Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kemal Kerîmî: Hizba Dêmokrat bûye cihê xuyakirin a îradeya hizra netewî

17:04 - 16 Tebax 2025

Roja Çarşemî 22ê Gelawêjê, bi hilkefta 80emîn salvegara avakirin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, semînarek ji aliyê Navenda Perwerde ya Hizba Dêmokrat a Kurduistana Îranê bo rêzdar Kemal Kerîmî, endamê Komîteya Navendî û cihgirê Pêwendiyên Îranî û Kurdistanî yên Hizba Dêmokrat li yek ji binkeyên Hizbê de bi rê ve ço.

Semînar bi amadebûna endamên rêberî, kadr, pêşmerge û endamên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqijê Şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest pêkir.

Rêzdar Kemal Kerîmî li destpêka axaftinên xwe de tevî pîrozbahîkrina 25ê Gelawêjê, yada 80 saliya avakirina a Hizba Dêmokrat, bi tejî şanazî, fîdakarî û xweragirî binav kir ku niha bûye cihê şanaziya netewa Kurd.

Rêzdar Kemal Kerîmî li axaftinên xwe de bi îşarekirin bi karlêkeriyên Hizba Dêmokrat bi taybet çandina hizra netewiya Kurd ku nih li seranserê Kurdistanê de gihîştiye bilintirîn asta xwe. Hizba Dêmokrat piştî 80 sal xebatkirinê îro zêdetir ji hemû qonaxên derbasbûyî, bûye cihê xuyakirin a îradeya hizra netewî û bûye sedemek bo yekgirtin û geşekirina vê hizrê li Rojhilatê Kurdistanê.

Navbirî ragihand, eva ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê dibêje ti guherînek bê berçavgirtina pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bê berçavgirtina Hizba Dêmokrat li pirsên li Îranê de ser nakeve, li rastiyê de îdia nîne û rastiyek e ku hemû aliyan seh bi vê yekê kirine.

Rêzdar Kemal Kerîmî li berdewamiya axafitinê xwe de îşare bi qonaxên tejî ewraz û nişîv ên xebata Hizba Dêmokrat kir ku rêberan, kadr û pêşmergeyên vê şehîd bûn û vê Hizbê her xebata xwe berdewam kiriye û niha xelkê têkoşerên Kurdistanê bi çêwazên curbicur ên medenî û paralêl digel vê Hizbê li rawsatn li hember rêjîmê de pêşve diçin.

Navbirî li axaftinên xwe de îşare bi rêjîma îslamiya Îranê kir ku niha tûşî dehan qeyranên kûr bûye şikestên lipeyhev ên li deverê û êrîşa Îsraîl û Amerêkayê bo ser navendên serbazî û navkiyên rêjîmê kir ku rû bi man û nemanê ve biriye.

Rêzdar Kemal Kerîmî herwisa ragihand ku komara îslamî niha li ser durêyana danûstandin digel Amerîka an redkirina danûstandinan e, hekî danûstandinan neke rastî êrîşên girantir dibe ku bi awayek nemana komara îslamî li pey xwe tîne û egera danûstandinê jî komara îslamî rû bi nemanê ve diçe.

Herwisa navbirî ev yeka jî got ku li egera danûstandina rêjîma Îranê digel Amerîkayê, êdî rêjîma Îranê nikare hizra berê ya xwe bi pêşve bibe û desthilata xwe berdewam bike, çimkî li navxweyê Îranê de li nav pêkhateya desthilatê de çend berekî heye û ev rêjîma rastî dehan qeyranên mezin hatiye ku şiyana çareserkirin û birêvebirina welat nînin. Herwisa, Amerîka niha wek berê digel rêjîma Îranê reftarê nake û pitira navendên çalakiyên rêjîmê li dewer û cîhanê de daxistine.

Rêzdar Kemal Kerîmê li derheq pirsa Kurd de tevî awirdan bi rewşa Rojava û Bakûrê Kurdstanê got ku bi giştê pirsa Kurd gihîştiye qonaxekê ku dibe bo çaserkirina pirsa giştî ya Kurd hivîdar bin.

Navbirî liderheq Rojhilatê Kurdistanê de got ku evê baş dizanin her guherînek li Îranê de biqewime, Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de li pirsan de dikare fakterek girîng û diyarîker be û dibe Kurd bi taybet Hizba Dêmokrat beşek ji wan guherînên navxweyî yên Îranê be.

Herwisa rêzdar Kemal Kerîmî got ku Hizba Dêmokrat wek erkê dîrokî, mafê xwe dizane ku ji pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwedî derkeve û li vê pêxemê de digel aliyên din ên Kurd û Îranî, hevkarî û hevpêywendiyan zêdetir berfireh bike.