Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çeka xapandinê

11:37 - 3 Nîsan 2023

N: Nuredîn Sofîzade

Çekên ku dujmin bi dijî doza netewî bikar tîne, cudane û an jî heçî çekekê zêdetir cihê tirsê û dikare derba herî giran ji doza netewî ya Kurd bide, çeka hizrî û teorî ye. Dujmin ger bi çek, bombe, top, êrîşa serbazî û fizîkî karîne derbên xeda ji gelê Kurd bidin, lê çi yek ji wan çekan nekarîne dengê doz û tevgera rizgarîxwaziya Kurd mat bikin, lê mixabin çeka teorî û hizrî ku rejîmên dagîrkar yên Kurdistanê bi dijî tevger û şoreşa Kurdan bikar anîne, kariye derbên giran ji yekîtî û yekrêziya nava Kurdan bide, û netifaqî û çend desteyê bêxe nava Kurdan.

Dujmin ku hertim xwe li hember yekîtî û yekrêziya Kurdan de bê hêz û zelûl dibîne, û hindî bi êrîş û kuştarê cehda xwe dike nikare şoreşa Kurd bixe qedeman û ji nav bibe, lewma hinek pîlanên qirêj bi kar tîne da ku belkî bikare vê hêz û yekîtiya Kurdan û yek dengiya wan têk bide û wan ji hevdu veqetîne û wan lawaz û perş û belav bike, an hekî dujmin karî ji bilî vê yekê ku wan jihev diweqetîne, belkî bi dijî hev du wan bikar bîne û wan bixe nava şerê birakujî de, mixabin di dîroka xebata gelê Kurd de zafin ev rûpelên reş ku Kurdan xwe bixwe şerê hev kirine û dujmin rûniştiye û bera xwe dayê.

Gelek caran di germe germa şoreşeke bihêz a Kurdan de ku dujmin xwe şikestxwarî û bê şiyan dibîne, ji bona xapandina parek ji Kurdan dujmin daxwaza rawestana tundûtîjiyê û şer û dûr kevtin ji çekê dike û bas ji hinek peyvên weke Demokrasî, wekhevî, aştî, Mafê Mirov û danûstandinê dike, gelê me û şoreşa Kurd bê vê ku hizrê jê bike ku ev daxwaz û paşvekêşiya dujmin ji çi vê çavkanî digire, dest bi ci pê wan peyvên civan û birqoke dujmin tê xapandin û herbixwe bi destê xwe alîkariya cîbicî bûna vê pîlana dujmin dike.

Dujmin dema xwe li hember doza Kurd de bê hêz dibîne, bas ji rêçarên demokratîk dike, bi bê vê ku bas ji eslê meselê anku mafê çarenivîsa Kurd bike. Ne tenê dujminên deshilatdar, belkî binav opozisyona  xwediyê hizra tevawiyet xwaz û nijad perest jî, li hember daxwazên neteweya Kurd de heman rêkar û teoriyê digirine berahîka xwe.

Ez bawer im ku daxwaza demokratîk kirinê, ji aliyê rejîmên deshilatdar û opozisyona nijad perest ve, tenê û tenê ji bona pêșîgirtina doza netewî ye.

Ger armanca sereke bo hinek Kurdan û hêz û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê “demokratîk bûna” rejîma dîktator û welatê Îranê be, hewce nake hinde ked û xebatê bikin, gelek  rê yên din hene û hekî hikûmet û deshilatê bixwastiba ji rêka demokratîk ve pirsan çareser bike, bê guman çi hewcehî bi bikaranîna çekê û rijandina xwînê nedikir, vê demê me dê ji xwe re pergalekî aştiyane bigirtiba berahîk xwe û bê êş û zehmetî emê bikevtibana pey bidestveanîna hêviyên xwe.

Ahan li vir de ye ku, divê heçî Kurdekî welatparêz hinekê bi kûrî bera xwe bidin vê mijarê, û ji xwe bipirsin ma pareke berçav û bihêz bi navê reformxwaz li nava sîstema Komara Îslamî bixwe de li hember aliyê kevneşop parêz de nesekinîn û bi navê islahteleb bo heyama çend salan xelk xapandin, ma karîn tenê pêngavekê bihavêjin ku bi qazancê xelkê welat be?

Erê gelo ma niha jî kesekî hinde sawa di nava me Kurdan de peyda dibe ku, bawer bike ku ji rêya danûstandinê û riya demokratîk û bi aştî , maf û azadiyên neteweya Kurd dê dabîn bibin?

Erê gelo ji bilî rejîmê, hekî opozisyona seranserî jî, bawerî bi mafê netewî heye û hekî ji vê yekê ne di Îrana piştî rejîma Îslamî de divê Îran ya hemî Îraniyan be, û daxwaza hevalbendiyê ji Kurdan û netewên din dikin bo sernixûniya rejîmê, çima ji bilî hinek peyvên birqok ên wek sekolarîzm, demokratîk, tenê peyvekê bas ji mafê Netewan nakin? Çima basa mafê çarenivîsa netewan nakin? Çima bas ji Îraneke Federal, an navçeyên xwedmuxtar bo netewan nakin?

Bê guma ji bîra kesê neçûye ku, dema Xumeynî li Firansayê bû, heman gotinên birqok ên wek demokrasî, sikolarîzm, azadî, edalet, azadiya ehzaban û siyasî dikir û digot Ol divê karê xwe bike û dewlet karê xwe, bi vê wateyê ku Ol û Dewlet ji hev cuda bin, me dît ku piştre dema hat Îranê, çi anî serê welat û xelkê welat.

Armanca sereke ya min ji vê nivisînê ev bû ku, min xwast 2 xalên sereke bixm ber çavan û zelal bikim ku nabe em bên xapandin.

Ev xalên serekejî evin:

1 – Heçî dema ku hikûmetên deshilatdar û dictator ên dagîrkerên Kurdistanê xwe li hember hêz û şoreş û yekîtiya gelê Kurd de lawaz dibînin, bas ji rêçarên demokratîk û aştiyan a pirsa Kurd dikin, hem daku belkî bikarin Kurdan bixapînin û jihev veqetînin, û hem heta careke din bikare xwe bihêz bike bona tepeserî û êrîşa bi dijî Kurdan.

2 – Hêz û aliyên binav opozisyona seranserî ku niha li deshilatê de ninin û hêza tepeserî û kuştara gelê Kurd çinin, bi çend peyvên birqok ên wek birayetî, wekhevî, demokrasî, dixwazin parek ji Kurdan gel xwe bixin, daku hem xwe bihêz bikin, û hem jî netifaqiyê bixn nava mala Kurdan.

Sed mixabin dujminan gelek caran karîne di bikaranîna wan 2 xalan de bi dijî gelê me û doza berheqa me de serkeve û piştî hingê ku Kurd hay xwe dibin, dibînin her tişt ji dest wan der çûye.

Lewma, bila em hişyar bin, yekîtî û yekrêziya xwe biparêzin, vê demê ye ku her kesek dê îtraf bi hêza me û mafê me bike.