
Yada Şehîdên Jîngeha Kurdistanê yên çiyayê Awiyerê li Sinê, ji aliyê 3 girûpên çiyager ên Kurdistanê bi bilind hate ragirtin û çirûpên çiyager ên Kurdistanî yên bi navên” Mîrbuhal, Awrîn û Kela Dimdin”, bo rêzgirtin ji nav û yada wan şehîdan, li çiyayê Demawed bi ser ketin.
Bi wî awayî wan girûpên çiyager tevî nîşandana emegnasiya xwe li hember ked û cangorîkirina wan şehîdên Jîngehê, yada wan bi bilind ragirtin û dana xuya ku xelkê Kurdistanê şehîdên xwe ji bîr nake û hertim yada wan bi bilind radigire.