Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şine Drûdger: “8`ê Adarê rojeke ku bûye remiza xebata jinê bo nehêlana cudahiyên zayendî”

11:48 - 8 Adar 2023

Me digel rêzdar Şine Drûdger li derheq salroja cîhanî ya Jinê yanî 8`ê Adarê hevpeyvîn pêk anî û navbirî di vê barê de got Şine Dirûdger: “Wate 8`ê Adarê di hejmaran de tenê rojek e, lê di hundrî xwe de hilgirê wateyeke kûr e ku dîroka dijwar a xebat li dijî tepeseriyê li pişt de ye.”

Hevpeyvîn Hesen Mukerem

P: Roja 8`ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinê hatiye destnîşan kirin li gor we civaka kilasîk a Kurd di vê serdemê de heta çiqas bandora nerînî li ser jina Kurd hebûye?

B: 8`ê Adarê rojeke ku bûye remiza xebata jinê bo nehêlana cudahiyên zayendî. Rêzgirtin li 8`ê Adarê, rêzgirtin li xebata zêdetir a du sedsalên jinane bo nehêlana tepeseriya ku bi sebeba sîstema bavkisalariyê bi ser wê de hatiye sepandin e.

Diyar e xebata jinan hewcehî bi 8`ê Adarê nine, belkû 8`ê Adarê bûye remiza xebata jinê li dijî tepeseriyê.

Wate 8`ê Adarê di hejmaran de tenê rojek e, lê di hundrî xwe de hilgirê wateyeke kûr e ku dîroka dijwar a xebat li dijî tepeseriyê li pişt de ye.

Li destpêkê de xebata jinê bo bidestveanîna mafên xwe, wedigire bo destpêka sedsalên 20`î û wê tevgerê li welatê Amerîkayê destpê kir û piştire seranserê Ewropayê girt berahîka xwe û li hundr de jinê pêngavên gelek micid bona bidestveanîna komek maf û li hemû waran de ku berê ji wan hatibûn qedexekirin.

Di heyama wan salên dawiyê de jî, tevî vê ku welatên Ewropî, li welatên cîhana sêyem jî, jin û zilamên azadîxwaz, bi mebesta wekhevîxwaziya zayendî û dawî anîn bi cudahiyan, xebatên cuda lidar xistin û ev yeka bi zelalî li ezmûnên Herêma Kurdistanê de nîşan dide û îhsas pê tê kirin.

Herwisa li Rojhilatê Kurdistanê jî, tevî desthilata dîktator û mirovkuj a Axûndî, dibînin ku jin û zilam bi hevre hewl didin ji bo bidestveanîna lêhatî, wekhevî û îdaleta civakî xebat dikin.

P: Şine xan di vê serdemê de hûn rola jinê li civak û bitaybet li civaka Kurd de çawan dibînin?

B: Jinên civaka Îranê bitaybet Kurdistana Rojhilat, di heyama wan salên dawiyê de bi şêweke mandînenas xebat û têkoşîneke berfireh bo paşekêşîkirin bi rejîma Komara Îslamî û yasayên paşvero ku li ser bingeha çendîn cure cudahîdanîn û yek ji wan jî, zilm û cudahîdanîna zayendî ya li dijî jinan hatiye avakirin birêve birine. Ev sîstema siyasî ya paşvero ku niha weke ruhekê siya xwe daye bi ser welatê me de, û hem mîratgira komek edet û nerîta zilamsalariyê ku xwe li dijî dixwazên rewa yên jinên wekhevxwaz bikar tîne û hem bixwe berhemhênerê kultûr û hişmendiyeke îdolojîke ku jin di vê kultûrê de xwediyê ti mafek û hilgirê ti nirxeke mirovî nine û tenê weke amûr û êxsîrekê bo xizmetkirin bi zilam û dezgeha berhemanîna heşîmeteke guhgir û perwerdekirina serbazan bo berdewamî û mana sîstemê temaşeyî wê dike.

Her ji ber vê yekê ye ku, jina Kurd bi hebûna vê hişmendî û rewşenbîriyê li derheq dezgeha desthilata rejîmê de, şiyaye hertim di rêzên herî pêş yên xebatê de cih bigire. Û di her nerizayetî û xwenîşandanekê de bibe pêşeng ku li Îranê rû didin.

