Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêgeha reftarên malbatên şehîdan li şoreşa Jînayê de

12:03 - 13 Hezîran 2023

N: Îsmaîl Şerefî

W: Hesen Mukerem

 Di qonaxên cuda yên şoreşa Jînayê de, malbatên şehîdên vê şoreşê bi derkevtinên xwe yên taybet û tijî peyam, pêgeheke zindî û çalak tomar kirine. Ji destpêka şoreşê ve ku zarokên wan ji ber gulebarana rasterast a hêzên tepeserker ên Komara Îslamî ya Îranê xwîn rijandine, ne tenê kincên reş li xwe nedikirin û poşmaniya xwe nîşan nedan, belkî bi li xwekirina axabanî û ewriyan li ser trib û gorên sorxelat yên zarokên amadebûn û bi zimanek tund û azadîxwazane li dijî desthilata reş û cinayetkar a Komara Îslamî derketin. Tevî belavkirina peyama bidawîanîna zihniyeta faşîst û totalîter, bi serbilindî behsa şehîdên xwe kirin.

Malbatên şehîdên şoreşa Jînayê li Kurdistanê ji derfet û hilkeftên taybet bi zarokên xwe yên şehîd û bi lidarxistina civîn û merasîmên taybet, ji bo berdewamiya vê şoreşê û zindî hiştina peyam û nirxên Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî zarokên anîn rojevê û bandora wan nîşan da.

Her hefteyek tevî gef û givaşên dezgehên ewlehiyê yên tepeserker ên rejîmê, bi yekbûn û kombûna li ser gorên şehîdan, silogan û peyamên Şoreşa Jînayê heta niha zindî hêlane.

Yekîtiya malbatên şehîdên şoreşa Jînayê li Kurdistanê ne tenê sînorên bajarên Kurdistanê derbas kir, belkî malbatên şehîdên navçeyên din ên Îranê jî bala wan dan bi Kurdistanê û tevî hevxemî digel hev du, peyama rabûneke yekgirtî li dijî rejîma bikujê zarokên xwe belav kirin.

Ev yekîtiya di navbera malbatên şehîdên Kurdistanê de xuyatire û di cihên din de jî bandor kir.

Di destpêkê de goristana Ayçî ya bajarê Seqizê ku termê şehîd Jînayê têde hatiye veşartin, bû cihê kombûna xelkê û malbatên şehîdan û nîşandana nerazîbûna xwe li dijî rejîmê. Piştre ev hevgirtin û yekîtiya malbatên şehîdan derbasî gelek bajarên din ên Kurdistanê bû. Ji Mehabadê heta Bokanê, ji Bokanê heta Ciwanroyê, ji Ciwanroyê heta Seqizê, ji Sine û Dîwandere heta Bokan û Seqizê.

Di van serdanan de, malbatên şehîdan bi komek dahênanên kêrhatî û tijî ji remz û peymanên serdemiyane û bi mifahwergirtin li hinek sembolên neteweyî, nîşan dan ku civaka kurdevarî tijî ye li potansiyel û kapasîteya modern a tekoşînê li dijî tevahiya nizameke kevneperest.

Van bi pêşkêşkirina gulên sor ji hev du re û ji hev du kirina axabaniyan, gotina sirûdên şoreşgerî, xemlandina xwe û zarokên şehîdên xwe bi kincên ala û yên Kurdî, peyameke yekbûn, jiyandost û têkoşîn li pêxema bidestveanîna armancên şehîdên xwe bilind û zeq kirin.

Bandora van reftarên malbatên şehîdên şoreşa Jînayê li ser hest û îradeya gelê Kurd û raya giştî ya gelê Kurd, biqasî kûr bû ku odeyên reş ên komployên rejîmê hêrs û nîgeran kir. Ji ber wê jî gelek caran êrîş kirin ser gorên şehîdan, gef ji wan xwarin û givaş xistin li ser malbatên şehîdan û hinek ji wan jî girtin û avêtin girtîgehan.

Çend caran gora şehîd Jînayê li goristana Ayçî tevîlev kirin û gorên gelek şehîdan jî li Sine û bajarên din ên Kurdistan û Îranê jî xerab kirin. Her di gel givaş xistina li ser malbatên şehîdan, roja Înê 19`ê Cozerdanê dema ku malbatên şehîdên bajarên weke Sine, Dewolan û Dîwandere li Seqiz û Bokanê serdana malbatên şehîdan kirin, di dema vegerê de hatin girtin.

Reftara malbatên şehîdên şoreşa Jînayê di van mehên han de çawan ku behs dikin di bin givaşên navendên tepeserker ên rejîmê de bûne, xwedîderketineke bê mînak û têkoşeran e ku di şoreşa nû ya Kurdistan û Îranê de li dijî nizama dîktator a Komara Îslamî cih û pêgeheke bilind û dîrokî tomar kiriye. Ev tevger nîşan didin ku; Hejmonyaya tepeserker a rejîmê, vala û bê paşeroj e, şehîd û qurbaniyên vê şoreşê bi giştî rol û pêgeha van di bîranînên wan de zindî dimîne û gel jî bi wan emegnas û serbilind e.

Ya herî girîng jî reftarên malbatên şehîdên şoreşa Jînayê û piştevaniya gel ji malbatên şehîdan re nîşan dide ku xwediyên rastîn ên şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê di navenda dilê rasteqîn ê şoreşê de ne û ti îradeyek totalîter û faşîst nikare dest danê bi ser vê şoreşê û destkevtên vê de.