
Rojnameya fermî ya rêjîmê, ya bi navê “cimhûriyê îslamî” li sergotara xwe ya roja Yekşemî 12ê Çiriya Pêşîn a 2025 an de nivîsandiye ku berwajiyê şirovekirin û gotinan, êrîşa Hemasê bo ser Îsraîl li 7ê October 2023 a naskirî bi “tûfanê Eleqsa” şaş bûye û xisarên gelek mezin li pey xwe aniye.
Vê rojnameya rêjîma Îranê, kawilbûna tevav a Xezê, kuştina hemû berpirsên Hemasê, herifîna rêjîma Beşar Esed, kuştina berpirsên Hizbullahê, derbên pêketî bi Hûsiyan û şerê 12 rojeye Îsraîl digel rêjîmê û kuştina fermandeyên serbazî û zanayên navkî yên rêjîmê wek beşek ji lêkeftên tûfana Eleqsa binav kiriye.
Herwisa vê rojanemya rêjîmê îdia kiriye ku îsraîlê nekariye Hemasê bi tevavî ji nav bibe û barimteyên xwe ji destê Hemasê rizgar bike, lê niha dixwaze bi vê agirbestê, herduk armancên xwe bi dest ve bîne.
Pêştir ji Elî Xamineyî ve bigre heta besîcên rêjîmê, tûfana Eleqsa bi şanaziyek bo xwe û milîsên ser bi rêjîmê binav dikirin, lê niha berwajiyê axaftinên xwe, vê bi kiryarek şaş binav dikin.