Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekeya sînorî ya Sêro yê li parêzgeha Urmiyê tevî dahatek zêde ti qazancek bo xelkê nîne

17:26 - 13 Çirriya pêşîn 2025

Pêka amarekê ku îdareya rê ya rêjîmê li parêzgeha Urmiyê de belav kiriye, li 6 heyvên destpêkiya îsal de 8 hezar û 479 maşînên barhhilgir hinarde û 7 hezar û 261 maşîn hawride li yekeya sînorî ya Sêro yê li devera Biradost a ser bi parêzgeha Urmiyê de hatiye kirin û herwisa bi 5 hezar û 900 maşînên veguhastinê zêdetir ji 701 hezar û 653 rêvîng hatine veguhastin.

Tevî ku li vê amarê de ti îşareyek bi qasa dahata li vê yekeya sînorî nehatiye kirin, lê xelkê deverê bi taybet xelkê deverên nêzî vê xala sînorî, ti dahat an qazancek nebûne û dahata vê bo rêjîm û berpirsên vê bûye û xelkê deverê ji kar û dahata vê bêpar bûye û bi tenê hejmarek kedkarên barhilgir ên deverê dahatek gelek kêm ku têra xercê wan jî nake, bi dest xwe ve anîne.