Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya xwekujiyê li Îranê %40 zêde bûye

11:42 - 26 Nîsan 2023

Amarên fermî yên rejîma Îranê didine xuya ku li dehika derbasbûyî de amara xwekujiyê %40 di Îranê de zêde bûye û ji 3500 haletan bo zêdetir ji 5 hezar haletan bilind bûye.

Navenda “Datayên Vekirî yên Îranê” li gor pîverên dadperweriya civakî a sala 1400 a Rojî, “li heyama 10 salan de zêdetir ji 40 hezar mirin bi sedema xwekujiyê ji aliyê hêza Întizamî ya rejîma Îranê ve hatiye tomarkirin” û herwisa helsengandina wê amarê digel amara xwekujiyê ya sala 1390 a Rojî, 2 beranber zêdetir e.  

Bilindbûna rêjeya xwekujiya li Îranê di halekê de ye, ku Îranî li dehika 90an a Rojî li jêr dijwartirîn bandora krîzên “civakî, siyasî û aborî”yê de bûne.

Herwisa pêka wan amaran, rêjeya mirin bi sedemên cihê şik û gumanê ku bi serastî rohn nîne ku îşare bi çi beşekê kiriye, mirina bi şik û gumanê li dehika 90an a Rojî, zêdetir ji 6 beranberê amara giştî ya xwekujiyê û 12 beranberê amara qetlê bûye.

Pêka xişteya rojreşî û amara xwekujiyê, parêzgehên “Kirmaşan, Îlam, Luristan û Kohgîlûye û Boyir Ehmed” tevî vê ku zêdetirîn amara xwekujiyê hebûne û hevdem li dijwartirîn rewşa rojreşiyê de ne.