N: Kerîm Perwîzî
W: Hesen Mukerem
Rojek ji van rojan li Tehranê keçekê wêneyek xwe ya bi bê xavik li ser torên civakî belav kiribû. Li ser wêneyê nivîsîbû ku me ji bo azadiya ji xwekirina kincan şehîd dane û em paşve venegerin.
Piştî çend rojan, keçekek din ku xavik li ser serê wê bû û girêdayî rejîmê bû wêneya vê keçikê li ser rûpela twîtera xwe belav kir û wiha nivîsî: “Bi henek nivîsîbû eva ji bîra ve ye, niha telîs li serê xwe kiriye û bi henekî nivîsîbû ku êdî fêm kiriye ku desthilat li kuderê ye!”.
Piştî vê twîtera vê keçika girêdayî rejîmê, hin kesan li ser torên civakî li zanyariyên derbarê wê de geriyan û li ser twitterê belav kirin ku ev navê wê Filaniye û tê îdiakirin ku li Tehranê parêzer e, lê eşkere ye ku sûcên rejîmê diparêze û derbarê malbat û xizmên wê de jî agahî belav kirin.
Ev mînakeke biçûk a çîrokê ye li Îranê di van rojan de û tiştên ku li şeqam û kolanan di nav neteweyên Îranê de çêdibin.
Lê belê, dibe ku cudahiyên di reftara mohreyên rejîmê de û yên ku di mijara wan de hesas in, ji neteweyekê heta neteweyeke din cuda bin. Di meseleya Tehranê de, zêdetir meselê dikin bi mesela xavik û dapoşîna jinan, û li Kurdistanê mesele neteweyî ye û kurdbûn tawan e.
Li Tehranê dibe ku bi hişdarî û sozname nivîsînê, tepisandinên xwe birê ve bibin, lê li Kurdistan û Belûcistanê bi kuştin û gulereşandina rasterast bersiva qîrînên xelkê didin.
Lê, yên di her tiştî de hevpar e, ev in li siyasetên rejîmê yên bo perçekirina civakê û her rêya ku başe li hember vê siyaseta rejîmê di perçekiryara civakê li hember pîlanên rejîmê ye!
Di vê mînakê de me li Tehranê û li ser xavik û dapoşîna jinan, behs kir, rejîm tevî binçavkirin û serkutkirina keç û jinên din ên ku hicaba bi dilê rejîmê li xwe nakin, hewl dide ku valahiyê bixîne nav civakê û mohrekê bişîne ku dibe gelek kes nasnekin da ku li ser torên civakî helwestekê nîşan bidin û bi kêfxweşî ve behsa wê yekê dikin ku ev jina ku tê gotin ji ber hicaba bizorê hatiye binçavkirin. Bi vî rengî dixwazin bibêjin daxwaza hicabê daxwazkariya gel e û vê danepoşîna jinan qebûl nakin. Li aliyê din jî mohra xwe weke mînaka gel nîşan dide û bi vî rengî di nava gel de parçebûnan diafirîne û dijberiya li dijî rejîmê vediguhêze nava civakê û bike nîqaşa navbera mirovan û wan ji hev veqetîne û ji hev bêbawer bike.
Heman kar û bi awayek hovtir, li Kurdistanê jî tê kirin. Dema ciwan, jin û xelkê têkoşer ê Kurd binçav dike an tim di bin îşkencê de şehîd dike, an jî têkoşerên Kurd teror dike, di heman demê de ji bo ku zilmekê biafirîne mohreyên xwe bo hundirî xelkê dişîne! Yek ji wan wisa beleva dike ku ev hemû koncikên civakê tijî mirovên girêdayî rejîmê ne û nabe baweriya xwe bi kesî bînin. Û rêzên têkoşeran hemû tijîn li nifûziyên rejîmê û baweriyê bi ti kesî nekin! Û bi sedan wate û dengoyên din belav dike da ku ev tawanên ku rejîmê encam dane, ji bîr bibe û xelk mejûlî nîgaşan bibin!
