Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cudahiya Nasyonalîzma Kurdinî digel şîvînîsmê

21:48 - 27 Adar 2023

N. Bêhzad Simko

Di pirniya şoreşên mezin û biçûk ên Kurdistanê de bi taybet yên ku piştî şehîdbûna Simkoyê Şikak li sala 1930 û piştre jî piştî hiloşîna Komara Kurdistanê di sala 1946an, kesayetiyên xwedîbandor ên Kurdistanê di partiyên cuda û girêdayî bi dîtingehek siyasî de li Kurdistanê mijûlî şer li dijî dagîrkerên Kurdistanê bûne.

Di destpêkê de hewce ye ku basek li ser nasyonalîzmê bê kirin kanê çi wateyek heye û gelo ev wate bi tevahî welatparêzî, kurdinî û Kurdistanpeweriyê li xwe digere an na, û reftara dagîrkeran li hember nasyonalîzma Kurd bi çi awayekî ye.

Nasyonalîzma di cîhanê de bi vê wateyê tê pênasekirin ku nasyonalîzm bi van kesan re tê gotin ku amadene li pêxema berjewendiya netewa xwe û pêşxistin û yekîtî û parastina netewe û nasnama neteweyî ya xwe de fîdakariyê bikin û amade ne di gel her aliyekê şer bikin ku di cehda lawazkirina netewa wan didin.

Di nava netewa Kurd de jî hesta nasyonalîzma Kurdî ye ku kariye li hember siyaset û dîtina şovinîzma netewên din de Kurd û Kurdistanê ji helandin û jinavçunê biparêze. Li hember hesta nasyonalîzma Kurdan de jî, netewên baladest û dagîrkerên Kurdistanê hesta şovinîsma xwe bikar anîne, Şovînîzm jî tê vê wateyê ku kesek yan neteweyek ji bo mana xwe înkara heçî neteweyekê din dike û li pêxema parastina xwe de cehda ji navbirin û helandina netewên din dike û dixwaze wan bike pare ji xwe bi armanca xwe mezin kirinê. Wate hebûna xwe di nebûna xelk û netewên din de dibîne.

Ev hesta nasyonalîzma berçav teng û şovînîsmane di Îranê de li dema desthilatdariya Riza şah û melayan de zêdetir xwe derxistiye.

Ev hesta di nava netewa Fars de ku di sed salên derbasbûyî de xwe bi ser hemî netewên din de sepandiye û deshilatdar bûye û naxwaze vê bala destiyê ji dest bide, hind bihêze ku netenê kesên deshilatdar di Îranê de, belkî gelek caran ev farsên ku xwe pêşkeftî û demokrat û opozîsyonê hikûmetê jî dizanin, amade ninin ku îtrafê bi nasname û hebûn û mafê netewên xeyrî fars di Îranê de bikin.

Ez bawerim di Kurdistanê de bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, ger hesta nasyonalîzma netewî bihêz e, lê di hember de reftara netewa deshilatdar anku Fars di Îranê de hinde bihêztire ku înkara mafê Kurd û netewên din faşîsma Fars çêkiriye, û ji bo kêmkirin û lawazkirina hesta nasyonalîzma Kurdan, ji gelek pîlan û rêkan mifahê werdigrin, mirovên herî demokrat di nava Farsan de jî her wekî deshilatdarên Tehranê bi heçî awayekê înkara maf û nasnameya Kurdan dike û ger hinek xwe dujminê mafê netewan dizanin û deshilatdar in û hêza tepeserî û çekê bi dijî Kurdan bikar tînin, lê hinek ku xwe opozîsyon jî dizanin, ev bi awayekê din dijayetiya mafê netewan dikin, ev mifahê ji peyvên xapêner yên weke Demokrasî, Beraberî, Edalet, Sekolarîsm, Hemwelatî bûnê mifahê werdigrin û wan peyvên birqok dihavêjn meydanê daku karibin libekê Kurdan ji hesta nasyonalîsma bi dewletbûnê, serxwebûnê û rizgariyê dûr bixin, ku wisa ye derb û birîna kar û siyaseta dijberiya opozîsyonê gelek xeda û kûrtir e ji dijayetiya rasterast a deshilatdarên rejîma Îranê.

Di rewşeke wiha de jî nasyonalîsma Kurd berwajiyê hemû zilm û zordariya ku bi ser Kurd de hatiye sepandin ji bingeha netewiya xwe ku li ser wekheviya mirovan, rêz ji neteweyên din û parastina aşitî û lêbihorînê, dûr nekevtiye, hêj nasyonalîsma Kurd xwe serweyî çi neteweyên din nezaniye, hêj nasyonalîsma Kurd bilî berevanî ji xwe ti êrîşek bo ser dagîrkeran nekiriye û hêj ti neteweyek wek dujmin nedîtiye, ew di halekê de ye ku hemû dagîrkerên Kurdistanê berwajiyê vê hizra Kurd digel Kurd reftar kirine û di her rewşekê de heta di rewşekê de ku gelek lawaz bûne nasyonalîzma Kurd wek dujmin binav kirine û dijayetiya tevaw digel kirine.

Nasyonalîsma Kurd li ser pêgeha bihevre jiyana mirovane li çarçoveyeke diyarîkirî de ye, di şoreşa Simko û Komara Kurdistanê de ti basek ji serwetirbûn ji neteweyên din nehatiye kirin, îro jî tevî hemû dijatiyan hêj Kurd li hember dujminên xwe de nebûne şovînîst û cehda jinav birin û nehêlana çi neteweyekê nakin, ew şêwaza reftara Kurd an nasyonalîzma Kurd pêk aniye, ji berê ve heta niha her bi wî awayî nasyonalîsma Kurd hatiye şirovekirin û gelê Kurd di vê yekê de nirxên gelek giran dane û kesayetiyên wek Simko, Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî û bi hezaran leheng û egîdên xwe li ser vê dozê ji dest dane.

Gelek caran mixabin dujminan karîne parek ji Kurdan û bi taybetî kesên xebatkar û xwedî bandor bixapînin û bi dana hinek sozên direvîn karîne wan Kurdan ji hesta nasyonalîsma Kurdî cuda bikin, ev yeka jî bêguma bandoreke nerênî dadinê ser yekîtî û yekrêzî û hesta nasyonalîsma Kurdî û bê guman yê di vê navberê de serkevtiye dujmine.

Di dawiyê de hewceye gotinek ji şehîd Simko ku gel bi navê bavê nasyonalîsma Kurd nas dike bê kirin û wî di heyama şoreş û tevgera rizgarîxwaziya xwe de ti car şer digel neteweyên din nekiriye û dijberê Simko û şoreşa wî bi tenê dagîrkerên Kurdistanê û bi kirêgirtiyên wan zaniye, Simko di sala 1921an de li rojnameya Kurd nivîsandiye:

Ey Kurdino!

Ji bilî yekîtî û hevgirtinê ez ti çareseriyekê bo rizgarkirina gelê xwe ji çengalên dujminan nabînim xêncî dana destê biratiyê ti çareyek bo halê bêçareya Kurdan nîne, em destê yekîtî û hevpeymaniya sadiqane bidin hev û bi hemû şiyana xwe, xelkê Kurdistanê ji destdirêjiyan biparêzin.

Di gotinên Bavê nasyonalîzma Kurd de yek peyv bo êrîş û dijayetîkirin li hember dujminên Kurdistanê nehatiye û nasyonalîsma Kurd wek berevanî ji kerameta millet hatiye dîtin, her ew sehe binyata nasyonalîsma Kurd e.