Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr.Qasimlo û hizrên modern

10:50 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Nûredîn Sogîzade

Hizrên modern û pêşkevtî û serdemiyane, bêguman bi wan hizr û ramiyariyane re dibêjin ku gorî jiyan û civak û siyaset û deshilatên îroyîn li cîhanê de dikare hemî aliyên jiyana civatgehê û mirovan berçav bigire, dikare wekheviyê dabîn bike, dikare demokrasiya rastîn dabinê, dikare dadperweriya civakî û qatî û siyasî bixe nava civatgehê, dikare piloralîzma siyasî û azadiya partiyan biparêze. Dikare hêza yekemîn a diyarî kirina deshilatê bide destê xelkê. Heçî kes û aliyek û hêzek ku xwedî û hilgirê wan hizran be ku bikare civatgehê bigehîne rewşeke wiha pêşkevtî, bêguman xwediyê hizrên herî pêşkevtî û modern ên serdeme.

Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberê tevgera rizgarîxwazaneya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Sekertêrê PDKÎ xwedî û hilgir û danerê hizr û teoriyekî herî pêşkevtî bû ku dixwast li pêşerojê de gelê me û Kurdistan bibe xwediyê deshilat û dadperwerî û siyaseta herî pêşkevtî ya cîhanê.

Di serdemekê de ku hin alî û hêzên xebatkar û siyasetmedarên Kurd di ser vê baveriyê bûn ku Kurdayetî û xebata Kurd ji bona rizgariya ji dest dagîrkerên Kurdistanê tenê divê ji riya xebateke radîkal a nasyonalîstî ve bê berçav girtin û nabe xebata Kurdan xwe girê bide bi hinek teoriyên Rojavayî wek demokrasî, lîberal, an sosyalîzm û komonîzmê û yên dinê …hwd.

Bi berewajî di demekê de ku hin hêz û aliyên siyasî û kesayetiyên Kurd û xebatkar li ser vê baweriyê bûn ku divê Kurd berî Kurdayetiyê divê di serî de xebatê bike ji bona yek ji teoriyên biyanî weke Komonîsm û Sosyalîsm û çep, û merama wan a sereke divê wekhevî û dadperweriya civakî be.

Di demekê de ku hebûn di nava xebatkar û siyasetmedarên Kurd de ku li ser vê baweriyê bûn ku ji bona vê ku Kurd bigihîjin bi qedera xwe a siyasî divê xebat tenê di çarçêveya deshilata dagîrkerên dîktator de û ji riya demokrasiyê û hilbijartinê an îmtiyazên xêr pêkirî yên dujminan ve be.

Ev jî di demekê de bû ku xwedî û hilgirên wan hizrên serve wiha hesab dikirin ku nabe çi yek ji wan hizran û teoriyan tevlîhev bên kirin, belkî divê heçî yek ji wan hizran bi awayeke serbixwe û dûr ji hizreke din û tevlî kirinekê bigihîje bi armanca xwe, lewra hertim hilgirên wan hizran dijberî hev bûn û li hember hev du de rawestiya bûn û van wisa dizanîn ku Demokrasî û Nasyonalîzm û Sosyalîzm û mafê Netewî dijî hev dune û heçî hêz û aliyek bo mînak Nasyonalîzm be, êdî nikare kesekî çep û sosyalîst be, an wisa dizanîn ku hekî kes û aliyek demokrat be , êdî nikare xebatkarekî radîkal be , an kesekî sosyal be, rast di wî serdemî de rêberê lêzan şehîd Dr. Qasimlo bas ji teoriyekê kir ku dikarî hemî wan fikr û teoriyan anku Sosyalîsm, Demokrasî, û Nasyonalîsmê bi hevre girê bide û xebata Kurd ji bona rizgariyê ewqas mecal heye ku bikare hem Nasyonalîsmeke radîkal a kurd be, hem demokrateke hilgirê fikra qebûlkirina piloralîzm û cudahiya hizban û bawerî bi hilbijartin û dengê azad ê xelkê hebe û hem sosyalîstek be ku bawerî bi dadperweriya civakî û wekheviya jin û mêran hebe û mafê zehmetkêş û hejaran jî ber çav bigre.

