N: Selîm Zencîrî
Bi dilek xemîn û tejî kul û keser ve em ber bi 34’mîn salvegera terorkirina rêberê navdar ê xwe ‘’Dr. Qasimlo’’ve diçin ku ji aliyê rejîma terorîstî ya Îslamî ya Îranê ve li ser maseya got û bêjê hat terorkirin. Bîranîna han di demekê de ye ku cîhan û dever bi giştî û Îran jî bi taybetî ketiye nava guhertinên mezin, û valahiya nebûna rêberekî karîzmatîk û siyasetvakekî realîst û pragmatîk wekî Dr. Qasimlo pitir ji her demekê xuya dike. Terorek trajedîk ku dilê neteweyek mafxwarî û azadîxwaz ê weke gelê Kurd û bi taybetî dilê rêberekî ku ji bo aştî û demokrasiyê lê dixist, bi armanc girt û mixabin heta niha jî, şûnwarên nerênî ên rewanî, siyasî û civakî ên wê terorê li ser cism û rewanê gelê Kurd û tevgera azadîxwazî û demokrasîxwaziya Îran û Kurdistanê xuya ye.
Trajedîktir ji bûyera terorê, pêknehatina dadgehek dadperwerane û cezadana biryarder û encamderên wê terorê ye ku dide selimandin berjewendiyên abûrî û têkiliyên siyasî li cîhana modern ya îroyîn de li serweyî mafên mirov û buhayên însanî, exlaqî û demokratîk in. Buha û baweriyên ku Dr. Qasimlo di jiyana xwe ya siyasî de nirxek mezin li bicihkirina wan de da. Baweriyên ku di wê serdem û şert û mercê de bêmînak bûn.
Cuda ji terora fîzîkî, mixabin rejîma hov û terorîstî ya Îranê û herweha rikeberên siyasî ên Dr. Qasimlo jî, cehdek zêde ji bo berxwarkirina rastiyên jiyan, bawerî û pirensîpên wî dan, û bi propagendeyên jehrî û mezaxtina têçûyên mezin bo reşkirina kesatî û baweriyên Qasimloyê Kurdan, dîsan jî nekarîn wî û çirayên rêbaza pir ji serwerî a wî di nava gelê Kurd de bitemirînin. Rêbazek ku li bin tîrêjên hikmet, zanayî, raman û baweriyên bilind ên mirovî û demokratîk ên Dr. Qasimlo bihêz bû û bi deryayek ji xwîna xebatkar û şopînerên vê rêbazê, bûye bi mektebek ji bo perwerdehiyê û navnîşanek xurt ji bo parastina nasname û berheqiya doza gelê Kurd.
Perwerdeyek ku girîngiyek zêde li ba Dr. Qasimlo hebû û berdewam tekez dikir ku ‘’azadî, proseyek hînbûnê a dijwar û demdirêj e ku li dijwartirîn şert û mercan de jî, nabe armancên giştî ên xebatê, bibin bi goriyê taktîkên demkî. Çi armancek, çiqas bedev be jî, nabe bibe pasaw bo bikarbirina her alavekê’’.
Li ser vê bingehê jî, Qasimlo weke pirensîp ji tund û tûjiyê bêzar bû û di vê baweriyê de bû ku ‘’rêçareya pirsa kurd, ne leşkirî ye! Û renge em nekarin serkevtinê bidest bixin, lê dujmin jî nikare me ji holê rake’’. Lewre rêçareyên aştîxwazane û rêketin, bi ser şerê malwêranker de tercîh dida.
Wî digot: ‘’Pirsa kurd aloz e û madam ku dostên me kêm in, hewce ye em ji hejmara dujminên xwe jî kêm bikin. Belê, di Rojhilata Navîn de hevokek nav û deng heye ku ‘’Dujminê dujminê me, dostê me ye’’. Ew yek jî bibû sedem ku li cem rexnegiran bi reformîst, û li cem rikeberan bi sazişkar û li cem dijberan jî heta bi xiyanetkar were dîtin.
Tekoşînên Dr. Qasimlo ji bo çareseriya aştiyane a pirsa kurd bû sebeb ku propagendeyên dujminan bi nîşandana rûçikek şerxwaz ji kurdan heya qasekê lawaz bibe. Rast li vê biyavê de, rejîma terorîstî a îslamî a Îranê kete dek û dolaban û bi danîna kumpiloyek qirêj li jêr navê got û bêjê de, mixabin ew şehîd kirin.
