Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo û pirsa çarnivîsa hewbeșe Kurdan

11:38 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Dr. Majid Hakki

Di 14 û 15ê Cotmeha 1989an de li Parîsê, çend meh piştî terora Dr. Qasimlo konferans a yekem a Navneteweyî li ser pirsa Kurd bi rêve çû. Ev konferans yek ji berhemên xebat û tekoşîna Dr. Qasimlo bû. Qasimlo di wê baweriyê de bû ku pirsa Kurd ne pirseke navxweyî û heta navçeyî ye, belku pirseke navdewletî ye û pêwîstî bi çareseriyeke navdewletî heye. Berî salekê di serdana Javier Pérez de Cuéllar de bo Misirê, Dr. Qasimlo di nameya xwe de behsa pêwîstiya çareser kirina pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kiribû, ku ew raporteke kûr û binaverok li ser rewşa Kurdistanê û siyasetên dewletên dagirkarê Kurdistanê bû. Li wê nameyêde got ku pirsgirêka Kurd pirseke navneteweyî ye û hewceye çareseriyeka navneteweyî ji bo pirsa Kurd bihê berçav kirin. Qasimlo di pirtûka xwe ya Kurdistan û Kurd de, azadiya herî kêm du parçeyên Kurdistanê bi taybetî Bakurê Kurdistanê weke şert û merc ji bo serxwebûna Kurdistanê dinirxîne. Dr.Qasimlo di hemû axaftin û gotûbêjên xwe de, bi taybetî li derveyî welat, di wê baweriyê de bû ku Kurd bi giştî ji bo mafê çarenivîsê têdikoşin û kar û siyaseta hizbî bi karûbarên navxweyî yên welat û sînorên ku li ser Kurdistanê hatine ferzkirin ve girêdayî ye. her ku serbixwe bibe, ew ê ne parçebûna tu welatekî be, dê bibe yekbûna welatekî parçebûyî.

Wek li jor jî tê dîtin, Qasimlo: 1. Çareserkirina pirsgirêka Kurd li parçeyekî Kurdistanê weke pirseke girêdayî hemû parçeyên Kurdistanê dinirxîne. 2. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye ku çareseriyeke navneteweyî jê re hewce ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî dikare pêşerojeke geştir û yekgirtîtir ji bo Rojhilata Navîn misoger bike. Ev gotar dê hewl bide ku bi kurtî van sê xalan rave bike.

1- Sînor nikarin pirsgirêka Kurd ji hev veqetînin

Kurdistan beşeke mezin ji Rojhilata Navîn pêk tîne, ku di sala 1514an de piştî şerê Çaldiranê û paşê di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem, bi hilweşîna Împeratoriya Osmanî û hilweşandina peymanên 1905, 197 û 1905an de di navbera çar dewletên mezin de hat parvekirin. Kurdistan ji destên du împaratoran Tizar (Tsar) û Ingilîzan derket û ji ber peymana Sykes-Picot Kurdistan bû çar parçe û pirsgirêka Kurd piştî hilweşandina Osmaniyan bû mijara sê dewletên nû ava kirî piștî heweșana Osmaniyan û dewleta Îrana modern.

Pêvajoya damezrandina netewe-dewletê li welatên ku Kurdistan di nav wan de hatiye dabeşkirin, li ser esasê desthilatdariya kêmani li ser piraniyê hatiye damezrandin ji bo tepeserkirin û kûrkirina pirsgirêkên navxweyî û girêdana van welatan bi welatên kolonyalîst ên ku Peymana Sykes-Picot îmze kirine. Parçekirina Kurdistanê nekariye têkiliyên çandî, civakî û heta bi şêwazê jiyanê yên kurdên parçeyên Kurdistanê qut bike. Sînoran nekariye qedera kurdan ji hev dûrxîne. Dewletên desthilatdar ên li Kurdistanê, hest dikin ku Kurdistan bi rastî beşeke welatê wan yê dagîrkirî ye û serhildana gelê Kurd wek metirsî li ser “yekparçeyîya xaka xwe” dihesibînin, bi kêmanî di derbarê pirsgirêka Kurd de xwedî siyaseteke berdewam in. Her çend di dema aloziyên di navbera xwe de hewl dane Kurdên parçeyên din weke karteke zextê li dijî dewleta hevrik bikar bînin, lê ev kart têra xwe bikar neaniye ku bibe sedema serketineke stratejîk a Kurdan di beşa hevrik de. Di sala 1937an de ji bo kontrolkirin û tepeserkirina tevgera kurdan li deverên curbicur û bi navê parastina ewlehî û yekparçeyiya xaka xwe di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Efxanistanê de peymana Saadabadê hat îmzekirin. Xuyaya peymanê ne êrîşkarî bû, lê xalên 1, 4 û 7 ên Peymana Saadabadê rasterast bi pirsgirêka Kurd û stratejiya hevpar a van dewletan ve girêdayî ye ku tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd tepeser bikin. Beriya peymana Saadabadê, van dewletan ji bo tepeserkirina tevgera kurd hevkarî kiribûn, wek tepisandina Komara Araratê û şoreşa Samko Shakak. Piştî peymana Saadabadê, dewletên desthilatdar li Kurdistanê hemû derfet ji bo tinekirina netewa Kurd ji bo meşandina stratejiyeke hevpar bikar anîn. Mînaka herî dawî ya polîtîkaya hevpar a dewleta Tirk û Komara Îslamî ya Îranê, heta Sûriye jî ku bi şerê navxweyî ve girêdayî bû di referandûma 17’ê Îlona 1997’an a li Başûrê Kurdistanê de.

