
Di destpêka payama desteya Kargêriya Hizbê de piştî pîrozbahiyê û hivîxwestina bi serkeftina Kongira 7 an a xwendikaran hatiye: Herwekî li armancên giştiye rêkxistina we de hatiye, Yêkitiya Xwendikaran, weke hewcehiyekî siyasî û rêkxistinî, bi armanca komîserhevkirina xwendikarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bo komek armancên bilinde netewî û bihagiran pêk hatiye. Bêguman bi rêkxistin kirina xwendikarên Kurd erkekî pîroz û berpirsayetiyekî dîrokiye.
Kongira we li demekî hestiyar û rewşekî pir guherîn de birê ve diçe, bi taybet piştî şorişa Jîna yê, qonaxekî nû ji rikeberî û berxwedan li dijî serberedayî û dîktatoriya rêjîma Îranê diceribîne, qonaxek ku heçî kîjan ji parên civatgehê, gorî hêz û bandor û pêgeha xwe, rol dibîne.
Di parekî dinê ya peyama Desteya Kargêrî bo Kongira Xwendikaran de hatiye: Li tevgêra netewî û rizgarîxwazî li Rojhilartê Kurdistanê û bi taybetî li dîroka Hizba Dêmokrat de, risalet û rol û xebata xwendikarên Kurd bûye adetekî pir bihagiran, tenê wekî mînak rolê xwendikarên şorişvane wek şehîdan Simaîl Şerîfzade û Ebdula Mueinî li xebata çekdariye salên 46 û 47 ê de û rolê rêberên şehîd Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî, fidakariya şorişvaniye xwendikarên Kurd bo me dide selimandin
Li dawiya peyamê de hatiye: Li derheq birêveçona serkeftiyane ye kongira we ya 7 an, em pîrozbahiyê li tev beşdarên kongirê û endamên têkoşere rêkxistina we dikin û hivya serkeftinê bo we dixwazin.
Desteya Kargêrî
Rezbera 1404 a rojî