, ji keda têkoşer û xebatkarên doza Kurdistanê ne bi qîmettir e, ne pîroztir e’’.

Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê ji me hemûyan re dibêjin ‘’Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe da bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxisinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin’’.

Belê, têgihîştina wasîyet û rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê, herweha rê lêvekirina azadîya Kurdistanê ye.

Gava ku em li gorî wasîyet û rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê tevbigerin û ji tecrubeya wan dersên pêwîst derbixin û li gorî wê tevbigerin, dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed û yê hemû şehîd û kedkarên doza azadîya Kurdistanê  şad bin.

Em Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.

N: Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê