Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberek rewşenbîr û pragmatîst

10:34 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Elî Munezemî

Dr. Qasimlo rêberek rewşenbîr û pragmatîst bû. Rewşenbîrî girêdayî bi hişmendî û aqil e ku ew jî girêdayî bi hizrkirin, naskirin û şirovekirinê (heger’anînê) ye. Qasimlo Rewşenbîr bû. Yanî xwediyê hişmendî, nasîn û şiroveya xwe bû liser pirsên cudacuda. Ew herwisa rêberek pragmatîst bû. Yanî pîvanên Qasimlo bo her raman, siyaset yan hizrekê, asta cîbicî kirina wan hizran li pratîkê de bû. Liber hindê jî wî digot ku «teorî dibe xwe tevî rastiyê rêk bêxin». Qasimlo her ew perspektîfa bikar dianî di xebata xwe ya siyasî de û destnîşan dikir ka kîjan hizr yan armanc dibe li kîjan qadê de (netewî, herêmî yan navnetewî) xebat bo were kirin. Lê qada sereke ya xebata Qasimlo Kurdistan bû û ewî ew qad bikar dianî ku kartêkeriyê çêbike liser xebat di qada herêmî û qada navnetewî de û herwisa kartêkeriya xebat û siyasetê di wan qadan de liser xebat û siyaset li Kurdistanê de fam dikir û hevsengî di navbera wan de pêk dianî. Yanî Qasimlo bi dil û mejiyek kurdistanî  difikirî û dixebitî. Lê eger wisa be, pirs ewaye ku gelo çima têkoşîna xwe di çarçoveya sînorên Îranê de pênase kir? Nêrîna wî hember Îranê çi bû?

Bo ku em hizrên siyasiyên dr. Qasimlo baş fam bikin, pêdiviye ku em du faktorên sereke liber çav bigrin: ew paradîgma ku Qasimlo têde siyaset dikir û ramanên ku Qasimlo bi axaftin, nivîskî yan jî çalakiyên xwe dane xûyakirin.

Bi liber çav girtina wan faktorên han, derdikeve ku Qasimlo bi hemû hebûna xwe ve kesek kurdistanî bûye. Lê paradîma ku ewî tê de xebat dikir, ew neçar hêşitiye ku giraniya siyaset û çalakiyên xwe bêxe ser Rojhelata Kurdistanê û Îranê.

Qasimlo hilbijartina wê mêtodê bo rizgariya neteweyî li nivîsên xwe de bi başî ronkiriye.  Bo Qasimlo azadî proseyek berdevam, bênavbir û bêdawîtî bû. Ber hindê jî xebat bo otonomiyê bo wî nedihate wateya xebat nekirin bo serxwebûnê. Lêbelê, bo wî xebat bo otonomiyê dikarî fersenda xebat bo serxwebûnê xurttir û berfirehtir bike.  Li ew qonaxa ku Qasimlo tê de xebat dikir, bi sedema zaf faktorên dereke û navxweyî, bijardeyên zêde çinebûn. Qasimlo ew bijarde bo xwe kire armanc ku îhtimal hebû pêk were û realîze bibe.  Bi wê wateyê, liber ku xebat bo azadiyê zehmet bû, Qasimlo armanca xwe nediveşart û penah nedibire ber keleha derûniya xwe. Ewî armanca xwe jî nedixwat dev jê berde ku li nemana armanca xwe, bi şêveyeke qelp û pûç xwe azad hîs bike. Lewra Qasimlo şiroveyek nû li îranîbûnê anî holê ku tewî şiroveya neteweya serdest lihev hicê bûn. Ewî îranîbûn li yêketiya dilxwazane a navbera hemû pêkhateyên xwecî di nav tixûbên Îranê de dizanî ku hemû ew netewe û grûpên cihêreng bi maf û erkên wekhev di pêkanîna wê de beşdar bûn.

Bi wê wateya nû, Îranîbûnê tixûbên azadiya me tengav nedikir. Yanî serdestiya yên din qebûl nedikir û azadiya me li nemana serdestiya yên din de didît û berbestên fîzîkî û derûnî liser riya maf û azadiya xelkê Kurdistanê bi xasma hebûna hêzên dagirker liser xayiya Kurdistanê reddikir û dixwast ku jiyana me dûr be li hemû wan berbestên ku bi sedema kurdbûnê em rastî wan hatine. Yanî têkşikandina wê pergala dagîrkariyê ku têde azadiya xelkekê liser çarereşî û belengaziya xelkên din hatibû danîn.

Qasimlo bo damezirandina pergalek nû û dadperwerane ku bersivderê wê wateya nû li îranîbûnê be, cehd dikir ku pergalek demokratîk li Îranê de were damezirandin. Liber ku demokrasî li hêlekê antîtêza dîktatoriyê bû û li hêlek din jî antîtêza şer û pevçonên çekdarî. Bo gihîştin bi wê yekê û realîzekirina wê hizrê di pratîkê de jî, ewî hevxebatiya hemû neteweyên bindest û hêzên xebatkare demokrat pêdivî dizanî. Hevxebatiyek ku bi xebata sivîl û çekdarî mil bi milê hev, bikarin li pêş de rêjîma kevneperest, dîspotî a sedsalên navîn, rêjîma diktator û şantajçî, ajavegêr û terrorist û derevkar, şerxwaz û merivkuj û neberpirs a Îslamî a Îranê hiloşînin û li şûna wê de sîstemek dêmokratîk ava bikin ku mafê netewî yên hemû neteweyên bindest ê Îranê desteber bike.

Ku wisaye, Qasimlo Azadî li nemana dîktatoriyê, desteberbûna mafê  xwebirêvebirina neteweyî, azadiyên takekesî û siyasî û dadperweriya civakî de didît. Azadiyek ku li hemû astên jiyana takekesî û jiyana giştî de, dijî serdestiya yên din bû. Liber wê hindê jî Qasimlo digot ku “Azadî keramet û kesayetiyê dide meriv”. Tinê li civakeke demokrat, pirreng û azad de ye ku tak û komên cudacuda dikarin rastiya kesayetiya xwe biceribînin û bigihîjin armancên xwe.

Li civakek han de ne dîktatoriya hikûmetî û ne jî dîktaroriya majorasiyonî nikare hebe û zext û givaşê bêxe ser takekesan yan kom û grûpên cihêreng û cudacuda.

Peydakirina formolekê bo xebata pir-alî ku bikare bersivderê wan hemû pirs û aloziyan be, rêberek xwedî şiyan û hizrên bilind hevce bû ku li kesayetiyek wek Qasimlo dihat.

Em bi hilkefta 34’min salvegera şehadeta Qasimlo û rêhevalê wî, wan bi bîr tînin û soz didin ku heya gihîşin bi armancên wan, emê li ser riya doza wan berdewam bin.