P: Şine xan rola niha ya jinê li şoreşê de digel serdemên berê ti guherînkariyek bi ser de hatiye? Û ger hatiye çawane?

Ger em bas ji rola jinê berî avakirina Kurdisatnê bikin, dibînin ku civaka Kurdistanê civakeke gelêrî û bi tevahî zilamsalarî bûye û jinê tenê xwe di çarçêveya maldarî û xwedîkirina zarokan de dîtiye û ti nasyariyek li derheq mafê destpêkî yên xwe de tunebûye, her ji ber vê yekê ye ku pêka hewcehiya vê serdema civakê, saziyên taybet bi jinan hatine avakirin. Û vê yeka jî wisa kir ku jin di vê çarçêveya daxistî ya malê de derbikevin û xwe di nav civakê de bibînin û bi şêwekê bilî li male bûnê, li derve jî alîkar û piştevanê hevjînên xwe bin. Xuya ye jina Kurd di vê rewşê de nesekiniye û hewla xwe daye, di vî serdemî de, ku ji sedî 99 jin nexwandevan bûn, piştevan bin û hewla xwandin û hînbûna bi pîtên Af û Bê û nivîsînê bidin û beraxwe bidin bi nexweşaxaneyan û karê perestariyê(doşîze) bixebitin û heta weke mamosta dersê bêjin û rol bilîsin.

Lê, di serdema niha de ku serdema pêşkevtinê ye, bi kêfxweşiyê ve rewşenberî û têgihîştina jinê bilind bûye, nek tenê bo mijara mafê wekhevîxwaziyê xebatê dikin, heta mil bi milê zilaman bo bidest xsitina hebûna mafên neteweyî xebat dikin. Me dîtiye ku li dema xwenîşandanan de çi li bajaran de beşdar û pêşeng bûn û di vê pêxemê de qurbanî jî dane û çi jî weke pêşmerge li nav refên partiyan de çek avêtine milê xwe.

P: Li Rojhilatê Kurdistanê, Şoreşa Jînayê bi şoreşa jinê hatiye naskirin û destpê kir bi nerîna we çima rejîma Îranê heta niha ew yeka qebûl nekiriye ku ew şoreşa jinê ye û naxwaze girîngiyê bide bi jinê?

B: Rejîma Îranê her di destpêka hatina ser kar de, bixwe, weke welatiya hejamra du temaşeyî jinê kiriye û li gor wê jin lawaz e û nikare di jiyan û civakê de biryara drust bistîne. Û her ji ber vê yekê ye ku di yasayên xwe de nek maf nedaye jinê, belkû bi awayek berdewam jî jin tepeser kiriye û dest bi ser mafên însanî yên wê de girtiye.

Dema ku wisa ye gelek normal e ku, di vê Şoreşa Jînayê de bas ji Şoreşa Jinê neke, çimkî ew baş dizane, ku jin di vê şoreşê de pêşeng in û di vê pêxemê de qurbanî jî dane.

P: Şine xan bi nerîna we rewşa niha ya civaka me dibe ku jin guherînkariyekê bi ser dîtingeha xwe bîne li derheq zilam de an zilam dibe guherînkariyê di xwe de pêk bîne?

B: Bi baweriya min, jin û zilam bihevre tevaker hevdun e û bihevre dikarin civakek wekhev û saxlem avedan bikin. Her ji ber vê yekê ye ku tev taktîkên civakê bi her du zayendan ve hewl bidin bo vê mijarê û ji bo vê xebat bikin. Lê, hem bi baweriya min û hem jî weke armanca Saziya Jinan, di vê qonaxê de serekîtirîn û bingehîtirîn armancên me xebat bo bidestveanîn û maf û daxwazkarina mafan di hemû waran de û hevdem bidestxistina wekheviya dadperwerane ye li rêya dabînkirina mafê bingehîn û însanî bo tev taken civakê û bitaybet jinan bo geşedan û beşdarîkirina wan di civakê de ye.

Herwisa xebat bo pirsa neteweyî bi xebateke mil bi mil digel pirsa jinan ya xwe dihesbîne û her ji ber vê yekê ye ku armancên serekî yên vê , li gor vê çareseriya pirsa neteweyî û hebûna nasnameya netewey ye û nebûna bidestiya neteweyî, rêxweşkere bo xebata jinan..