Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sinê de li salroja jidayîkbûna Şehîd Zanyar Ellahmuradî yadê wî bi bilind hate ragirtin

11:37 - 26 Çirriya paşîn 2025

Li bajarê Sinê li salroja jidayîkbûna Şehîd Zanyar Ellahmûradî de ku li 24ê Xezerwera 1401 hatibû şehîdkirin, malbata wî li ser gora wî amade bûn û tevî bilindragirtina nav û yadê wî şehîdê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, peyman digel rêbaza vî nû kirin û bavê wî şehîdî rû bi xelkê Kurdistanê got:

Silav welatiyên hêja!

Îro 3ê Sermawezê, salroja jidayîkbûna Şehîd Zanyar Ellahmuradî, naskirî bi heloyê tekbalê Kurdistanê ye ku li 24ê Xezelwera 3 sal berî niha(1401), min pêşkêş bi vê av û axê kir û heta dawî dema jiyana xwe bo geheştina bi azadiyê ezê dê doza wî bidomînim.

Xelkê Kurdistanê bi taybet malbatên şehîdan, yad û navê zarokên xwe û bi taybet doza wan şehîdan jî bîr nakin û ji van şehîdan xwedî derdikevin, yad û navê wan diparêzin û tevî hemû astengî û dijwariyan, doza zarokên xwe yên Şehîd, bernadin.