Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destnekevtina dermanan li Îranê de bûye gef li ser canê beşek ji nexweşan

16:49 - 1 Kanûna pêşîn 2025

Destnekevtina hebên “Myfortic” ku taybet bi wan nexweşan e ku pêywenda gircikan kirine, bûye gef li ser canê wan û hejmareke zêde ji wan cure nexweşan hewlê didin li derveyî Îranê bo xwe dermanan dabîn bikin û li Îranê dermanên hevcêwe yên bi wec jî nayêne berhemanîn û ev yek rasterast canê nexweşan xistiye ber metirsiyê.

Li vê derheqê de “Fatime Pûrrizaqulî “berpirsa encumena zanistî ya pêywenda gircikan û endama heyeta birêveberiya dermansazên Îranê, tevî îşarekirin bi destnekevtina wan cure dermanên hestiyar li Îranê de, da zanîn ku dermanê “Myfortic” a berhema navxweyê Îranê ji aliyê piraniya nexweşan ve nayê bikaranîn û wan dermanan paşhatên gelek xirab hene ku nexweş neçar dimînin wan bi kar neyînin bikaranîna dermanê Îranî bûye gef li ser canê hinek ji wan.

“Fatime Pûrrizaqulî” bi tekezî ragihand ku bi hêceta vê yekê ku li navxweyî Îranê hinek dermanên taybet têne berhemanîn nabe rêgirî ji hawirdekirina dermanên bi wec bê kirin û bi taybet hebên “Myfortic” bo kesên ku pêywenda gorçikan bo wan hatiye kirin, girîngiyeke gelek hestiyar heye û nebûna vê, gef li ser canê wan e û nabe tendurûstiya wan bibe qurbaniyê guherîn û biryarên nezanistî.