Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji Konferansa Munichê heta Şerê Navxweyî

10:41 - 12 Tebax 2025

N. Kawe Ahengerî

W. Hesen Mukerem

 

Ev 46 salin ku dijberên Komara Îslamî (opozîsyon) nekarîne hevpeymaniyek an yekgirtiyek biafirînin da ku bixwazin xwe wekî alternatîf û bedîlê rejîma Xomeynî bidin nîşan dan ji gel û civaka navneteweyî re. Ji aliyekî din jî, rejîma Komara Îslamî niha di lewaztirîn rewşê xwe de ye.

Bi taybetî piştî şerê 12-rojan û êrîşên bênavber yên artêşa Îsraîlê li ser rejîma Xameneyî, hewcedariya hevpeymanîyeke di navbera dijberên Komara Îslamî de zêdetir ji her demek dihat hiskirin û ev jî daxwaza xelkê Îranê ye.

Di vê kurt nivîsê de dixwazim referans bidim wan êrîş û wan metirsiyan ku li ber gelên Îranê hene, û axivim li ser îmkanên ku li ber Îran û Îranîyan hate dane.

Gelên Îran hemû wek yek bi tucarî ji yek fêm nekirine û zanstek hevbeş li ser rêjîma Xomeynî û planên wî nebûn e. Heta piraniya Îranîyan jî nizanin çi pîlanên Xomeynî û komê wî heye, û naveroka Komara Îslamî çi ye, da ku piraniya gel deng dan bi wê.” herçend ku Kurdan rêyek cuda hilbijartin û bi hişmendî şanoyên damezrandinê ya rejîma Komara Îslamî ,bi piranî red kirin û pişre rastî êrîşên dirindane hatin û şereke bê beramber bi ser Kurd û Kurdistanê de hate sepandin.

Niha, kurê şahê dîktatorê sernixûnbûyî, Reza Pehlewî projeya xwe bi navê “Projeya Şekofayiya Îranê” belav kiriye. Lê tiştê balkêştir ew e ku naveroka vê projeyê çi ye. Bi taybetî di beşê “Rewşa bilez” de, Reza Pehlewî li cihê Xameneyî dide rûniştin û cih û pêgeha Xameneyî li qanûna bingehîn a Komara Îslamî hatî dayîn Reza Pehlewî.

Konferansa Monîx hate lidarxistin, û heke hin kes bi rêzê li ser wê dubare kirin û nivîsand, lê gelek kes jî bi naveroka wê konferansê li dijî gel, gotin û nivîsandine. Ez jî di vê nivîsê de diyar dikim.

Xomeynî li dijî hêza pêşmergê Kurdistanê ku parastina ax û gel bûn, hat û "Hêza Pêşmergê Musliman" damezrand. Reza Pehlewî jî hat û komê kurd, tirk û komarxwaz li bin navê "corbicor" civand, lê di encama bernameya xwe de wan tevgerand.

Reza Pehlevî dest bi maçkirin, sujde birin û çêkirina Keibe kir û anî holê, û dixwaze weke Xomeynî bi popolîzmê plana siyasîyên xwe birêve bibe.

Bo mînak, bê em mînake bînin ser rêbazên nederûst a Pehlewî li ser riyalîteya siyasî ya Îranê.

Hemû (dost û dijmin) baş dizanin ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û Partiya Demokrat bi taybetî, cih û hêzeke civakî hene li Kurdistanê.

Heke em "demokrasî" bikin bingeh ji bo gotinên xwe, wê gavê rêkeftin bibe bingehê demokrasiyê û rêkeftin bibe armanc û pîvan.

Niha pirs ev e: gelo Reza Pehlewî amade ye ku bi faktorên sereke yên guherîna siyasî ya Îranê re diyalog bike û li ser bingehek re bihevre bibin?

Bersiva vê pirsê gelek zelal e; bi gotina Farsan: "bi xartircemî fêlek wî heye."

Bi nîqaşek li ser projeya Reza Pehlevî, bi taybetî di wî cihê de ku rola "Serokê Tevgera Neteweyî" ji wî re hat dayîn, di hin beşan de zelal e ku desthilata azad pê tê dayîn û di heman asta desthilatê de ye ku niha Xameneî li ser e.

Wekî mînaka:

Serokatiya Tevgera Neteweyî" - rûpela 6, "Serokatiya Sîstema Vegerê" - rûpela 7, "Pejirandin, berdan û gûherandina serokên sê desteya sereke" – rûpela 7, pejirandina endamên desteya Tevgera Neteweyî - rûpel a7, "Pejirandina rêwîtiya hukûmeta vegerê" - rûpela8, "Tevlîbûn di komîteya rastnaskirê de" - rûpel 13, "Pejirandina dirêjkirina demjimêra vegerê" - rûpel 13, û gelek mînakên din, bi zelalî desthilatekî ne-demokratîk û vekirî daye Reza Pehlewî ji bo demekî ne nasdar.

Niha pirs ev e: Gelên Îran bi giştî, û Kurd bi taybetî, divê çi bikin? û ev plana ku ji aliyê şaxwazan ve hatiye saz kirin ji bo doza Îranê piştî dawiya komara Îslamî, çi agahiyek ji wê digrin?

Bi baweriya min, ji ber ku hişyariya neteweyî di nav neteweyên ne-Fars de bilind bûye, û herwisa ji ber ku asta zanîn û teknolojîya ragihandin û peydakirin bi sala 57 ve bi şêwazeke yek ne bûye, ez difikirim ev rêbaza monopolekirinê (xweserxwazî) li rêkeftin û bûyerên şerê navxweyî nikare dîsa têne berdan, û Îran piştî daxistina rejîma Xameneyî dê têkeve nav şerê navxweyî

Di dawiyê de, hewceye îşare bi vê bê kirin ku her çend damezrandina demokrasiyê di Rojhilata Navînd de bi giştî, û di Îranê de bi taybetî, ne hêsan e, lê ev jî ne wateya wê ye ku ji ber ku em ji rewşa ideyal hêdî dûr in, divê bizivirin bo desthilatdariyeke neçar bibe em di nav populîzmê ya navendger de bibin.

Ji aliyek din ve jî, ji ber ku ev pêgihiştin û têgihiştinê ya hewce û navengera nehatine afirandin di nav navendgeran de, em Kurd divê xwe amade bikin bo her dem û her rewşek.