
N. Eskender Ceiferî
Îran, wekî ku îro li ser nexşeyan tê xuyakirin, ne welatekî dîrokî ye ku xwedî nasnameyek yekgirtî ye. Berevajî vê, ew bi pîlan, şer, dagirkirina leşkerî û tepeserkirina çend neteweyan pêk hatiye, ku her yek xwedî dîrok, ziman, çand û serweriya xwe ya serbixwe ye. Di nav vê erdnîgariya xeyalî de, neteweyên Kurd, Erebên Ehwazî, Belûç û Tirkemen û Azerî bi zorê di çarçoveya kolonyalîzmê de hatine bicihkirin. Ya ku îro jê re "Îran" tê gotin, encama tepeserkirin û hilweşandina gav bi gav a hêza van neteweyan û komarên wan ên dêmokratîk e, projeyek ku ji hêla modêrnîzasyona sexte ya Pehlewî û tepeseriya faşîstî ya Farsan ve hate domandin û niha bi cilên tevgerên opozîsyona navendî jî derdikeve holê.
Tevî ku nûnerên van neteweyan niha li pey fêdêralîzmê digerin, lê belê ewê dev ji mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bernedin. Serxwebûn, dawîhatina kolonyalîzmê ye. Nûnerên van neteweyan bi helwestên xwe nîşan dane ku ew bawer dikin ku her kesê ku li dijî serxwebûna van neteweyan derdikeve, di rastî de pişta kolonyalîstan digire.
Rastiya dîrokî ew e ku Fars di destpêkê de li platoya başûr an rojhilatê Îranê dijiyan. Axa wan a taybet hebû, lê bi derbasbûna demê re, nemaze bi avakirina împaratoriyên Hexamenişî, Part û Sasaniyan re, wan hewl da ku desthilatdariya xwe bi zorê li ser netewe û mîrên nefars ferz bikin. Gelek netewe, ji Mezopotamyayê bigire heya Ermenistanê, ji Kurdistanê ji Medyayê bigire heya Ehwazê, ji Belûçistanê bigire heya Başûrê Qefqazê, yek bi yek bûn koloniyên împaratoriyên Farsî. Di heman demê de, têkoşîna wan berdewam kir û her carê, wan xwe ji lepên kolonyalîzmê rizgar kirin. Di serdema Îslamê de jî, fikra ferzkirina hêjmoniya Farsî li ser neteweyên din her gav di hişê navendîparêzan de bû û di dawiyê de di serdema nûjen de, bi awayê îdêolojiya neteweperestiya Îranî-Farsî, ji nû ve derket holê.
Rewşa heyî ya li Îranê, berhema hilweşîn û dagirkirina civakên nefars di destpêka sedsala 20-an de ye. Di nav wan de, Komara Kurdistanê di sala 1946an de wekî yekem ezmûna serweriya netewî ya Kurdan di dîroka nûjen de bi piştgiriya xelkê û rewşenbîrên Kurd hate damezrandin. Komara Kurdistanê tenê 11 heyvan dom kir û di dawiyê de bi dagirkirina artêşa Pehlewî û darvekirina Serokkomarê Kurdistanê Pêşawa Qazî Mihemed bi dawî bû. Lê dagirkirina Kurdistanê hîn berî wê jî dest pê kiribû. Di sala 1921an de, Riza Xan êrîşî Kurdistanê kir û gelek xan û mîrên serdest ên Kurd hilweşandin û ew xistin bin desthilatdariya Tehranê. Ev tevî wê yekê ye ku Kurdan berî wê, desthilatdariya Medya û şûngirên wan û mîrnişîn hebûn.
Li Ehwazê (Erebistan), Şêx Xez'el herêm birêve dibir. Bi dagirkirina Ehwazê ji aliyê Riza Xan ve, hikûmeta Şêx Xez'el hate hilweşandin û Ehwaz bi zorê bi Îranê ve hate girêdan. Ev herêm, ku yek ji dewlemendtirîn herêmên cîhanê ye di warê petrolê de, ji hêla leşkerî ve hate dagirkirin û xelkê Ehwazê rastî kolonyalîzma Îranî hat. Kuştin û tepeserkirin, mikurnehatin li nasnameya Ereban û koçberiya bi zorê bû beşek ji rastiya hertimî ya jiyana xelkê wir.
