Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 10`ê Xakelêweyê salroja Şehîdên Kurdistanê

18:45 - 30 Adar 2023

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 10`ê Xakelêweyê salroja şehîdên Kurdistanê peyamek belav kir

Deqa peyamê wiha ye:

Xwîna bi neheqî hatî rijandin a şehîdên me, cewhera azadiya neteweya me ye.

Malbatên serbilind yên şehîdan!

Hevçeperên berxweder ên şehîdan!

10ê Xakelêweyê salroja şehîdên Kurdistanê ye, roja îdamkirina Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê rejîma dîktator a Pehlewî ve û roja rêzgirtin ji bîranîna bi hezaran şehîdên vê ax û welatê ku di rêya parastina nasnameya neteweya xwe ji aliyê du rejîmên navendgera ên serkutker ên paşayetiya Pehlewî û Komara Îslamî ve hatin şehîdkirin. Bi vê hilkeftê em di vê rojê de bejna xwe li hember şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bi taybetî şehîdên Şoreşa Jînayê ditewînin, em ser gora wan amade dibin û riha paqij a wan silav dikin, herwisa bona nûkirina peymanê serdana malbatên wan dikin.

Di vê rojê de, bi bawerî bi duristî û pîrozbûna armancên şehîdan û rêya serbilind ya wan dubare dikin, ku heta bicihanîna armanc û hêviyên şehîdan, di serî de Qazî Mihemed, Dr.Qasimlo, Dr.Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê, ji têkoşîn û fîdakariya azadiya welatê xwe di çeperan de, em ê berxwedaniyê bikin.

Malbatên serbilind ên şehîdan!

Pêşewa Qazî Mihemed nêzî heşt dehkan berî niha rêya rizgariya netewî ji me re berhev kir û bi avakirina Komara Kurdistanê şerefeke mezin û destkevtên giranbuha ji me re weke mîrat hişt. Xebat û destkevtên Komara Kurdistanê di warên siyasî, perwerdehyî, berxwedanî, civakî û medenî û nirxên weke taybetmendiyên şoreşgerî yên ku di civaka Kurdistanê de belav bûne, para herî zêde ya wan vedigerin şiyan û jîriya Pêşewa, û biqasî xuya û berçav in ku bi derbasbûna 76 salan, gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê hê jî şanaziyê bi wan dike û ji bo afirandin û vejandina neteweyeke wiha mezin kar û xebat dike. Destkevt û navendên ava ku ji aliyê Komarê ve hatibûn damezrandin, li ser bingeha bîr û hizra Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de, hîn jî şiyana bîr û baweriyên netewî zindî ragirtine û bûne sedema nasnameya Kurdî weke xerîteya rizgariya piştî derbasbûna heşt dehkan bi ser damezrandina Komarê re, bila bibe ruhê çelekngiya zarokên Kurd.

Pêşewa Qazî Mihemed hemû hewlên xwe di rêya bihêzkirin û dana îradeya kesayeta gelê Kurd de bi kar anî. Ewê ku di roja 10`ê Xakelêweyê de canê xwe ji bo miletê xwe fîda kir, berê jî li ber îradeya xwe ya xurt û rastiya dîrokê, mirin bi çod anî bû, ji ber vê sedemê jî rastî di bê îdaletiya Paşayetiya Pehlewî de heqîqet fîdayê berjewendiyên xwe nekir. Bi berevaniyeke bivêrane û mirineke serbilind, berpirsiyarî û erka xwe bi tevahî bi cih anî û bi vî awayî ew û doza xwe herheyî man.

Mihemed Riza Şah bi hilbijartina "Çarçira"yê wek cihê ku Komara Kurdistanê ji bo cîbicîkirina cezayê darvekirina Pêşewa û hevalên wî tê de hatiye ragihandin, wisa dihesiband ku bi vê kiryarê, ne tenê Qazî Mihemed, beklû hizr û xebatên wî jî dê bi dar ve bike û reha vê dê qut bibe, lê hizra Pêşewa û Komar di dilê civaka Kurdistanê de ewqas kûr bû, ku piştî derbasbûna heşt dehkan, hîn jî remiz û yekîtiya neteweyî û têkoşîna miletekî ji bo rizgarî  bidestxistinê, mafê wê ne. Komara Îslamî ya Îranê wek mîrata siyaseta înkar û jenosîda padîşayetiyê, heman rê girt û xeyal kir ku bi îdamkirin û kuştina rêberên Partiya Pêşewa û şehîdkirina bi hezaran têkoşerên vê siyasetê û êrîşên mûşekî bo ser navend û baregehan, wê bikaribe doza maf û riha têkoşeriyê di Îranê de dê biçok de bîne; Lê bersiva ku wê rejîmê li ser şeqamên Kurdistanê wergirt, îspat kir ku ew tişta ku heta niha kiriye û dike, pûç e.

