Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Rêkxiravên Medenî yên Rojhilatê Kurdistanê peyamek bo Kongireya 7 a Yêkitiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê şand

12:16 - 12 Çirriya pêşîn 2025

Di destpêka peyama Navenda Rêkxiravên Medenî bo kongira 7 ê a Yêkitiya Xwendikaran de hatiye: Tevî pîrozbahiya me bi boneya girêdana kongira 7ê a Rêkxirava we em derencamên dilxaz bo we bi hêvî dixiwazîn.

Di demekê de hûn kongira xwe pêk tînin ku tevgera mafxiwazaneya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê tevî berdewambûna dehan salên xwe li hember bi eqliyeta pawanxiwazî û

Di parekî din a peyama Navenda Rêkxiravên Medenî bo kongira Xwendikaran de hatiye: Di vê navberê de xwendekarên xebatkar ku bingeha hişmendî û zanistî yek ji taybetmendiyên herî berçave wane, li mêjve ye zanîngehên xwe kirine meydana paşvekêşî pêkirina bi dîktatorî,  Kevneperestî û înkarkirin li rastiyên neteweyên Îranê.

Xwendekarên kurd li çepera zanîngehê ve, tevî xwepêgehandin, Beşek bûn li pêşengayetî bo tevgera netewî û şûnasxweziya Kurdistanê. Lewra gelek bi ciye li vê kombûna bilind ku kongira Yeketiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê ye, Xwendinekî rast, biryarên derwestane û hilbijartina demokratîk bê kirin.

Kongireya we pîroz û serkeftî be

Navenda Rêkxiravên Medenî yên Rojhilatê Kurdistanê

Rezbera 1404 a rojî