Dr. Qasimlo ji bona têkhelkêşkirina wan teoriyan, teoriya “Sosyalîzma Demokratîk” anî nava leyîza siyaseta Kurd û wekî armanca pêşeroja Hizba Demokrat xiste nava bernameya siyasî ya PDKÎ.

Dr. Qasimlo ku her ji temenê lawiniya xwe ve tevlî karê siyasî bibû, wî her piştî avabûna Hizba Demokrat û damezrîna Komara Kurdistanê, xebata xwe ya siyasî li nava yekîtiya Ciwanên Kurdistanê destpêkir, piştre tevlî hizba Tûde ya Îranê bû ku hilgir û teqlîdkerê Hizba Komonîst a Soviyetê bû, ji nêz ve hem di gel fikra Kurdayetiyê û hem di gel fikra çep a basê dadperweriya civakî û mafê zehmetkêşan dikir, aşina bibû.

Piştre ku Dr. Qasimlo ji bona xwendina bilind diçe Ewropa û li du qonaxan de li welatên Wekî Firansa û Çekoslawakiya  dixwîne heya doktoraya xwe ya li ser rişta abûriya siyasî werdigere û piştre her li Ewropa dibe mamostayê zanîngehê, rast di wî serdemî de dikeve nava karê siyasî yê PDKÎ de.

Şehîd Dr. Qasimlo berê ku gelek baş di gel hizra siyasî a Kurdayetî “Nasyonalîsm” û edaleta civakî “Sosyalîsm” aşna bibû, vê carê li ewropa digel demokrasî û hizrên pêşkevtî nasiyar bû.

Şehîd Dr. Qasimlo ku xwe wekî siyasetmedarekî lîberal û maksîst didît, dema ku kevte nava xebata Hizba Demokrat û bitaybetî berpirsayetiya yekem a vê Hizbê kevte ser mil, xwast teoriyeke nêzîk li îmkanê bîne nava teoriyên wê serdema xebata siyasî, û bo cara yekem di kongira 5 a Hizbê de bas ji vê hizra xwe kir û Kurd û bi taybet Hizba me dikare wan teoriyên ji hev cuda pêkve girê bide.

Di wî serdemî de Kongira 5, hinek endamên Hizbê mabûn heyrî ku çawa dibe Nasyonalîsm û Sosyalîsm û Demokrasî bihevre bên girêdanê.

Berevaniya Rêberê mezin û xwedî ezmûn û piraniya wan teoriyan ji nêz ve naskirine û xalên lawaz û dewlemend ên wan teoriyan naskirine û ceribandine, ev bû ku em wekî Kurd û Hizba Demokrat di vê qonaxê de xebatê dikin ji bona azadî û rizgariya Kurdistanê heta ku gelê me bikare qedera xwe ya siyasî netewî bigre dest xwe, bo gihîştin bi vê armanca pîroz û netewî jî em mifahê ji heçî rê û mikanîzmeke xebatê werdigrin û xebata xwe bi rewa dizanin, dema ku wisaye em Hizbekî radîkal û nasyonalîsm a Kurd in.

