Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gera zeman û waneya Kurdan

10:05 - 22 Gulan 2023

N: Nûredîn Sofîzade

Roja 14ê Gulanê Hilbijartina giştî ji bona nûnerên Parlemanê û Serkomar li Turkiyê birêve çû ku di encama hejmartina dengan de heçî hizb û hevbendiyekê gorî pêgeha xwe, Kursiyên Parlemanê bo xwe misoger kirin, lê hilbijartina Serkomar bi hegera vê ku çi yek ji berbijêran nekarîn ji %50 dengan bidest ve bînin, kevte bo gera duyem ku di navbera 2 rikeberan de anku Recep Teyîb Erdoxan ji AKP ê û Kemal Kilîçdaroglu ji CHP ye.

Werin em Komarekê ava bikin, emê wekî bira bi hevdu re îdare bikin, emê hemî birayên olî yên hevdune, welatê nû ku em çêbikin welatê me hemiyane. Ev gotin yên Lîder û avakerên Komara Turkiyê bûne bo Kurdan li dema çêkirina welatek bi navê Turkiyê piştî hilweşîna împiratoriya Osmanî de.

Ku Komar ava kirin û dewlat û welat çêkirin, vêca wiha gotin: Yek dewlet, yek milet, yek Ala û yek Ziman.

Vê rojê ve heya niha heçî serkomar û partek di desthilatê de be, parêzerê wan hêlên damezrênerên Turkiyê bûne û heçî dengekî wekhevîxwaziya Kurdan bi awayê herî hovane tepeser kirine.

Zimanê Kurdî, Çand, nasname, perwerde, hemî qedexe bûne, hemî hêza hikûmetê û welat hertim hatiye terxankirin ji bona tepeserî û ji navbirina dengê şoreşên Kurdan, Kuştarên herî hovane birê ve birine, jînosaydên mezin li Agirî, Dêrsim, Bîngol, Geliyê Zîlan de bi rê ve birine û sedan hezar Kurd ne tenê şoreşger, belku sivîl û jin û zarok jî komkuj kirine.

Hinek Hizbên desthilatdar ku her piştî çêbûna Turkiya nûvîn welat bi rê ve dibin, MHP û CHP û yên din yên ku piştre çêbûne, hemî bi yêk çavî bera xwe didin Kurdan.

Niha Hizb zêde bûne û rikeberiya wan bona gihîştina desthilatê tundtir bûye û bona serkevtina xwe û şikesta rikeberê xwe, hewcehî bi piştgirî û dengê zêdetir hene.

Gelê Kurd ku li Turkiya 85 Milyonî de, pitir ji 25 Milyon kesiye anku nêzîkî %30 nifûsa wî welatî pêk tîne, heya niha jî digel bê xwediyê çi yek ji mafên xwe nine û wekî welatiyên bê nasname û Turkên çiyayî tên hesibandin.

Di hilbijartinan de bi armanca rakêşana dengên Kurdan û mifah wergirtina ji Kurdan bo heçî Partekî Turk cehdê dike li hember partiya rikebera xwe de hindek gotin û diruşmên goya berevanî ji mafê Kurdan bilind bike û bibêje, Ev drûşmên han jî di demekê de tên dan ku sîstema welat û yasaya wan li dema hilbijartinê de îzna heçî cure piropagendeyekê dide wan û çi yêk ji dirûşmên wan yasayî ninin.

Piştî dawîpêhatina hilbijartinan jî hekî gotî dar dikeve û toz divemire, tu yek ji wan dirûşman û rondik rijandina wan bo Kurdan, nayê bîra wan.

Renge ewa mafê wan be û ji bona serkevtina xwe hevarê dibin bo heçî karekê, lê pirsyar eve erê gelo Kurd çima tenê bo carekê waneyê ji ev hemî ceribandinên derbasbûyî vernagirin?

Kîjan Partên Turk ku xwe parêzerên hêlên destpêka avabûna Komara Turkiyê dizanin, hatine ser kar û cihgurkê kirine, heya niha bo Kurdan û berçavgirtina mafê wan tenê pêngavek havêtine ku mafê Kurdan di wî welatî de bixne nava yasaya bingehîn a welat?

Mixabin bi bandora piropagenda sedem li hilbijartinê de jî gelê Kurd bi ser wan partiyan de parve bûne û dengên wan qazenc bo her aliyekê heye tenê Kurd nebin.

Ger dengê Kurdan hemî li serhev ban, ger Partiyekî Kurd bikarîba hemî Kurdan devra xwe kom bike, bêguma bi nifûsa %30 xwe li Turkiyê de dê bibana yekem dengê bihêz yê di nav heçî rikeberiyekê de.

AKP ê bo 22 salan Kurd bikar anîn, niha CHP bi navê xemxwarê Kurdan, dixwaze Kurdan bikar bîne, ma ne bese ku Kurd dersê ji kiryarên xwe wergirin, ma ne bese Kurd îznê nedin ku Partiyên Turk wan wekî leîstokan bikar bînin?

Bo hilbijartina 14ê Gulanê jî CHP û Kilîçdaroglu yê serokê wê, ji bona rikeberiya di gel Erdoxan û partiya wî, berevanî kirina ji Kurdan kiriye çeka herî bihêza xwe ya piropagende, karî bi wî awayî dengê piraniya Kurdan û partiyên wan bo xwe rakêşe.

Dîsan li virda çend pirsyarek tên pêş, erê gelo ger Kilîçdaroglu bê ser kar û bibe serkomar, ma dê bikare ji vekirina 2010an Erdoxan “AÇILIM” deriyan bo Kurdan veket? Gelo ger CHP bo Kurdan başe û gorî piropagenda CHP ê û hinek Kurdan, piştî evê ku bibe serkomar, dê rêzdar Ebdulla Ocelan û Selahedîn Demirtaş li hepsê serbest bike, ma heman serdemê deshilatdariya CHP ê û serokê vê Bolend Elcewîd de nebû ku komeleya navnetewî çêkir û Ocelan girt?

Heya niha Erdoxan yan heçî kesekî din ku deshilatê de bûne , li derheq nêrîna bi doza Kurd ma çi cudahiyek gel CHPê hene?

Ger ev di dema piropagenda de basê Kurdan dikin, ma kengê soz dane dê mafê Kurdan li destûra welat de cih bikin, dê perwerdeya Kurdî bikin bi fermî, dê mafê wekhev yê Turkan bo Kurdan berçav bigrin?

Lewma, Kurd divê dersê ji derbasbûyî verbigirin û êdî wir şûnda nebin lîstokên hilbijartinan û piropagenda rikeberiya deshilatdaran.