Li Belûçistanê, mîrnişîn û xanên Belûç heya dawiya serdema Qacaran xwedî nîvxweseriyekê bûn. Lêbelê, Riza Xan di sala 1928-an de êrîşeke mezin li herêmê da destpêkirin, berxwedana çekdarî ya Belûçan ji nav bir û herêm xist bin kontrola rasterast a artêşa Îranê. Gelek serokên herêmî hatin darvekirin an jî koçberkirin, û bingeha dewleta netewî ya Belûçistanê hilweşiya. Ji hingê ve herêm bûye herêmeke leşkerî-ewlehiyê ya dagirkirî.
Li Azerbaycanê, sala 1945-an komarek hat damezrandin. Ji bo cara yekem, wê komarê perwerdehiya bi zimanê Azerî fermî kir û karûbarên herêmî xistin bin kontrola Azeriyan. Lê tenê salekê şûnda, bi vekişîna hêzên Sovyetê û hatina artêşa Pehlewî, jiyana Komara Azerbaycanê bi dawî bû, û gelek kes hatin kuştin an jî koçberkirin. Bi wî awayî, ezmûna serxwebûna Azerbaycanê li Îranê bi êrîşa hovane ya rêjîma Îranê bi dawî bû.
Lê kolonyalîzm tenê ji dagirkirina leşkerî û tepeserkirina siyasî pêk nayê. Kolonyalîzma Îranî li Kurdistan, Belûçistan û Ehwazê bi hejarkirina sîstmatîk, bêparkirina bi zanebûn ji veberhênan û pêşkeftinê, nebûna derfetên kar û pêşesaziyê û ferzkirina debara jiyanê ya hejarane berdewam dike. Kolberîkirin li Kurdistan û Belûçistanê ne encama xwesteka xelkê ye. Berevajî vê, ew encama girtina aboriya navxweyî ya Kurdistan û Belûçistanê ji aliyê Tehranê ve ye, ku neteweyên ne-Fars tenê wekî çavkaniyeke dahatê û hêjayî şikandinê dibîne. Zarokên ku bavên wan wekî kolber li çiyayên Kurdistanê têne qurbanîkirin û mirovên ku di dema teqîna tankêrên sotemeniyê de li Belûçistanê têne şewitandin, qurbaniyên rasterast ên vê pergala kolonyal in. Tehranê qet nasnameyên wan wekî Kurd, Tirkemen, Azerî, Ereb û Belûç nas nekiriye.
Ev dîroka hevpar, nîşanek eşkere ye ku tiştek wekî "Îranek xwezayî" an "Îranek dîrokî" tune bûye û tune ye. Take tişta ku heye, encama tepeserkirina sîstmatîk a wan neteweyan e, ku ji mafê dewletbûnê hatine bêparkirin. Pars, Qacar, Pehlewî û Şîeyan bi neteweperestiya nijadperestane û dirûşma "Îrana Yekbûyî" erdên neteweyên din dagir kirin.
Ev projeya kolonyalîzmê, ku li Tehranê dest pê kir, hîn jî nêrîna hin komên opozîsyona Farsan e. Hin aliyên siyasî yên Fars, ku îdia dikin ku azadî û dêmokrasiyê diparêzin, qet piştgiriya mafê çarenûsî yê wan neteweyan nakin û heman çîroka kolonyalîzmê dubare dikin: yekparçeyiya axê, yekîtiya netewî, Îranek yekgirtî.
Neteweyên Kurd, Ereb, Belûç û Azerî û Tirkemen, êdî nayên xapandin. Ew xwediyên vê axê ne ku bi zora çek û zordariyê bûye koloniya paytexta Farsan. Dîrok, ziman, çand û berxwedana wan sedemeke ku cuya dike mafê wan ê xwezayî yê serxwebûnê ye. Çawa ku kesî ji Fransa û Brîtanyayê destûr nexwest ku koloniyên Afrîqayê azad bikin, neteweyên mafxwarî yên li erdnîgariya Îranê jî ne hewceyî erêkirina Tehranê ne.