Em dema xebatê dikin ji bona azadiya neteweya xwe, bê guma hemî qatên civakê, hemî texên nava Kurdistanê, hemî cudahiyên olî, devokî, cinsiyetî, gundî, bajarî, xwendewan, nexwendewan, dewlemend, hejar, mamosta, cotiyar û kirêkar, civatgeha kurdistanê û gelê me pêktînin, ku wisaye dema Kurdistan rizgar bû ji dest dagîrkariyê û Kurd xwe hakimê xwe bû, em wekî PDKÎ wekî aliyekî siyasî ger ji riya hilbijartina azad a xelkê xwe ve gihîştn bi deshilatê, bê guman em ger nekarin dadperwerî û wekheviyê di nava civatgeha Kurdistanê de çêbikin, renge tenê rizgar kirina Kurdistanê têrê neket, divê em bikarin wekheviya di navbera jin û mêran bi kiryar cîbicî bikin, divê em bê mafiya ku karger û zehmetkêşên Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê di gel de hember bûne, li ser wan rakin û divê hemî xelkê Kurdistanê û bi taybet qata zehmetkêş û karger û kêm dahat, bikare ji serwet û dahata welat behremend be, hingê me kariye bi awayekî dadperwerane hemî civatgeha kurdistanê bi çavekê mêze bikin.

Dr. Qasimlo ku li Ewropa ezmûnên baş li ser hilbijartin û azadiya partiyan, û destaûdest kirina deshilatê ji riya hilbijartinê û dengê xelkê ve peyda kiribû, li ser vê bawerê bû ku êdî ev serdem bi ser çoye ku hizr û îde û teoriya kite hizbekê tenê bikare îdara civatgeha welatekê bike û her tişt di qorixa aliyekê de be ku pitir part û aliyên komonîstî û hizrên çep ên pirotariya kirêkarî ku ji sovîyetê ve banga dadperweriya cîhanê dida, xwediyê vê hizra siyasî bûn ku nabe ji bilî wan tu alî û hêzekî siyasî û teorî serî hilbide û hebe.

Dr. Qasimlo wisa hesab dikir ku hizbek an hikûmetek dikare nasyonalîsm be, dikare çep be û basê dadperweriya civakî û mafê zehmetkêşan bike, hev dem dikare demokrat be jî, tu aliyek nikare bas ji edaleta nava civakê bike, bas ji wekheviya jin û mêran bike, bas ji dabînbûna mafê zehmetkêşan bike, lê xwe sepên be û amade nebe wî mafî bide xelkê ku herbixwe bi dengê xwe deshilata birêveberiya xwe hilbijêrin.

Demokrasî, Hilbijartina azad, azadiya hizban” piloralîzm” qebûl kirina hizr û teoriyên cuda, azadiya rojnamevanî, azadiya hebûna mafê nerizayetiyê û mangirtinê, hebûna mafê raderbirîna azad û bi giştî hemî ev mafên ku aliyek ji bo xwe bi rewa dizane , divê ji bo her aliyekî siyasî bi rewa bizane, bi wateya hebûna demokrasiyeke rasteqîne ye. Wate li civatgehê de tu kes li ser hebûna eqîde, bîr û bawer, fikra siyasî, nekeve ber xezeba deshilatê û neyê tepeser kirin û maf jê qedex nebe.

Dr. Qasimlo ev 3 mijar û hizrên ku heya wî serdemî her kesî û bi taybet xebatkarên Kurd wisa dizanîn ku dijberê hev in, wate Nasyonalîsm, Demokrasî, û Sosyalîm, kirine yek dirûşm û li ser vê bawerê bû ku civatgeheke wekî ya Kurdistanê, hewcehî bi her 3ê teoriyan heye û kurd nikare bêje ez sosyalîstim û nikarim demokrat bim, Kurd nikare bêje ez xebatkarekî radîkal ê netewî me nikarim dadperwer û sosyal, an demokrat bim.

Dr. Qasimo qonaxê peyrewî kirin ji vê têkheklêşa wan teoriyan ji hev cuda kiribûn. Em niha di halê xebatê dan e rû li ser deshilatê ninin, lewra xebata me hewcehî bi metodên cuda yên xebatê heye, lê ya girîng eve ku dema piştî rizgariyê em bikarin bo xelkê xwe, bibin bi deshilateke Demokrat, Sosyal, û welatperwer.

Ev jî kir bi dirûşmek li jêr navê Armanca Pêşeroja PDKÎ Sosyalîsma Demokratîk.