Li gorî vê yekê Kurd çarenûsa hev in û pêşketina pirsgirêka Kurd li her parçeyekî Kurdistanê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî dike. Ev bû yek ji sedemên felsefeya siyasî ya Dr. Qasimlû di heman demê de, bi berçavgirtina rastiyên navdewletî û “mafên navdewletî” û ji bo têkbirina ezmûnên parçeyên din, Partiya Demokrat siyaseta destwernedanê di karûbarên navxweyî yên hevûdu de wek yek ji stûnên xwe yên siyasî pêk anî.

2. Doza Kurd pirseka Nawnetewîye

Di nameya xwe de ji Javier Prez Decular re, Dr.Qasimlo tekez dike ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, Rojhilata Navîn aştî û pêşketinê nabîne. Pirsgirêka Kurd di dîroka nûjen a Rojhilata Navîn de pêșgirek mezin bûye li hember deselata û dagirkeriya Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê. Ev hêza guhartin xwaz, ku dixwaze deselata hikûmeta navendî  bi kêmanî bi awayek dadperwerane di herêmên netewî bê dabeșkirin, tu peywendiya xwe ya rasterast bi berjewendiyên welatên bi hêz re tinebû û ji pêkanîna berjewendiyên wan zêdetir serêş bû ji bo berjewendiyên wan.  Ji ber vê yekê jî li her welatekî pirsgirêka Kurd li gorî asta peywendiyên dewletên desthilatdar ên Kurdistanê bi derve re hatiye dîtin, ji xeynî Rojhilatê Kurdistanê ku nekariye sermayeya civakî ya navneteweyî ji bo wî beşê Kurdistanê çêbike.

Piştî bûyerên salên 1990’î yên Başûrê Kurdistanê, rizgariya Iraqê di sala 2003’an de û bûyerên van salên dawî yên li Îraqê, Sûriye û Tirkiyê, êdî Kurd ne tenê “pirsgirêk”, lê yek ji aktorên siyasî yên Rojhilata Navîn û dewletên herêmê ye.

Bi destpêkirina şoreşa Jin Jiyan Azadî, derfetek nû ji bo Rojhilatê Kurdistanê hatiye pêș, ku bibe yek ji xalên werçerxana doza Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li ser asta navdewletî. Di van bîst salên derbasbûyî de partiyên kurdî li herçar parçeyên Kurdistanê bihêztir, bi organizetir, bi ezmûn û berfirehtir bûne. Rojhilata Navîn ji destpêka Bihara Erebî ve di nav bera kirîza deselatên dîktatorî û tunajoyiya Islamî de maye. Desthilatdar ên herêmê Îslama siyasî weke derfetekê dibînin ku gelên herêmê  paşweroyî  bihêlin. Welatên rojavayî ji bo herêmê tu projeyên aso xulqên nînin û welatë Çîn şûna Amerîkayê li herêmedê digire. Lê pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Rojhilata Navîn ewqas kûr in ku çareseriya wan di berjewendiya hemû civaka navneteweyî de ye, bi taybetî jî Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê. Di vê navberê de Kurd dikarin bi dîplomasiya nûjen û têgihiştina hiqûqa navneteweyî û berjewendiya hêzan, li herêmê bibe katalîzatorek bihêz û di dawiyê de bibin çareseriyek ji bo pirsgirêkan

3. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî dikare pêşerojeke geştir ji bo Rojhilata Navîn misoger bike

Derbazbûy rênîșanderê paşeroja me ye. Nêrîna li dîroka Rojhilata Navîn nîşan dide ku ji serdema împaratorên Osmanî û Sefewî ve jî, tevî hebûna desthilatdariyeke navendî ya bihêz, desthilatdarî hatiye dabeș kirin. Beriya destpêkirina serdema dewlet-netewe di welatên dagirkerên Kurdistanê de tu demekî weke îro hêzeke totalîter û li cihekî kom nebûye. Di heyama beriya Sykes-Picotê de Kurd xwediyê cure rêveberiyeke xweser bûn û bi şoreşên curbecur ên weke şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî, Bedr Xan Begê Botan îspat kirin ku xwedî hêz û potansiyela serxwebûnê ne. Desthilatdariya Erdelan, Goran, Mokrî, Baban, Botan û hwd, beriya avakirina Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, nîşaneyên dîrokî yên asta xweserî û xwerêveberiya gelê Kurd bûn.