Li hemberî siyaseteke bi vî rengî û pîlaneke rejîmê pir rê hene bo pûçkirina pîlanan. Yek ji bandortirîn berteka li dijî pîlanên rejîmê û hewldanên wê yên tinekirina refên civakê ew e, pena birin bo çeka şermê ya civakê ye.
Yek ji xalên herî xurt û bi bandor ên her civakekê ku dijberiya desthilatdarên zordar û beredayî ye, hevpeywendiya civakî û baweriya civakî ye ku civakê xatircem dike ku dikare têkoşîna xwe bidomîne û zalimê ji holê rake. Ji ber vê yekê, rejîmên zalim û beredayî hewl didin baweriya civakî ji holê rakin ku mirov nikaribin hev bibînin.
Li hemberî pîlaneke bi vî rengî, pena birin bo taktîka şerma civakî ye, bandoreke baş li civakê dike û rê li ber bikaranîna hêza civakî vedike.
Di vê mînaka jinan û hîcabê de ya li Tehranê ku me behs kir, dîtina agahiyên li ser vê moherya rejîmê ku bi kêfxweşî behsa binçavkirina jinan kirbû, dibe sedema vê ku di nav kolan û taxên xwe de îhsas bi şermezariyê bike dema ku di gel xelkê nasyar yên derdora cihê jiyana xwe rû bi rû dibe.
Nîgeraniya civakî û îhsas kirin bi şermezariyê, renge li destpêkê de nîşan ne de, lê mirov canlibereke civakî ye û demaku bizanibe ku jîngeh tijî bûye ji van çav û dîtingehên ku bi awayek sivik beraxwe didinê û weke tişteke zêde li hundirî civakê de dibînin, ewlehiya jiyanê namîne û tûşî şermekê dibe ku jiyana asayî bo derbas nabe.
Ev şerma civakî dikare jiyana asayî ya mohreyên rejîmê ne normal bike û hemû civakê nêzî hev bike. Li şûna ku li hemberî hev nerazî bin, li îhsasa nefret a li hember bi kirêgirtiyên rejîmê de hevpar bin û îhsas bi hevpêwendiya civakî bikin.
Di nav civakê de şerekî domdar û dijwar heye. Ji hêlekê ve rejîmê bi hemû pîlanekê hewl dide ku gel parçe bike, tevî zilm û serkutkiriyên li ser gel ku van ji hev veqetîne û ji aliyekî din ve jî divê civak nêzî hev bibe û hesta xwe ya bêzariyê li hember mohreyên rejîmê berfirehtir bike û bi mezaxta mohreyên rejîmê bibe bo ser van!
Yek ji mînakên dîrokî yên mirovên şerma civakî, di dema Şoreşa Jînayê de li Sinê rû da. Dema ku Serkomarê tawankar yê rejîmê serdana bajêrê Sinê kir û pîlana wan ew bû ku tevî nîşandana rewşa asayî ya bajêr, bi serdankirina hinek kesan bikare di navbera xelkê de du aliyan çê bike û di dukanekê de jî kesekî çikolat da bi Serkomar! Lê hêza civakê wisa jê kir ku di şerma civakê de dikandar lêborîna xwe ji gel xwest, û heta qêrînên tirsonek û zordar ên Serkomar jî bilind kir û gazin kir ku çikolata wî kirine jehreke tehl!
Ev yeka meydana bingehîn e ku rejîmê hewl dida di civakê de bi afirandina bê baweriyê, ne wekheviyê di civakê de çê bike û bo hetay hetayî li ser de serdest be, û li hember de jî hewce ye ku hêzên civakî rêk bixin û di civakê de zêdetir xwe bibînin û xelk ji hev nêzîk bibin û mohreyên kirêgirtiyên rejîmê li hundir de îhsas bi şermezariyê bikin û nekarin jiyana asayî ya xwe li hundirî civakê de birê ve bibin.
Şeqam û kolanên civakê meydanên sereke yên berxwedanê ne û hewce ye civak hêza xwe bizanibe û baş bi kar bîne.