N: Mihemedsalih Qadirî
Demokrasî çi wek kultûr û çi wek mikanîzma siyasetkirin û deshelatdariyê li cîhanê û bi xasmanî li Rojhelata Navîn xwedî piroseyeke dirêj û di heman demê de li gor zeman û cihên cuda cuda xwedî pênase û bikarhînana cuda cuda ye. Li hin cihan wekî emrazeke taktîkî bo gihîştin bi deshelatê tê bikaranîn û li hin cihan wekî kultûr û baweriyeke stratejî bo damezraweyîkirina hikûmet û rêvebirina civakê tê mêzekirin.
Li gor nerîna Dr. Qasimlo "Di her sîstemeke dîktatorî de, bêy cihgîrbûna demokrasî û sîstemek demokratîk, çi garantiyek bo aştî û wekheviya civakî û mafê neteweyî nîne". Li gor vê nerînê xûya dibe ku dîtina Dr. Qasimlo derheq demokrasiyê mijareke stratejîk bûye û demokrasî wekî alternatîveke bingehîn li dijî dîktatoriyê daniye. Lewma em dibînin Dr. Qasimlo di diyarîkirina stratejiya PDKÎ bo xebata neteweyî, silogana "Demokrasî bo Îranê û Otonomî bo Kurdistanê" bi zanebûn diyarî kiriye, û demokrasî berî otonomiyê aniye. Çimku Dr. Qasimlo baş zaniye ku li hember rejîma dîktator a paşayetî, yan jî îdeolojiya Weliyê Feqîh (rejîma melayan) di Îranê de, tenê sîstema demokrasiyê dê bikare hem wekî şêwaz û deshelata hikûmetê û hem jî wekî hişmendî û kultûra wekheviyê, di nav civakê de li dijî eqliyeta şovênîstî, xwedî rol û bibandor be.
Herçend dema ku Dr. Qasimlo li ser mijara demokrasiyê ewqas pêdagirî dikir, ji aliyê hin kes û aliyan ve dihate lomekirin û ew nerîna Dr. Qasimlo wekî sazişkarî dihesibandin, lê çi hingê û çi niha piştî derbazbûna bi dehan salan, bo her siyasetmedarekî waqi`ibîn ku şarezayê pirsa Kurd di Rojhelata Navîn de be, dizane ku demokrasî kilîda vekirina wê girêhişk û dergehê dadayî ye ku ji sedsalên bihorî heta îro, ji aliyê dagîrker û neyaran ve ji bo bêmafkirina gelê Kurd, hê jî daday maye.
Li gor wê zelalkirina jorîn, xûya dibe ku Dr. Qasimlo çiqas bizanebûn, girîngiyeke stratejîk daye mijara demokrasiyê û di xebata xwe de hem ji bo cihgîrbûna kultûra demokrasiyê di nav PDKÎ û di nav civakê de, hem jî bo avakirina sîstemeke demokratîk a deshelatdariyê di Îranê de, kedek mezin daye.
Ew hişmendî û lêzaniya Dr. Qasimlo ku tim digot "Xirabtirîn demokrasî baştir e ji baştirîn dîktatoriyê" bandoreke mezin li ser civakê û bixasmanî tevgera rizgarîxwaziya netewa Kurd di Îranê de danîbû, û herwiha hêz û partiyên Îranî yên dijberî rejîmê jî, Qasimlo wekî karîzmayekê di nav Kurdan de didîtin. Ji ber wê rola mezin a ku Dr. Qasimlo di xebata li dijî dîktatoriyê de hebû û roj bi rojê zêdetir karîbû bibe adresa pêkanîna eniyeke demokratîk bo xurtkirina xebata li dijî rejîma Îranê. Lewma rejîma Îranê jî ew wekî metirsiyeke mezin bo deshelata reş a xwe didîtin û pîlana terorkirina Dr. Qasimlo danîn, û li rêkeft 13.07.1989an Dr. Qasimlo li Nemsayê li ser maseya diyalogê a ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rêya siyasî û demokrasiyê, ji aliyê diplomat-terorîstên ser bi rejîma Îranê ve hate terorkirin. Bi vî awayî terorkirina rêberekî wiha demokrat û aştîxwaz ne tenê xisarek bû ji bo neteweya Kurd, belku xisareke mezin bû bo hemû hêz û aliyên demokrat û aştîxwaz li ser astê Kurdistanê bitaybetî û Îranê bi giştî. Çimku kesayetiyekî wiha ne tenê dikarî hêzên demokrat li dijî rejîma Îranê li dewra hev kom bike, belku bo cihgirkirina demokrasiyeke rasteqîne a bihêz bo siberoja Kurdistan û Îranê jî dikarî gelek bibandor be.