Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Krîza ava vexwarinê li Îranê ber bi karesatê ve diçe

12:54 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li bin siya desthilata rejîma Îranê û hişkesalî di Îranê de, krîza ava vexwarinê li piraniya bajar û deverên vî welatî ber bi karesata “bê aviyê” ve diçe.

Berpirsê Navenda Nîştimaniya Herêm û Birêveberê Krîza Hişiksalî li Saziya Keşnasiya rejîmê, “Ehmed Wezîfe”, bas ji krîza dabînkirina ava vexwarinê di Îranê de kiriye û gotiye: “Li beşa rojhelat û bakurê Îranê rewşa ava vexwarinê gelek xirab e û mijûl e ji krîzê ve ber bi karesatê ve here.

Pêka gotina wî karbidestê rejîmê, bi sedema guherîna rewşa keş û hewayî û herwisa birêveberiya nezanistî ya berpirsên rejîmê û zêdebûna heşîmeta xelkê li bajarên mezin yên wek Tehran û Meşhedê, dabînkirina ava vexwarinê bi taybet li bajarê Meşhedê gelek dijwar bûye û rengehiya vê yekê heye ku di paşerojeke nêz de nekarin ava vexwarinê bo vî bajarî dabîn bikin.

Herwisa “Ehmed Wezîfe” ragihandiye, ku li sala derbasbûyî rêjeya barîna berf û baran li Xurasanê ji sedî 53 û li Sîstan û Belûçistanê ji sedî 48 û li Tehranê ji sedî 40 nerênî bûye û ava paytexta Îranê jî di metirsiyê de ye.

Berpirsekî parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê jî dabû zanîn, ku li piraniya gundên vê parêzgehê dilopek ava vexwarinê dest nakeve û xelk tankêrek ava vexwarinê bi miliyonek û dused hezar Tumenî dikirin.

Hêjayê gotinê ye, ku li Kurdistanê çavkaniyên bihêz yên ava vexwarinê hene ku heyamek zêde ye ew çavakanî ji aliyê rejîma Îranê ve ber bi parêzgehên navendî yên Îranê hatine talanbirin û eva bixwe metirsiyeke gefek micid e bo ser paşeroja ava Kurdistanê.