Di sed salên derbasbûyî de gelê Kurd li herçar parçeyan, tevî hemû zordarî, Enfal û jenosîdê, tenê neteweyeke  ku li herêmê daxwaza demokrasiyê bi wateya rastîn kiriye û li hember rejîmên dîktator û totalîter berxwe daye. Şoreşa Kurd, eger ne bi şekl, lê ji aliyê naverokê ve, ji bo diyardeyên civakî yên li Rojhilata Navîn, bûye teşwîqeke xurt. Hêzên demokrat û dadperwer ên Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyê, ji bo berdewamkirina têkoşîna xwe her tim li Kurdistanê penaber bûne. Xwîna ku neteweya Kurd ji bo azadiya xwe rijandiye, sedema sereke ya bêîstiqrariya rejîmên dîktator û mêtinkar li Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn di warê jîngeh û ekosîstemên herêmê de guherînên bilez dibîne. Çavkaniyên avê û avhewaya Kurdistanê dikare bibe çare ji bo paşeroja herêmeke ku di nava toza xwe de xeniqîne. Çareseriya pirsgirêka Kurd yekane rêya pêkanîna demokrasî, pêşketin û aborîya domdar li Rojhilata Navîn e. Divê civaka navneteweyî vê rastiyê bê agahdar kirin.

Cihê jeopolîtîk yê Kurdistanê dikare ji bo me kurdan bibe derfetek taybet, divê peywendiyên kurdan yên dîrokî û berdewam ên bi welatên dagîrkerên Kurdistanê re wek metirsî neyê dîtin. Ezmûna peywendiyên me bi dagirkeran re û hewlên çareserkirina pirsgirêkan, tevî naveroka berevajî ya vê peywendiyê, neteweya Kurd dike baştirîn berbijar bo aştî û aramiya navçeyê. Îradeya neteweya Kurd di dirêjahiya dîrokê de îradeya demokratîkbûnê ye û neteweya Kurd hevalbendê xwezayî yê hemû hêzên demokratîk ên herêmî û navneteweyî ye, bi taybetî di nav neteweyên Fars, Tirk û Ereb de.

Tevî hemû astengiyên li pêşiya pirsgirêka Kurd li herêmê. Rewşa navneteweyî ya piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û ji nû ve girîngiya jeopolîtîkê di siyaseta navneteweyî de, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd mumkintir dike. Ev yek dê bi sazkirin û serkeftina proseya federalîzmê li welatên ku Kurdistanê parçe dikin, ango Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê dest pê bike. Fedralîzm li Iraqê ji ber kultûra siyasî ya welat hîn di qonaxa destpêkê de ye û mixabin pirsgirêkên navxweyî yên kurdan sedemên sereke yên têkçûna federalîzmê û negihîştina daxwazên rewa yên gelê kurd li başûr in. Lê ev jî sistbûna pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên sereke yên herêmê ye.

Di sîyaseta navneteweyî de, realîst gelek caran balan dikişînin ser hevsengiya hêzê di parastin û berpirsiyariya aştiyê de. Ji perspektîfa siyaseta navneteweyî de, divê civaka navdewletî girîngiyê bide pirsgirêka kurd û bi parvekirina desthilatê û misogerkirina serweriya siyasî ya neteweya kurd li van welatan, çareseriyekê ji vê pirsê re bibîne. Di senaryoyek wiha de, Rojhilata Navîn dê kêmtir bibe şahidê vejîna hêza navendî ya dîktator û zordar ku aştî û aramiya navçê û bi taybetî Yekîtiya Ewropî tehdîd dike. Çareseriyeke bi vî rengî di pêşerojê de wê piştrast bike ku ti hêzên li herêmê nikaribin hevdu têk bibin û li şûna hêza hesinî hêza diyalogê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bikar bînin.

Îro, berevajî dema îmzekirina Peymana Sykes-Picot li Rojhilata Navîn a aloz, hebûna dewleteke navendî ya bihêz û otorîter, ne tenê bi bandor e, di heman demê de gefek rasterast jî li ser berjewendiyên welatên azad e. Dîrokê îspat kiriye ku komkirina hêzê di destê netewek, kom û îdeolojîyekê de li ser neteweyên din dê bibe sedema aşitî û aramiyê li herêmê, belku berovajî wê dê bibe sedema jinavbirina neteweyên niha û yên paşerojê yên ku li wê herêmê dijîn. . Ezmûnên Iraq, Komara Îslamî û rejîma Beis a Sûriyê vê rastiyê îsbat dikin ku rejîmên dîktator dikarin karesatên mezin derbixin. Pêdiviya Rojhilata Navîn a pêşerojê bi îstiqrar, pêşketin û mezinbûna domdar heye. Ji bo vê jî çareserî ji jêr ber bi jor ve ye û kurd û Kurdistan mifteya van guhertinan e.

Avakirina sîstemeke demokratîk a pir netewe û pirçandî li welatên ku Kurdistan lê hatiye dabeşkirin û bihêzkirina federalîzma pirneteweyî li herêmê dikare bibe sedema beşdarbûna hemû gelên herêmê. Berjewendiyên herî bilind ên welatên hêzdar û Yekîtiya Ewropayê hewce dike ku navçeyên sînorî yên parzemînê aram, aram û aram bin.