Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hana Niyûmen derheq berteknîşandana rejîma Îranê, got: Ezê berdewam bim

12:33 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Nûnera Alman li Parlemana Ewropayê “Hana Niyûmen” derheq berteknîşandana nameya fermî ya rejîma Îranê ku daxwaza rawestana rexneyên wê Parlemantara Ewropayê ji rejîma Îranê li derheq binpêkirina mafê mirovî kiribû, gotiye: “Ezê dê li rexnekirin ji rejîma Îranê derheq binpêkirina mafên mirovî berdewam bim”.

“Hana Niyûmen” ku niha Cihgira Serokê Dewreyî yê Komîteya Mafê Mirovî ya Yekîtiya Ewropayê ye, bi rêya belavkirina “Twît”ekê re, nameya rejîma Îranê bo balyozxaneya Swêdê ku niha Serokê Dewreyî yê Komîteya Mafê Mirovî yê Ewropayê ye, belav kiriye ku daxwaza sekinandina rexnegirtinên Hana Niyûmen ji rejîma Îranê derheq binpêkirina mafê mirovî kiriye.

Wezareta Derve ya rejîma Îranê, gotinên “Hana Niyûmen”ê bi “kîn û handan” binav kiriye.

Herwisa wê Parlemantara Yekîtiya Ewropayê gotiye: “Xuya ye ku (Îbrahîm) Reîsî, keyf bi rexnegirtinên min nehatiye û di nameyekê de bo Parlemana Ewropayê, daxwaz kiriye ku rêgiriyê ji min bikin, lê alxahîn be ku ezê dê berdewam bim”.

Wezareta Derve ya rejîma Îranê di wê nameyê de behsa vê yekê kiriye ku: “Xanima Niyûmenê roja 21ê Gulanê li ser hesaba xwe ya Twîterê deqek dijî serkomarê Îranê belav kiriye û daxuyanî û çalakiyên wê yên dijî Îranê, bi taybetî handanên wê di çend mehên borî de, rewayeta yasayî, aqilmendî, aqilmendiya siyasî nîne û li ser bingeha handana rastî ye û zaniyarî derew in”.

Niyûmen bi awayekî henek ji bikaranîna peyva “duktor” ji bo Îbrahîm Reîsî ji aliyê Wezareta Derve ya Îranê ve li ser Twîtera xwe nivîsîbû: “Eger ew duktor be ez jî doktor im”.

Niyûmen îşare bi 10 sal xwendina xwe ya zanîngehê di du beşên lêkolînên medyayî û zanistên siyasî de dike.

Berê “Hana Niyûmen”ê bi belavkirina “Twît”ekê gotibû: “Îro em mêzeyê xelkek îdamkirî di Îranê de dikin, çimkî kesên wek Îbrahîm Reîsî tevî kuştina hezaran kesan, ji cezakirinê parastî mane”.