Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Omer Balekî: Hizba Dêmokrat, çanda xebatkarî, nerwestan û berdewamî li tevgera siyasiya Kurd de cihgîr kir

17:02 - 16 Tebax 2025

Rêzdar Omer Balekî, endamê desteya Kargêrî û berpirsê Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li semînarekê de ragihand, bi avakirina Hizba Dêmokrat bi şêwaza nû û serdemiyane, dawî bi şikana yekcarî ya tevgeran li her 4 aliyên Kurdistanê hat û Hizba Dêmokrat çanda xebatkarî û nerwastan û berdewamî li tevgera siyasiya Kurd de cihgîr kir.

Omer Balekî li axaftinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku rêberê Hizba Dêmokrat piştî avakirina vê li ser binyata û koka rêkxirava “J.K”ê û bo bidestveanîna vê derfeta dîrokî bi sedema qewimîn a şerê duyem ê cîhanî hatibû pêş, bo vê ku kiyaneke siyasî ya Kurdî ava bike, li heyama 5 heyvan de 5 karên binyatî gihandine encamê. Ev 5 karên binyatî ev bûn: pêkanîna aşitiya civakî li nav eşîretan li jêr alaya Hizba Dêmokrat a Kurdistanê, rêkxistina hêza berevanî li jêr navê Supaya millî, bi fermîkirina zimanê Kurdî li xwendingeh û demûdezgehên îdarî, bilindkirina alaya Kurdistanê û diyarîkirin a sirûda netewî û piştre, ragihandin a Komara Kurdistanê.

Berpirsê Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi îşarekirin bi ceribandin a deshilatariya Hizba Dêmokrat li 2 qonaxên dîrokî de ragihand ku li wan 2 qonaxên dîrokî de ku yek li serdema Komarê û ya din li salên destpêkî yên piştî şoreşa 1357 a Rojî ya gelên Îranê bû, tevî erkê parêzvanîkirin li ax û gelê Kurd, erkê birêveberiya welat jî li stuyê xwe girtibû ku dikarin bibêjin bi pêka derfetan bi baştirîn şêwazê erkên xwe bi cih aniye. Beşek ji erkên girîng ên Hizba Dêmokrat li wan 2 qonaxan de ev bûn: “Dabînkiriuna ewlehî ya rûniştiyên Kurdistanê, vekirina xwendingehan û wanegotin bi Kurdî û weşana pirtûkên xwendingehî bi zimanê Kurdî, çap û belavkirina govar û rojname bi zimanê Kurdî, spartina karûbarên komelatiya xelkê û civakê bi Şêwreya hilbijartiya xelkê, erêkirina yasaya giştî ya sizadan, rêgirîêkirin ji kultûrên paremayî bi taybet ên dijî jinan, avakirina nexweşxane û navendên dermanî, avakirina pir û rêyan, avakirina radyo, erêkirina gelaleya erdê, çavdêrîkirin bi ser bazarê, diyarîkirin û cîbicîkirina rêkarên taybet bo parastina jîngeh û …hd”.

Endamê Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat li vê axaftinên xwe de ev encam ragihand ku dîroka dûr û dirêj a Hizba Dîmokrat, tejî hemase û xwîn û qurbanîdan, awareyî, girtîgeh, îşkencekirin û bidarvekirina bi kom û bi tek a xebatkar û niştimanperwerên Kurd, rijîna xwîna hezaran pêşmerge, kadr û bi dehan endamên rêberî yê vê hizbê yeꓼ Lê tevî wan hemû rewşan, Hizba Dêmokrat ji rêya xwe li heyama wan 80 salan de li doza xwe ya bingehîn derneket û alahilgirê xebata netewî li Rojhilatê Kurdistanê maye.

Ev semînara li roja Çarşemî 22ê Gelawêjê, bi hilkefta 80 saliya avakirin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li yek ji binkeyên Hizba Dêmokarat li Kurdistanê bi rê ve ço.