Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên îtilaata rêjîmê hunermendeka Kurd li Xurasanê binçav kirin

16:34 - 1 Kanûna pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî, hêzên dije mirov yên îtilaata rêjîmê bi awayekî xoserane êrîş kirine ser mala hunermendeka Kurd a bi navê “Esmer Hemîdî” ku sitranbêj û çalakvaneka çandî ye, ew binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Ev hunermend û çalakvana ciwan a Kurd, xelka bajarê Mane û Semelqanê li bakûrê parêzgeha Xurasanê ye ku bi sedemek nexuya ji aliyê îtilaata rêjîmê ve hatiye binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniên agehdar, hêzên îtilaata rêjîmê piştî binçavkirina vê hunermend û çalakvana Kurd, ti rohnkirinek li derheq sedema binçavkirina vê hunermenda Kurd nedane û rûpela vê ya li tora civakiya Instagramê, ji aliyê îtilaat rêjîmê ve hatiye daxistin.

Hunermend Esmer Hemîdî bi hest û cilûbergên Kurdî sitran digotin û li rûpela xwe de diweşandin û li nava Kurdên Xurasanê de cihê hezkirina xelkê ye.