Gelê Kurdistanê yê têkoşer!

Jin û ciwanên zana û azadîxwaz!

Roja 10ê Xakelêweya îsal, roja şehîdên Kurdistanê, di demekê de tê ku Şoreşa Jînayê ku ji bîr û ramanên Pêşewa Qazî Mihemed hatiye hilanîn, zêdetir ji şeş mehan e ji bo hilweşandina desthilatdariya Komara Îslamî berdewam e. Kurdistan wek destpêka şoreşa Jînayê û Jin, Jiyan, Azadî weke felsefeya cewherî ya vê serhildanê ku ji Komara Kurdistanê derdikeve, berhema dînamîzm û jîriya Pêşewa ye ku di nav damarên nifşa nû ya wî gelî de diherke. Mêrxasiya zarokên Kurd û wêrekiya di qurbanîdan û pêşxistina canfîdaiy û pêkvejiyan û yekrêziya rêzên neteweyî de û taybetmendiyên ku îlham û rehên wan vedigere kesayetiya Pêşewa Qazî Mihemed û bandora wî ya mayînde li ser tevgera siyasî ya gelê Kurd.

Taybetmendiyên vê şoreşê wêneyeke zelal ji paşeroja Îranê diyar dike: Dirêjî û berdewamiya tevgerê, û wêrekiya gel, radîkalbûna slogan û daxwazan, bingeha girseya berfireh a tevgerê ku xwe di çarçêveya pirseke nijadî, civakî û netewî de de sînûrdar nekiriye û daxwazên xelkê ku êdî yekîtî û rojane ne, bi hinek reforman bên çareserkirin; Ev hemû xal piştrast dikin ku armanca sereke ya şoreşa Jînayê hilweşandina Komara Îslamî ye. Girseya gelên Îranê qonaxa destpêkî lê esasî ya vê şoreşê, ku pirsa herî dawî ya rewatiya Komara Îslamî û bingehên bîrdozî yên rejîmê ye, bi serkeftî derbas kirin. Niha giraniya berdewamkirina tevgerê û gihandina wê bigihêje erkê li ser milê opozisyona rejîmê ye, û pêkanîna wê girêdayî yekitî û yekrêziya rêzên hêz û tevgerên siyasî û avakirina wê ye. Alternatîfa Komara Îslamî ye. Di vê navberê de, Kurdistan wek bihêztirîn û birêxistintirîn beşê Îranê û pirsgirêka Kurd bi hemû taybetmendiyên xwe ve, bûye faktoreke girîng di gotûbêjên derbarê çawaniya pêkhatina paşeroja Îranê de. Di vê heyamê de hêzên siyasî yên Kurdistanê bi tekezî li ser siyaseta xwe ya berê û herdemî, hewlên berdewam dane bo têgihiştina vê xalê ku çareseriya pirsa Kurd derfetek bo paşeroja Îranê ye, ne metirsîdare û hemû aliyên netewî û netewî. Pirrengiya olî ya Îranê bi hev re kar bike û bi awayekî yekgirtî, bi tekezkirina li ser îdeal û xalên hevbeş û danîna kêşeyên nakok, sîstemeke siyasî ya demokratîk û laîk dûr ji navendîparêziyê ava bike.

Gelî azadîxwaz, welatparêz û berxwedêrên Kurdistanê!

Gelên yekgirtî û serbilind ên Îranê!

76sal bi ser darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed re derbas bûn. Dijmin wisa difikirî ku bi îdamkirina Pêşewa û rêberên din ên Komarê re, tomara dîroka azadîxwazên Kurdistanê tevlihev bûye. Lê piroseya tekoşîna Kurdî di heft dehkên borî de û encamên şoreşa Jînayê di şeş mehên derbasbûyî de, encamên berevajî xeyalên rejîmê derketine. Ji ber ku piştî derbazbûna bi dehan salan li ser bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalbendên wî, di ronahiya çanda têkoşîn û qurbanîdana ji bo ax û nîştiman, ku mîrata canê rêberên Komara Kurdistanê ne, tevgera siyasî ya Kurd di têkoşîna rizgariya neteweyî û avakirina demokrasiyê de faktoreke girîng e.

 

Bi helkefta 10` Xakelêweyê salroja şehîdên Kurdistanê, em hemû şehîdên “Çiya” û “Bajar” silav dikin û li ber rewana pakê van xebatkaran serê xwe li ber xwîna razayî û malbata serbilind ya şehîdan ditewînin. Di heman demê de bi wan re peymanê nû dikin ku heta bidestveanîna armacên şehîdên xwe, em dest ji têkoşînê bernadin.

Silav li riha pakê Qazî Mihemed!

Silav li hemû şehîdên Bajar û Çaya!

Silav ji bo gelê azadîxwaz ê Îranê û gelê mafxwaz ê Kurdistanê!

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Karûbarên Civakî

8`ê Xakelêweya 1402`an