
N. Hesen Mukerem
Kirîza kêmavayê di Îranê de, hişikkirina Gola Urmiyê û jinavbirina jîngeha Rojhilatê Kurdistanê bizanebûne.
Îran yek ji van welatan e ku bi kirîza gelek tund a kêmaviyê rû bi rûye. Barîna kêm a baran, hişik salî, zêdebûna nifûs, mifah wergirtina kêrnehatî ji çavkaniyan di beşên cotkarî û pêşey de, û rêveberiya neewleh yên çavkaniyên avê, welat di hemberê “kêm avi yê” rû bi rû kiriye. Encama vê kirîzê, hişkbûna gol û çem û rûbaran e, kêm bûna ava binerd, herifîn û daketina erd û çêbûn çalan bûn e. Pêşde biryara xebatên hidrûlîk bê diyar kirina şiyan(koalîte) û hewcehiyên herêmî, yek ji sedemên kirîza zêde ye bi taybet di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de.
Çikbûna Gola Urmiyê: mînaka herî xuya û bêtedbîrî û nezanîn û bêkifayetiya desthilatdarê rejîma Îranê ye.
Gola Urmiyê heta desmsala Havîna îsal yanî 1404`an a Rojî bi ewlehiya zêde bi tevahî zova dibe û ava rûbaran tê nakeve. Birêveberiya nexwandevan û berçav teng bi zanebûn ekosîstema Kurdistanê dikin armancên xwe yê qirêj. Gola Urmiyê demekê yek ji girîngtirîn paşkevtên ava welat û jîngeha Kurdistanê bû, lê sedemên sereke ya zova kirina wê ev in:
1 - Cotkarîya fireh û mifah vertigirtina rêyên kevn ku heta qasekê bûye sedem.
2 - Avakirina avbendan neyasayî û bê berçagirtina ewlehiya jîngehê di herêmê de.
3 - Avakirina pira mezin û kêrnehatî û dûr ji yasayên jîngehparêzî li ser rûyê avê di nav golê de.
4 - Bilindbûna asta germiya demsala Havînê di du dehkên dawî de û kêmîya baranê di salên dawî de.
Li gorî lêkolînan, rola faktorên mirov yanî xemsarî û nebûna tedibîrên hewce di zova kirina vê gola Urmiyê de ji sedî 69 e û rola guherînkariyên herêmî jî ji sedî 31 e.
Bahozên xwê û toza xwê: Zovabûna Gola Urmiyê dibe sedem ku herêmeke pan û fireh a şoriyat û çolên xwê, û bahoz xwê bi hezaran kilometran di herêmên dûr ên dora golê vediguhese. Ev rewşa dibe sedema jinavçûna erdên çandinê û baxçeyan û pîsbûna hewa û jiyana milyonan welatiyan dikeve ber gefê.
Şorbûna axê û kêmûna bijûnê: Tevilîbûna xwê di nav axê de, bijûnê an heman berhevkirina berhemên çandiyên kêm dike. Ev yek jî dibe sedema hejariya gundiyan û koçbûn bo bajaran.
Bandorên nerênî li ser saxlemiya welatiyan: Zovabûna gola Urmiye dibe sebeba zêdebûna nexweşiyên henasy li rêya hilmijîna hewayê şor, jidest dana dîtina çavan, asim, nexweşiyên pêstî û şêrpenceyan. Û eva metirsiya heta 100 kilometran dûrî dora golê tê hiskirin.
Jinavbirina jîngeha Kurdistanê:
Jinavbirin û rêveberiya kêrnehatî: Nepeçatina zibilan , pîsbûna avên binerd û axê û jinavbirina ekosîstema herêmî û tune bûna zanist û infrastruktura li ser komkirin û berhevkirina zibilan, ji mînakên herî girîng in tên behskirin.
Avakirina avbendên bêsînor û veguhastina avê bo bajarên farisan bo projeyên pîşey, sedem in ku hevsengiya ekolojiyê di nav herêman de li hev xistiye.
Herwisa rola siyaseta şaş û dijî Kurdistanê ya rejîmê bûne sebeba can jidestdana hejmarek jîngehparêzên Kurd di dema vemirandina agirê pêxsitinên destûpêwendiyên rejîmê li jîngeha Kurdistanê.
Hêjayê gotinê ye ku di encama agir pêxistina bi zanebûna daristanên Abîder a Merîwan û Sine de ji ber xemsarî û nedana îmkanên agir vemrandinê ji aliyê rejîmê ve, sê ciwanên kurd yên çalakvanên jîngehparêzî can xwe jidest bidin, vir de îsbat dibe ku netenê siyaseta şaş belku dujminkariya bizanebûna rêjîmê digel jîngeha Kurdistanê ye.
Her di vê pêwendiyê de raporên mafê mirov û medyayên serbest nîşan didin ku kiryarên rejîma Îranê di hember jîngeha Kurdistanê de wek dîtingehek dijminane û guh nedanê ye bo parastin û pêşxistina bingehîn e, di gelek rewşan de jinavbirina bizanebûn û rêveberiya şaş wek siyaseta armancdar a rejîmê li dijî jiyan û bajar û gelê Kurd e.
Ev jinavbirin netenê jîngehê belkû zirarê digehîne bingehsaziyên aborî, civakî û çandî yên gelê Kurd jî.
Di dawiyê de, kirîza kêmaviya Îranê û zovabûna Gola Urmiyê, encama siyasetên şaş, şêwazên şaş yên rêveberiya kêrnehatî, di jinavbirina jîngehê û di hin aliyan de siyasetên bizanebûn, bi taybetî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ye û encama vê, afirandina kirîza mirovî ya maynde û aborî ye ku hewcehî bi ewlehiya micid û lez di nav civaka Rojhilatê Kurdistanê û navneteweyî heye were rêxistin kirin.