Dr. Qasimlo tevî wê ku bi başî rejîma dîktator û xwînmij a Îslamî a Îranê dinasî û herweha şîreta bavê xwe jî ‘’Yan ji fend û fêlên deshilata Îranê bireve yan jî wan bikuje’’ bi bîr mabû, lê nedikarî dest ji baweriyên xwe ên aştîxwazane bikşîne. Sînorên baweriyên aştîxwazane ên wî tenê li Îran û Rojhilata Kurdistanê de berteng nedibûn, belkî ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî reng vedida. Cehd û tekoşînên wî ji bo berevanîkirin û navbeynkariya li navbera kurdên başûr û rejîma Beis û çareseriya aştiyane a pirsa Kurd de xuya û berçav bûn. Kurdên ku ji aliyê rejîma Beis a Îraqê ve bi ‘’Seyîd el muxeribîn’’, anku serdesteyên xirabkaran’’ dihatin dîtin, bi cehda Dr. Qasimlo û hizrên aştîxwazane ên wî li ser maseya gotûbêjan bi hevre rûniştin û bo midehekê diyalog û hewlên çareseriyê bal bi ser şer û malwêraniyê de kişand.
Dr. Qasimlo berdewam tekez kiriye ku şanaziya herî mezin a wî, ew e ku kariye armancên tevgera xwe ji riya kiryarên rojane ên tevgera xwe ve bi xelkê bide nasandin. Lewre terorîzm û tund û tûjî li cem Qasimlo, du mijarên nefretlêkirî bûne û nehişt ku tevgera gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bi pêşengiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bikeve bin bandora hêzên terorîstî, û dest bo karê teqîn û bombedanîn li nava bazar û cihên giştî, balafirdizîn, rehîngirtin, îşkencedan yan kuştina êxsîr û xelkê bêguneh û sivîlan û…hwd bibe. Wî ji şidetê hez nedikir, lê berpirsatiya kiryarên leşkirî ên tevgerê ku di çarçoveya berevaniya rewa de bûn, bi stû digirt.
Dr. Qasimlo, demokratek rastîn bû û baweriyek kûr bi demokrasî, bihevre jiyana aştiyane hebû. Li ser vê bingehê jî, ‘’demokrasî bi dujminê hejmar yek a terorîzmê dizanî û digot li cihê ku demokrasî hebe, teror geşe nake’’.
Dr. Qasimlo di got û bêjek bi rojnameya ‘’Lîbrasiyon’’ a wê demê re dabû zanîn ‘’Buhaya bo demokrasiyê, em didin, lê bi kêmî li ser me tê gotin û kêmtir dibine mijara ragihandinan. Lê gurûpek terorîstî bi rehîngirtin û bombedanînê di seranserî cîhanê de bi nav û deng dibe’’.
Aliyê kêm du nimûneyên rehîngirtinê hene ku bi cehd û navbeynkariya Hizba Demokrat bi rêbertiya Dr. Qasimlo hatin serbestberdan. Yek ji wan, çend Firansî bûn ku ji aliyê Partiya Komonîst a Îraqê (beşa leşkirî) ve hatibûn rehîngirtin û li ser daxwaza fermî a Wezareta Derve ya Firansayê ji Hizba Demokrat, ew rehîn li hember pereyekê ku Hizba Demokrat bi xwe mezaxt, serbest hatin berdan. Ya din jî çend Îtalî bûn ku ji aliyê YNK’ ve hatibûn rehînkirin.
Ramanên mirovî û aştîxwazane, nefreta ji tund û tûjiyê û berpirsatiya li hember pêşeroja gel û civakê, Qasimlo û rêbaza wî di qada Kurdistanê de zindî hişt û nehişt ku teror û terorperwerî bibe beşek ji perwerdeya xebatê. Wî berdewam tekez kiriye ku ‘’me li hember pêşeroja civakê de berpirsatî heye û em nikarin bi fikr û ramanên qirêj, civakek saxlem ava bikin, ger em jî reftarên dujminan dubare bikin, çi ciyawaziyek li navbera me û wan de namîne’’.
Şermezarkirin kiryarên terorîstî li cem Dr. Qasimlo, him pirensîp, him metodek perwerdehiyê di xebatê de û him jî vebijêrkek exlaqî û siyasî bû. Mehkûmkirina rehîngirtina karmendên balyozxaneya Amerîka li Tehranê ji aliyê rejîma îslamî a Îranê ji helwestên dîrokî ên partiya Qasimlo ye ku li wî serdemî de kêmwêne bû û bi hebûna van sedem û zaf sebebên din, ji xwe re nine ku nasnavê ‘’Pêxemberê Aştiyê’’ li Dr. Qasimlo kirine. Pêxemberek, mêrxasek, rêberek û pêşmergeyek bo hertim di dilê gelê xwe û hemû azadîxwazan de bi zindî dimîne.
Lê teror û terorperwerî di rejîmên terorîstî ên weke Komara Îslamî a Îranê de ku alavek bingehîn û rewa ye bona pêşvebirina armancên siyasî, weke eslek neguher bi awayek sîstematîk birêve diçe, û bazara rehîngirin, reşekujî û dîktatoriyê jî têde tê xurtkirin, ji bilî nefret û kîna zêdetir a xelkê Îran û deverê, û herweha coşdana hesta xebat û dijberiya ji bo avêtina di kirsdanka dîrokê de ku çarenivîsa hemû zalim û dîktatoran e, tiştek din li pey nahê. Bêguman ew roj, nizîk e.