
Rêja 21ê Çiriya Pêşîn a 2025, rêzdar “Hisam Destpîş”, nûnerê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Yekîtiya Ewropayê, li konferansa Navenda Şirovekirina Siyasetên Ewropayê ku li bajarê Brûkselê de bo rêzdar “Têo Franklîn” ê Wezîrê Berevaniya Biljîkê hatibû lidarxistin, beşdarî kir.
Rêzdar “Têo Franklîn” li çarçoveya platforma hizra rêberatiyê de axivî û îşare kir ku ev çarçoveyek e ku rêberên warên cur bi cur têne gazîkirin da ku hizir û dîtingehên xwe bînin berbas.
Li dawiyê de beşdarbûyan dîtingehên xwe pêşkêş kirin û pirsyarên xwe ji navbirî kirin.
Rêzdar “Hisam Destpîş”, nûnerê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Yekîtiya Ewropayê, pirsyarên xwe ji rêzdar “Têo Franklîn” ê Wezêrê Bergiriya Biljîkê kirin û ji aliyê navbirî ve bersiva wan pirsyaran, hate dan.