Îro roja Înê 12ê Reşemeya 1401an a Rojî, azadîxwazên Belûç li Zahidanê cardin rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan û hevdem digel xwenîşandana wan, hêzên rejîmê bi awayekî tundûtîjî digel wan refta kirin.
Rejîmê îro hêzeke zêde li bajarê Zahidanê û derdorê mizgevta Mekkî cihgir kiribû da ku pêşî ji xwenîşandana azadîxwzên Belûç bigire.
Xwenîşanderên Belûç jî, li kolanên Zahidanê bi bernêrên perroyî li dijî rejîma Komara Îslamî xwenîşandan kirin.
Xelkê azadîxwaz bi dana dirûşmên wek “mirin bo sitemkar çi şah be çi rêber, emê bikujin yê ku birayê me kuşt, mirin bo Xamineyî û dîktator, mirin bo spahî û besîcî, sund bi xwîna hevalan, em sekînandine heta dawiyê û birayê min ê şehîd emê tola xwîna te hildin” xwenîşandan xwe berdewam kirin.
Hêzên rejîmê êrîşê ser xwenîşanderên derdora mizgevta Mekkî kirin û şer û pevçûn di navbera xelkê azadîxwaz û hêzên rejîmê de çê bû. Xwenîşanderan bi dana dirûşma mirin bo Xamineyî yê dîktator, berdane hêzên rejîmê û ew dane ber keviran.
Mewlana Ebdulhemîd pêşnimêjê mizgevta Mekî di xutbeya nimêja Înê ya 12ê Reşemeya 1401an de got: “Di meşa jehrîkirina dibistanên keçan di welat de, keçên Îranî bûne armanca êrîşan û ji bo tevahiya xelkê alozî anîne pêş, û ev bûyere gelek giran e û ev sê meh in ku dest pê kiriye û bi sedan keç jehrî bûne û armanca sereke keçên dersxwan in. Tiştekî ecêb e ku meseleyek bi vê qasê mezin heta niha bikerên wê nehatine naskirin. Kê bawer dike ku rayedar û emniyet nizane. Gelek li ser wê bawerê ne ku ev yek şêweyekî tepeserkirina xwenîşanderan e û bi şêweya jehrêkirinê, keçan dikine armanc”.
Herwiha Meulwî Ebdulhemîd behsa serdana vê dawiyê ya Husên Emîr Ebdullahiyan, Wezîrê Derve yê rejîma Îranê bo Jinêvê, baregeha sereke ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir û got: “Em heyrî mane ku Ebdullahiyan gotiye “kesek li xwenîşandanên seranserî yên di Îranê de nehatiye kuştin û kes jî nehatiye girtin”.
Navbirî bi tekezî ve derheq direwkariyên Emîr Ebdullahiyan got: “Xirabtirîn hikûmet ew e ku direwan li netewa xwe bike”.