Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PEYMANA LAUSANNE(LOZAN)Ê

17:38 - 10 Hezîran 2023

N: Kofîxwar

      Bi dirûşma  “Dînê me yek e,em birayê hev in”.Xapandin û Tunehesibandina Kurdan Ango Mirin .

   Ji pey Peyama Qesra Şîrîn(sala 1639-li nav Faris û Osmanîyan tê destnişan kirin) )Kurdistanê bi Lozanê ve  (Cî û warê Kurdan,axa wan e wek şîrê helal) dê dîsa bê perçe kirin.Piştî têkçûyîna Împaratoriya Osmanî dewletên Ewrupî di nav xwe de axa serwerîya Osmanî bi  peymanên  geh aşkare geh ne aşkare tê perçe kirin,Pİştre wê bê zeft kirin.Pirrtir desthilatdariya Kurdistanê bala wan ê bikişîne.Bi peymana Qesra Şîrînê ve perçeya Kurdistanê ya mezin di bin desthilatdariya Osmanî de dimîne.Lewma ew peymanan ji bo dahatûya kurdan zahf gîrîng e.Çimkî bi wan peymanan ve Kurdistanê dîsa perçe perçe bibe û Kurdên jî jenosîdeka pir alî û herdemî ve rû bî rû bimînin.Bî xeynî cîhê wê yî jeopolîtîk hebûna neftê(petroil) bextê kurdan reş dike.Bi taybetî Îngîlîzan dixwestin ji ber hebûna neftê hemû Kurdistanê bi dest bixin.Çimkî kompanyayên mezin ên derxistin û raguhestina neftê bi destê Îngîlîzan de bû.Lewma rêya dewleta Kurdistanê tim û tim girtin.Pirrtir bi destên wan welatê kurdan bi perçe perçe bû.Ji bo ku dijberî li nav wan dernekeve Fransîyan jî dike şirigê xwe. ji bo cîbûna vê armancê herdîsa di nav hev de peymaneka ne aşkere destnîşan bikin.

    Sykes –Picot;di  sala 1916an de li nav  nûnerên İngîlîzî Sir Mark Sykes û yên Fransî François Georges Picot hatiye  destnîşan kirin.

Rengê Şîn û cihê tîpa A’yê ya Frensayê,rengê sor û cihê tîpa B’yê ya Îngîlîstanê bû.

Li gorî nexşeyê Kurdistan di nav xwe de perçe kirine  desthilatdariya xwe bi reng û tîpan ve dîyar kirine.Tê dîtîn ku Başûr di destê Îngîlîzan Bakûr jî pirranî di destê Fransîyan de dimîne.Lê piştre yên sînorên vê peyamê berfireh bikin Rûs û Îtalîyên jî tevlî bibin,cihên bermayîyên Osmanî di nav xwe de dabeş bikin.Bi vê peymana ve bêne Sevrêsê.

  https://ku.wikipedia.org/wiki/Peymana_Sevr%C3%AA#/media/W%C3%AAne:SevresTreaty.png

    Di Sevrê(1920) de şirigên wan ên li ser parvekirina Kurdistanê dê zêde bibin.Îca wê Ermenî û Tirkan bikin şirigên Kurdistanê.Dê Ermenîstanê di bin bandora Rûsan de,Tirkiyeyê jî bi piştgiriya û bandora Îngîlîzan bêne ava kirin. Bi naqokiyên li nav Dewletên tevlî peymana Sevrê bûne Sevr bi cî nabe.Herçiqas rewşenbîr,serîkêşên kurdan hewl bidin ku Kurdistanê ava bikin  jî hezên tevî Sevrê bûnê ji ber hebûna zenginiyên Kurdistanê ku di wê demê  ya sereke neft e rê nadin ew armanc,doza Kurdistanê bi cî bê.Bi ser de rêya jenosîda kurdan wê bê vekirin.Mustafa Kemalê yalîkî rewşenbîr û Serîkêşên kurdan bêhîkarî bike yalîkî jî tim Peymana Sevrê wek metirsiyekê bîne li pêş kurdan.Çimkî di Sevrê de perçeyeka kurdistanê diyarî Ermeniyan kirine.Ji bo li hev kirinê hemdînêyê,umetê derxîne li pêş kurdan.Heta Lozanê dê wisa bikin.

  Lozan  Bi dirûşma  “Dînê me yek e,em birayê hev in”ve Xapandin û Tunehesibandina Kurdan e.Lê mesele ne tenê ev e.Mesele dilnekirina dewletan e ku  kurd li ser axa xwe  xwedî dewlet bin,pêşiyê Îngîlîstan rê nade.Mînak;erîşa li ser Mehmûd Berzencî.Axa Kurdistanê kirine ‘Mesopotamia,Rojhilata Navîn ...’ Xeynî Kurdistanê bi çend nav lê kirine.Li ser axa Kurdan Surîye,Iraq,Edirbecan,Ermenîstan(Rewan cî warê  kurdan ê qedime) Tirkiye ava kirine.

  100 sala Lozanê ji bo kurdan çi ye?Divê çi bête kirin? Ji bo vê hîn alî dibêjin qet nebe Dewletên li ser axa kurdan ava bûye şertên Lozanê bi cî bînin.Hin mafên însanî û kulturî bi dest bixin. Divê ji ber wê kurd hewl bidin hebûna xwe dîsa qet nebe di nav dewleta heyî de bidin qebûl kirin.Hîn alî jî dibêjin dema Lozanê qediya êdî Lozan pûç bûye.Lewma ka em sedemên vê hişmendiyê bi  çend hêmanên Lozanê ve aşkere bikin.

Madde 37: Divê Tirkiye heta maddeya 44an girîngî û naveroka wan bixe bingehîna hemû zagonên xwe.Divê tu zagon û rêzname li dijî wan nebe.

Madde 38: Hikimeta Tirk li nav sînorê heyî de ti dijbêriya li hemberî netewe û kêmneteweyan neke,hemwelatî divê bikaribin  bi azad bi dil û can mafên  xwe yên İnsanî bi kar bînin.

  madde 39 :Divê hemwelatî danustandinê bigre heta dadgehê ji dadgehê bigre heta çapemeniyê bikaribe bi zimanê xwe yê zikmakîyê bi hêsanî bi kar bîne.Ji bo vê divê dewlet hemû rêyan veke,derfetan bide.

  bi kurtî be jî  ew hêman nîşan dikin ku tu carî dewletê rêya wan mafan venekiriye ango peyman bin pê kiriye.Wêkî hebûna kurdan.

 Ji ber vê  divê Kurd sedsala peymanê bike sedemekê ku ji berê bêhtir dîplomasiyê bi kar bîne.Diyaspora xwe ji bo  vê xurt bike,armanca hebûn teva bi dest xistina hemû mafan çalak be. Ku roja îroyîn mafên bingehîn nikare bi azad bi kar bîne.Herweha li ser medya civakî bêhtir ciwan û zarokan ferî ziman,dîrok,çanda xwe bikin. Çimkî Ji ber modernîteyê,tunehesibandina kurdan pê pê de ziman û çanda xwe,eslê xwe wenda dikin.Haya gelekan ji dîrokê nîn e.Ji ber wê heyraniya serweriyên xwe dikin.Beriya her tiştî baweriyê bi xwe bikin lewma zanîn  ji her tiştî giringtirîn e.

  Bi hêviya serkeftinê.