Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa rojreşî li Îranê di wan 10 salên derbasbûyî de gihîştiye bilindtirîn asta xwe

14:20 - 30 Gulan 2023

Navenda “Eko Îran” a rejîma Îranê bi belavkirina xişteyek ji rewşa enflasiyon, nirxa betalî û nirxa rojreşî li Îranê daye xuya, ku nirxa rojreşî li Îranê di heyama 10 salan de ji sala 1391 heta sala 1401 a Rojî, gihîştiye bilindtirîn asta xwe.

Di sala 1391 a Rojî de nirxa rojreşî %41 û nirxa betaliyê %12.1 hatiye tomarkirin û piştî dorpêçan li ser rejîma Îranê li sala 1392 a Rojî de, nirxa rojreşiyê %43.3 hatiye tomarkirin.

Piştî derkevtina Amerîka ji Bercamê û xistina givaşên zêde li ser rejîma Îranê ku guherînên zêde yên aborî li pey xwe anîn, nirxa rojreşiyê sal bi sal zêde bû û li sala 1401 a Rojî de gihîşte %54.9 ku zêdetirîn nirxa rojreşî di wan 10 salan de bûye.

Nîşaneya rojreşiya pîverî beşek e ji perîşaniya aborî ku mirov rojane metirsiya bêkarî û zêdebûna lêçûnên jiyanê seh dike. En jî, nîşaneya rojreşî bi zêdekirina nirxa bêkariya demsalî li nirxa enflasiyona salane tê hesibandin. Hin lêkoler li ser wê baweriyê ne ku zêdebûna vê guherinkariya aborî, dikare bandorê li ser nirxa hejarî, xwekujî û bêhêvîbûn ji jiyanê û…hwd dabinê.