Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CENTCOMê ragihand ku çendîn enbarên cebilxane yên DAÎŞê li Sûriyê de teqandine

16:48 - 1 Kanûna pêşîn 2025

Pêka raporeke “Fermandehiya Navendî ya Hêzên Artêşa Amerîkayê”, naskirî bi CENTCOMê li zincîre operasiyoneke serbzî ya çend roje û berfiureh de, zêdetir ji 15 enbarên cebilxaneya hêzên DAÎŞê li başûrê Sûriyê de hatine peydakirin û piştre hatine jinavbirin.

Pêka vê raporê, çekên wek xumpare, rakêt, mînên dije tank û çekên otomatîkî, li wan enbaran de bûne ku bi hevkariya hêzên Wezareta Navxwe ya Sûriyê, ev operasiyon hatine kirin.

Du heftî berî niha “Tam Barak” ê nûnerê taybet ê Donald Trump li Rojhilata Navîn, ragihandibû ku biryar e dewleta Sûriyê li sekinîn li hember girûpên çekdar ên wek “DAÎŞ, spaha pasdaran a terorîst, Hemas û Hizbullah”ê de rolek çalak hebe.

Pêka rapora CENTCOMê, ev zincîre operasiyon bi rêya esmanî û bejayî ji 23 heta 27ê Çiriya Paşîn, li parêzgeha Refeh, Demişq li başûrê Sûriyê de bi rê ve çone.

Sûriye tevlî hevpeymaniya dijî DAÎŞ a bi fermandehiya Amerîkayê bûye û ev yêka li heyva derbasbûyî de ji aliyê Wezareta Ragihandin a Sûriyê ve hatibû belavkirin ku serketina li dijî girûp û taqimên terorîstî, şikesteke din bo rêjîma Îranê û hederdana dehan milyard dolar dahata saleneya xelkê Îranê li Sûriyê de ye.