Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistina gel û piştîwanîya gel ji şoreşê çima ewqas cem Dr. Qasimlo girîng bûye?

11:00 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Kawe Deştebêlî

Dîtina Dr. Qasimlo Lidor Girîngîya Beşdarbûna Gel Di Şoreşê de

Kêm kes hene nebihîstbin ku Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberek lêhatî û lêzan bûye, lê renge her kes nezane ka çima Dr. Qasimlo bi wan sîfetan hatîye naskirin. Têgeh û ramanên Dr. Ebdulrehman Qasimlo di hemî warên jîyanê de xasma, û rênîşander bûn. Wek rêberek hêja û xewedî navûbang, Dr. Qasimlo serkêşî û pêşengîyek zanistî, serdemî, û serkevtî ya şoreşa gelê Kurd dikir. Di warê hizrî û teorî de, di warê sîyasî û dîplomasî de, di warê, kargêrî û rêveberî de, di warê exlaq û prensîpên şoreşgêrî de, bandora Dr. Qasimlo li ser şoreşa gelê Kurd her dem xuyaye.

Dîtina Dr. Qasimlo li ser şoreşa rizgarîxwazî ya gelê Kurd, mîna gelek hizr û dîtinên wî, ji felsefe û têgehiştina wî ji bo jîyan û azadîyê serkanî digirt. Berwajî gelek rêber û serkirdeyên serdemên berî xwe, Dr. Qasimlo di şoreş û serhildana serdemî ya gelê Kurd de xwe bi mihwer ne didît û bi tenê li ser qaweta xwe, êl û eşîret û xelkê derdorê xwe hisêb nedikir. Wî azadî û rizgarîya bi wate tinê di azadî û serbestîya gel de didît; li ber wê yekê jî bi gel re dijîya û bo gel dijîya û bi gel re xebat dikir. Li gor bawirîya Dr. Qasimlo, gel her dem yekimîn jêdera hêzê bûye û dida dîyar kirin ku ger gel were rêkxistin, dikare hemî asteng û alengarîyên ser rêya xebatê ramale û azadî û serbestîya xwe berdest bike.

Dr. Qasimlo bawirîyek mokim bi demokrasîyê hebû û wek mamostayê demokrasîyê jî ev rastîye ji her kesî baştir dizanî ku deselat û hêza gel bingeh û sitûna sereke ya demokrasîyê ye. Dr. Qaimlo baş dizanî ku heya gişt tex û çînên civaka Kurdî neyên dîtin, neyên rêkxistin û neyên beşdarkirin, ne şoreşa rizgarîyê ser dikeve, ne demokrasî ava dibe, û ne tu serkevtin dikarin dom bikin. Her li ber rohnîya vê dîtinê, wî girîngiyek berçav dabû rêkxistin, rol û beşdarîya jinan, lawan, xwendekaran û hemî texên din yên civakê û pêdagirî li ser avakirina sazî û sendîkayan dikir, û her dem kar dikir ji bo rakêşana piştîwanîya gel.

Dr. Qasimlo ne tenê şehrezayê mêjûya gelên din yên cîhanê û şoreşên rizgarîxwazîya neteweyên din bû, zanîyariyek kûr û têgehiştinek zelal li ser dîroka gelê Kurd û şoreşên serdemên berî xwe hebû û baş dizanî ku yêk ji egerên şikest yan serneketina şoreşên berê, bandora hizra kesî, eşîretî, olî, û nedana girîngîyê bi rêkxistina gel û beşdarkirina gel bûye di alîyên cihê yên xebatê de. Axifitin, gotar, û berhemên Dr. Qasimlo ku niha berdest in tijî mînakên vê rastîyê ne.

Girîngîdana bi rêkxistana gel û rakêşana piştîwanîya gel tenê di hizr û ramanên Dr. Qasimlo de sînordar neman. Wî bi kiryar ev hizr di nav refên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de kir beşek ji pilan kar û xebata çalakvanên vê parîya sîyasî. Hizba Demokrat heya di qonaxên sext û dijwar de jî pêwendîyn gerim yên hizrî û yên rêkxistinî bi gel re parastine û berfireh kirine, û berhemên vê raman û sîyaseta dirust jî niha pêtir ji her demek din dikeve ber çav. Îro li Rojhelatê Kurdistanê, gelê Kurd ne tenê piştîwanek mezin yê Hizb û xebatkarên xwe ye, belkû wê bûye mekîne û pêşengê vê qonaxa şoreş û berxwedanê li Îran û Kurdistanê.

Di van salên dawî de, bi taybetî di Şoreşa Jin, Jîyan, Azadî de, girîngîya wan hizr û bîrên rêberê Şehîd Dr. Qasimlo gelek bi zelalî ketin ber çav. Di xwepêşandanan de, di mangirtinan de, di derbirîna hizr û daxwazên xwe de, gelê Kurd li Rojhelatê Kurdistanê pêtir ji hemê gelên din yên Îranê bi rêkxistin, bi bandor, û serkevtî bûye. Piştîvanîya gelê Kurd bo Hizba Demokrat, û hizbên din yên Kurd, her wisa bersivdana wî gelî bi bangewaz û daxwazên hizb û rêberên xwe yên sîyasî, di vê yek sala borî de, meydan li rejîma Komara Îslamî teng kirîye.

Di 34emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo, hezaran silav li riha wî ya paqij û serkevtin jibo rêwîngên rêya wî.