Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Divê ev şoreşa çi bi dest bixe?

16:34 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Aso Mênberî

W: Hesen Mukerem

Dema ku zordarî di civakê de belav dibe û bandorê li aliyên cuda yên jiyana takekesî dike, gava yekem a civakê nîşandana nerazîbûna xwe ye, nerazîbûna li hember rewşa heyî ye, da ku rayedaran bide bawerkirin ku ev reftar xelet e û pêwîstî bi guhertineke cidî heye.

Wirda ye ku berdewamiya reftarên rejîmê di dema borî de, dê bibe sedem ku gel û civak bêdeng nebin û vê carê xwenîşandan derbasî qonaxeke tundtir bibin, heta vê astê ku bikarin şoreşekê bi şêweya tevgereke girseyî ya bihêz pêk bînin.

Bi rastî jî guhnedana daxwazên civakê ji aliyê desthilatdariyê ve û ne hewldana ji bo çareserkirina pirsgirêkên sereke yên civakê, wê neçar dike ku helwestê nîşan bidin, ji ber vê yekê jî katalîzatora sereke ya şoreşê kiryarên desthilatdariyê bi xwe ye.

Dibe ku di her civakekê de zordestî bi awayekî cuda xwe nîşan bide, di civakekê de, zordestiya li ser komek ol, etnîk, çand û heta nijadî ji ya din zêdetir dibe, lewma reaksiyona van koman li hember desthilatê û rola wan di şoreş û xwenîşandanan de dibe ku cûdahiyek bingehîn hebe.

Eger em li bûyerên çend mehên borî yên Îran û Kurdistanê mêze bikin, em hinek cudahiyan dibînin.

Jîngeha Kurdistanê jîngeheke cuda ye, Kurdistan herêmeke dagîrkirî ye û ji ber wê jî pirsgirêka neteweyî di vê erdnîgariyê de xwedî girîngiyeke taybet e, her ev girîngiya han wisa kiriye ku rewşenbîrî û fêmkirina xelkê di pirsan de kûr bibe.

Û di heqîqetê de, rûyê heqîqî yê bûyeran mêze bikin û di heman demê de jî reaksyonên cuda hene û ji aliyek din ve jî wisa kiriye ku helwesta desthilatdaran a li hemberî vê erdnîgariyê her tim cuda bûye.

Lewma, zordariya ku rejîm li ser civakê bi giştî dimeşîne li Kurdistanê gelek cudatir û radîkaltir e û ji ber wê jî şerê li dijî Kurdistanê dê ji erdnîgariya mayî gelek cudatir be.

Heger li bajarên Îranê pirsgirêka sereke ya xelkê aborî û hîcaba bi zorê ye, heman pirsgirêk li Kurdistanê jî ji ber derbasiya xwe ya siyasî gelek radîkaltir e, heta wê astê ku dibe sedema paşveçûna aborî li Kurdistanê yan jî li paytexta Îranê keçekê dikuje!

Lê, Şoreşa Jînayê ku li dijî rewşa niha ya Îranê û li dijî rejîma deshilatdar a Komara Îslamî ya Îranê nerazîbûneke mezin bû, divê ber bi kuderê ve here? An jî divê ew çi tiştekê li pey xwe bîne? Nayê înkarkirin ku di van salên dawî de di nav civaka Îranê de xwenîşandan hebûne, lê bi kêmanî di 10 salên borî de em dikarin bêjin ku xwîşandan tundtir bûne.

Ji ber ku xelkê bi temamî nasnameya rejîmê û mohra sereke ya rejîmê bi xwe, wek Xamineyî, kiribûn armanca xwe, ji aliyekî din ve, zêdetir giştgîrtir bûn, ji ber ku hemû beşên civakê li hev kom kiribûn. Ji ber vê yekê, em fêm dikin ku hêza li vê erdnîgariyê, heke ne ji sedî 100 wek yek be, lê belê, heta astekê li hember tevahiya xelkê zordarî meşandiye, çi li Kurdistanê ji ber nerînên siyasî û çi li Belûçistanê ji ber cudahiyên olî, û ev zordariya zêdetir û hevdem serkutkarî jî berfirehtir bûye.  

Pirsgirêkên jinan û cudahî, pirsgirêkên civaka pişk zêrîn, pirsgirêkên kedkar, ciwan, xwendekar, mamoste, komên etnîk û beşên din ên civakê, ew di nav civaka Îranê de hem hatiye çewisandin û hem jî hatiye tepeserkirin, lewma di şoreşa Jînayê de hemû bi hev re daketin şeqaman û li dijî vê zilmê rawestiyan.

Şoreşa Jînayê qîrîna hemû girûpên navborî bû, lewma karî ji hemû xwenîşandanên din ên dîroka Komara Îslamî bi awayeke berfirehtir tevahiya rejîmê bike armanc û tirsa hilweşandinê di dilê rejîmê de bihêle.

Tişta ku di Şoreşa Jînayê de diyar bû, derketina jinê bû, ji ber vê yekê ger şoreşa Jînayê di vê qonaxê de encamên ku me dixwestin bi dest nexistibe û şoreş vemire, divê di mijara jinan de guhertinên girîng çê bibin.

Jinan di vê şoreşê de rolek aktîf lîstin, berevajî salên berê ku jin li malê rûdiniştin û heta tavlî şoreşên girseyî nedibûn û nîşandana nerizayetiyê erka zilaman hesab dikirin, di vê şoreşê de jinan nîşan da ku têgihîştin û daxwaza wan a ji bo pirsgirêkan bilind e û vê yekê ji mafê xwe dibînin. Di serkeftina her cure şoreş û têkoşînekê de bi civakê re gavan dihavêjin.

Ger em Şoreşa Jînayê wekî ezmûnek bibînin, xuya dibe ku jin dikare di karûbarên civakî û siyasî de rolek aktîf bilîze, ji ber ku beşdarbûna jinên pêşeng di tevgera Kurdistanê de di van deh salên borî de îspat kiriye ku ew ji erkên xwe yên heqîqî û mafê sirûştî yên xwe ku beşdariya çalakane di pirsên civakê de dûr ketine.

Jinan di vê şoreşê de roleke erênî lîstin, lewma divê rewşa wan bi awayekî erênî biguhere, ev şoreş encam çi dibe bila bibe, beriya her tiştî divê di rewşa jinê de guhertinek pêk bîne û jin bigihîje azadiya xwe ya takekesî.

Rol û pêgeha xuya û bandor hebe û hema ku wisa ye Şoreşa Jînayê divê wek xaleke guherîn di jiyana siyasî û civakî û heta aboriya jinan de bê dîtin û hewl bidin da ku tevî hemû astengiyan derfetên zêdetir û meydanên berfirehtir bidin bi jinê.

Lê, ya girîngtir ew e ku jin bi xwe jî dikarin gavên mezintir bavêjin û ji bo bidestxistina rewşa xwe ya rast xwe perwerde bikin û têkoşînê bimeşînin.